KNK’ê Cejna Paskalyayê pîroz kir

KNK’ê Cejna Paskalyayê pîoz kir û got,’’Di demekî de ku gelên Mezepotamya û gelên li Kurdistanê di qonaxeka dîrokî re derbas dibin,cejna Gelê Asurî-Suryanî-Kildanî û hemî bawermendên  Mesîhî li her çar parçeyên Kurdistanê tê pîroz kirin. ‘’

Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK) Cejna Paskalyayê pîroz kir û got, ‘’Di demekî de ku gelên Mezepotamya û gelên li Kurdistanê di qonaxeka dîrokî re derbas dibin, cejna Gelê Asurî-Suryanî-Kildanî û hemî bawermendên Mesîhî li her çar parçeyên Kurdistanê tê pîroz kirin. ‘’

KNK’ê di peyama pîrozkirina Cejna Paskalyayê de wiha got: ‘’Îsal ev roj û ev cejn di qonaxeka dîrokî de bi ser gelên Kurdistanê re dibihure. Ev heyam qonaxeke ji bo gelên deverê bi giştî û yên Kurdistanê bi hemû çîn û etnîkiyên wê ve çarenivîssaz e. Şoreşa gelan ya li dijî stemkariyê, ku gelên Kurd, Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ereb, Ermenî  û hwd. himbêz dike û li tevahiya cîhanê deng vedaye. Di van rojên dîrokî de pîrozkirina cejna Paskalya yê, wê hêzeke mezin û îradeyeka bi hêztir bide yekîtî û berxwedana hevpar ya ji bo damezirandina civakeke wekhev û  pêkve jîyana bi aşitî û bextewerî yê.

Em weke KNK e, bi germî  cejna Paskalya li tevahiya bawermendên Mesîhî û hemû gelên Kurdistanê û tevahiya cîhanê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn, bibe wesîleya aştiyek mayinde. ‘’