KNK: Emerîkê Serdar wê bi berhem û kurdewariya xwe ji bîr nebe

KNK'ê ji ber wefata rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanê Kurd Emerîkê Serdar sersaxî ji malbata wî, ji tevahiya kedkarên zimanê Kurdî û gelê Kurd re xwest.

Komîsyona Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya KNK'ê, ji ber wefata rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanê Kurd Emerîkê Serdar daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hate kişandin ser girîngiya Radyoya Dengê Erîwanê ji bo zimanê Kurdî û bi bîr xist ku yek ji spîkerên radyoyê Emerîkê Serdar bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi xemgînî me bihîst ku nivîskar, rewşenbîr û rojnamegerê Kurd Serdar çûye ser dilovaniya xwe. Wek Komîsyona Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya KNKê, di serî de  malbata wî, em sersaxiyê ji tevahiya kedkarên zimanê Kurdî û gelê Kurd re dixwazin.

Mamoste Emerîk sala 1935'an li gundekî Ermenîstanê hat dinê. Hê zarok bû dema bavê xwe wenda kir. Bavê xwe wenda kir, lê hestên xwe yên berxwedêr û tijî hesret, bi rêya nivîs, çîrok, gotaran ji nifşê piştî xwe re hişt.  Ne tenê zimanê Kurdî, di zimanê Ermenkî de jî serwer bû û xwişk-biratiya gelan ji xwe re bingeh digirt. 

Emerîkê Serdar hêj 15 salî bû dema dest bi nivîsan û rojnamegeriyê kir. Her wiha sala 59'an, di radyoyê de wek spîkerê nûçeyên Kurdî kar kir. Piştî sal û nîvekê bû berpirsiyarê beşa çandî ya rojnameya Rêya Teze û heta 2006'an edîtoriya rojnameyê kir û pişt re teqawut bû."

KNK'ê diyar kir ku Emerîkê Serdar her wiha Serokê Rewşenbîrên Kurd ên li Ermenîstanê û endamê Pena Kurd bû û wiha dewam kir: "Bi riya pirtûkên xwe gihişt Kurdıstanê û ji bo zimanê Kurdî, çi kete ser milê wî pêk anî. Kêm ji wan kesan bû ku rojnamegerî, spîkerî, nivîskarî bi zimanê Kurdî û siyaseta wê re hûnandibû û bi dengê xwe ji tevahiya Kurdistanê re ragihandibû.

Gelê Kurd kurdekî baş, dilpak û bi pîşe û zimanê xwe re yekbûyî wenda kir lê ew ê bi berhemên xwe û kurdewariya xwe, neyê jibîrkirin.  

Careke din em sersaxiyê, ji malbat û tevahiya gelê Kurd re dixwazin û êşa wan parve dikin."