KNK'ê Cejna Qurbanê pîroz kir

KNK'ê Cejna Qurbanê li hemû alema Îslamê bi taybetî li gelên Kurdistanê pîroz kir û got, "Em bi hêvî ne ku gelê me wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike."

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand û got, "Sibe cejn e, cejna Qurbanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li Bakurê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Gund û bajarên me têne wêrankirin, xwezaya welatê me tê şewitandin. Li Rojavayê Kurdistanê şerê azadiyê û berxwedana gelê me, bi her awayî dewam dike. Li Başûr û li Rojhilat jî şer û alozî berdewamin."

KNK'ê diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê li Bakur her wiha li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî êrîşî gelê Kurdistanê dike û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk, beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê, beşek jî ji axa Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û dixwze vê dagirkeriya xwe berfireh bike. Li hember van êrîşan gelê me û şervanên azadiyê jî, bi hemî awayî berxwe didin, bi qehremanî û bi fedakriyek mezin êrîşên dijminan pûç dikin.

YÊN KU ÊRÎŞÎ GELÊ ME DIKIN, XWE WEKE 'MISILMANÊN XÊRXWAZ' NÎŞAN DIDIN

Mixabin di pîrozkirina Cejna Qurbanê de, sosret ew e ku yên bi êrîşî dajon ser gelê me jî, ne bi tenê xwe misilman didin xuya kirin, xwe serokên-rêberên misilmanan didin nîşandan. Roja cejnê jî, wê dîsa derkevin ber kamerayên televizyonan û bi derewan bêjin 'misilmanên qenc û xêrxwaz em in” û bixwazin zalimtiya li ser gelê me didin meşandin bidin veşartin."

GELÊ ME ÊDÎ NE XWAZOKÊ BER DERIYÊ ZALIMAN E Û NEMA BINDESTIYÊ QEBÛL DIKE

Konseya Rêveber a KNK'ê destnîşan kir ku gelê Kurd ne ew gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava têkoşîneke neteweyî ya demokratîk a hemdemî de ye. Di peyama KNK'ê de hate gotin, "Êdî ne xwazokê ber deriyê zaliman e û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û têkoşerên xwe dike."

Di dawiya peyama KNK'ê de hate gotin, "Em bi hêvî ne ku gelê me wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Qurbanê, di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Îslamê pîroz dikin."