KNK'ê sersaxî ji malbat û hevalên Nîna Ahmadî xwest

"Em tenê dikarin bi serketina Kurdan û azadiya Kurdistanê, xem û xeyalên hevala Nîna pêk bînin. Bi navê KNK'ê, daxwaza hevala Nîna a ji bo azadiya rebêrê KCK'ê birez Abdullah Ocalan em jî wek erkeke neteweyî û niştimanî dinirxînin."

Konseya Rêveber a KNK'ê li ser wefata rojnamevana Kurd Nîna Nahîd Ahmadî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di peyama KNK'ê de hate ragihandin ku Nîna Ahmadî heta daiya jiyana xwe dest ji xizmeta ji bo doza Kurd û Kurdistanê berneda û hate gotin, "Nîna Ahmadî di nava şoreşa Rojhilatê Kurdistanê de jî cihê xwe girtibû. Di dema zindanên Îranê de jî li ber xwe da. Piştî ku mecala jiyanê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nema hevala Nîna li Awûstûrya (Nemsa) bû penaber. Lê, ji bo xizmata doza azadiya Kurdistanê hevala Nîna sînor nas nekir û erkên xwe yên welatpareziyê li Ewropayê berdewam kir. Li Awûstûryayê jî hevala Nîna Ahmadî xwest bi karên diplomasiyê gelê Awûstûryayî bike dostê têkoşîna azadiya Kurdistanê."

KNK'ê ragihand, piştî komploya navnetweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ahmadî berê xwe da şoreşa Bakurê Kurdistanê û wiha dewam kir: "Hevala Nîna çend sal wek endama KNK'ê derbarê yekîtiya neteweyî de jî xwedî helwest bû. Her wiha bi salan di Medya û Roj TV de, bi bernameyên xwe xwest pirê di navbera çar beşên Kurdistanê ava bike. Her tim xwest beşeke Kurdistanê ji qezencên beşên din sûdê werbigirin. Hêviya hevala Nîna ew bû ku destketiyên beşên din ên Kurdistanê bibin binesaziya serketina gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê. Heya bêhna xwe ya dawiye jî xwedî berxwedana Leyla Guven derket û di nexweşxanê de jî peyama serketinê ji bo çalakgerên gireva birçîbûne  şand."

KNK'ê diyar kir, Nîna Ahmedî bi kûranî felsefeya jiyana azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bandor bû û wateya jiyana azad di felsefeya wî de keşif kiribû.

PEYAMA NÎNA AHMADÎ YA 1'Ê ADARA 2019'AN: RÊBER APO JIYAN, AZADÎ Û RÛMETA ME YE

Di daxuyaniya KNK'ê de peyama Nîna Ahmadî ya 1'ê Adara 2019'an hate bibîrxistin ku Ahmadî wiha gotibû:

"Di serî de di kesayeta Leyla Guven de û hemû hevrêyên din ên li Kurdistan û Ewropayê, dîsa li her derê ji bo nirxên xwe,  ji bo Rêbertiya xwe bi dirûşma 'Bê Serok Jiyan Nabe' ketin grevên birçîbûnê, gaveke mezin avêtin. Rêz û silavên xwe ji bo wan dişînim. Nexweş im, lê bi moral im, ji ber ku hêvî û baweriya min heye, baweriya min bi Rêbertiya min heye. Baweriya min bi wan heye yên ku bi salan in ji bo ramanên Ocalan li ber xwe didin. Hemûyan ji dil û can maç dikim. Vê bangê dikim; Heta Rêber Apo azad bibe li ser lingan bin. Ew jiyan, azadî, rûmeta me ye. Têkoşîna me ya heqîqetê ye."

Di dawiya peyama KNK'ê de wiha hate gotin: "Wek Konseya Rêveber a KNK'ê em tenê dikarin bi serketina Kurdan û azadiya Kurdistanê, xem û xeyalên hevala Nîna pek bînin. Wek KNK, daxwaza hevala Nîna ya ji bo azadiya rebêrê KCK'ê birêz Abdullah Ocalan em jî wek erkeke neteweyî û niştimanî dinirxînin û di wê derbarê de jî xwedî helwest in.
Wek Konseya Rêveber a KNK'ê em dubarê di serî de sersaxî ji malbata hevala Nîna û gelê Kurd re dixwazin. Bila cihê wê bihuşt be!"