KNK'ê sala nû li gelên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir

Bi hêviya ku sala 2019 bibe saleke aştî, azadî, demokrasî û wekheviyê, KNK'ê sala nû li gelê Kurd, Kurdistanî û cîhanê pîroz kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya sala nû peyamek weşand, sala 2018'an ji bo gelê Kurd nirxand û peyama sala 2019'an da.

KNK'ê bi bîr xist ku sala 2018'an li gel xweşî û nexweşiyên xwe tê oxirkirin û got, "Dijmin û dagirker hemû hêza xwe bi kar tînin ku herikîna demî di eleyhê Kurdan de encam bidin. Plan, proje û dek û dolabên dijmin û dagirkeran her diçe zêdetir dibin. Hindî ku neteweya me têkoşîna xwe bilindtir dike, dijmin jî hemû hêza xwe ya êrîşkar aktîve dike. Di sala 2018'an de dagirkerên Kurdistanê îtîfaqa navxwe ya dijî Kurdan dewam kirin û ji bo têkbirina destketiyên Kurdan planên reş çêkirin û êrîşî Kurdistanê kirin."

Di daxuyaniya KNK'ê de li ser rewşa Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ya sala 2018'an nirxandineke bi vî rengî hate kirin:

BAKUR

"Li Bakurê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk, di nava vê salê de jî bê navber berdewam kirin. Li hember van êrîşên dijwar, di serî de hêzên gerîla û dînamîkên gelê me hemû, bi fedakarî û qehremaniyek mezin li ber xwe dan û êrîşên wan bê encam hiştin û îdîayên wan derewandin. Li hember zilma dijmin û ji bo rakirina tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan, niha li zindanên Tirkiye û Kurdistanê, li welat û derveyî welat, çalakiyên greva birçîbûnê hene. Şoreşgerên Kurdistanê, zindanên dijminan jî kirine qada berxwedanê. Berxwedana îro li Bakurê Kurdistanê tê dayin, çi li zindanan, çi li qada siyasî û çi li qada gerîla, berxwedaneke pîroz û evsanewî ye.

BAŞÛR

Li Başûrê Kurdistanê, piştî dagirkirina Kerkûk û deverên din ên dabirayî, alozî bi temamî nehtiye çareserkirin. Li gel pêkanîna hilbijartinên Iraqê û yên Kurdistanê jî, ev alozî bi temamî nehatiye çareserkirin. Mixabin em nikarin bêjin ku rêveberî û hêzên Kurdistanî, ji dagirkirina Kerkûk û herêmên din, ders wergirtin û yekîtiya navxweyî xurtkirin. Hêviya me ew e ku di sala 2019'an de, gavên yekîtiyê baştir bêne avêtin û ev pirsgirêk bêne çaresekirin.

ROJHILAT

Li Rojhilatê Kurdistanê jî, gelê me xwe parast û têkoşîna xwe dewam kir. Dewleta Îranê jî weke dewleta Tirk, di nava vê salê de êrîşên xwe dewam kir û êrîşê Başûrê Kurdistanê jî kir. Hêzên Kurdistanî û gelê Kurdistanê bersiva van êrîşan dan û xwe parastin. Îran her çend êrîşî derve jî dike, lê di nava xwe de pirsgirêkên xwe yên mezin hene. Ev pirsgirêk li hundir û li derve, hingî diçin mezintir dibin. Em hêvî dikin ev rewş, li Îranê bibe sedema guhertineke demokratîk û li Rojhilatê Kurdistanê jî bibe bingeha azadî û aştiyê.

ROJAVA

Êrîşên mezin ên dijminan di vê sala derbasbûyî de, zêdetir li ser Rojavayê Kurdistanê çêbûn. Di 20'ê Çileya 2018'an de, dewleta Tirk bi hemî quweta êrîşî herêma Efrînê kir. Hêzên parastinê li seranserê herêma Efrînê, bi berxwedaneke bê hempa li hember van êrîşan rawestan. Ji ber ku parastina hewayî ya hêzên Kurdî tune bû û derfet kêm bûn, piştî 2 mehan dijmin Efrîn dagir kir. Lê heta niha jî, şer û berxwedan li Efrînê berdewam e. Ev berxwedan heta azadiya Efrînê jî, wê berdewam bike. 

PARASTINA DESTKETIYÊN ROJAVA XALA SEREKE YA ROJEVA KURDISTANÊ YE; DIVÊ HER KES XWEDÎ LÊ DERKEVE

Niha jî dewleta Tirk, gef û êrîşên xwe yên li ser Rojava dewam dike. Rewşa Rojava, niha di nîqaşên navneteweyî de cihekî sereke digire. Hêzên parastinê, bi hemî awayî di rewşa amadebaşiyê de ne. Rêveberiya siyasî û îdarî jî, di nav xebateke berfireh a dîplomasiyî de ne. Pêwîstiya Rojava bi her awayî, bi alîkariyê heye. Parastina destketên Rojava, di rojeva Kurdistanê de xala sereke ye. Divê hemî hêz û hemî gelê Kurdistanê û hemî dostên Kurdan, ji bo parastina Rojava, şev û roj di nava çalakî û xebatan de bin. Xwedî derketina Rojava, xwedî derketina hemî Kurdistanê ye."

DESTKETÊN HEYÎ NÎŞANEYA ÎRADEYA SERKETINÊ YE

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di dawiya sala 2018'ê de muhasebeya navxweyî bê kirin; gelê Kurdistanê digel hemû êş û jan û birîndariyan û her wisa şaşî û kêmasiyên di xebat û têkoşînê da rûdayî de, dîsa ve serkevtî bûne. Gotina serketinê kilîl e û divê em li ser vê gotinê hevbîr bin. Kurd di nav vê çembera agirî ya ku dijmin û dagirkeran vêxistî de têkoşîna mayîneke bi rûmet didin û serketî ne. Çi dibe bila bibe divê Kurd mutleq serbikevin. Di doza Kurdistanê de, ji serketinê pê ve, çi rêyên din û alternatîv nînin. Di vê serketina neteweyê me de, dijminan rikeberiyên xwe dayîne aliyekê û dîsa ve li ser têkbirina destkevt û hebûna xelkê me planan çêdikin. Ji aliyê Kurdistaniyan ve îro armanc, têkbirina vî planê bêyûm yê dijmin û dagirkeran e. Ev e jî wê bi tifaqa navxweyî ya mezin çêbe. Kurd her bi çi rengî be divê bi diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin û bi tifaqdarî van hewildanên dijmin û dagirkeran serûbin bikin.
Em wekî KNK gelek bi hêvî ne ku gelên Kurdistanê wê sala nû, sala 2019'ê jî bikin sala xebat û têkoşîneke mezintir û bilindtir. Paşeroja neteweyê me ronahiye û bi xebat û têkoşîneke fedakarane ber bi vê ronahiyê ve dem diherike. Destketên heyî, nîşandana îradeya serketinê bi serê xwe têrê dike ku gelê me hêvîdar be.

Hêvî dikin sala nû, sala 2019 bibe demê vê xewn û xiyala geş ya gelê me.

Sala nû, sala 2019'ê bila ji bo mirovahiyê pêkve bibe demê aştî, tenahî, azadî, demokrasî û wekheviyê.

Bi van bîr û hiziran KNK sala nû ya hemû Kurd, Kurdistanî û Cihanê pîroz dike."