KNK'ê cejna Remezanê pîroz kir

"Em di hêvî û wê baweriyê de ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasenetê em cejna Remezanê, di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li alema Islamê pîroz dikin."

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya Cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê weşand.

Di peyamê de hate gotin, "Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li Bakur, li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrînê niha jî berê xwe yên dagirker dane Başûrê Kurdistanê. Li Rojhilat jî rewşa aloz berdewame. Li hember êrîşên dagirkeran, berxwedanek bê hempa heye û şerê azadiyê û berxwedana gelê me, bi hemû awayî berdewam dikin."

KNK'ê diyar kir, di pîrozkirina Cejna Remezanê de, sosret ew e ku yên êrîşa dajon ser gel, ne bi tenê xwe misilman didin xuya kirin, xwe serokên-rêberên misilmanan didin nîşandan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Roja cejnê jî, wê dîsa derkevin ber kamerayên televîzyonan û bi derewan bêjin 'misilmanên qenc û xêrxwaz em in' û bixwazin zalimtiya li ser gelê me didin meşandin bidin vaşartin.

Bêguman li her çar perçeyan û her derê gelê me, êdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava tekoşîneke netewayiya demokratîk a hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zaliman e û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û tekoşerên xwe dike.

Em di hêvî û wê baweriyê de ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasenetê em cejna Remezanê, di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li alema Islamê pîroz dikin."