KNK'ê Cejna Paskalyayê li Mesîhiyan pîroz kir

KNK'ê Cejna Paskalya pîroz kir û got, "Di van rojên dîrokî de pîrozkirina cejna Paskalyayê, wê hêzeke mezin û îradeyeke bi hêztir bide yekîtî û berxwedana hevpar a ji bo damezirandina civakeke wekhev û pêkve jiyana bi aştî û bexteweriyê."

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya cejna Paskalyayê peyamek weşand.

KNK'ê got, "Di demekê de ku gelên Mezepotamyayê û gelên li Kurdistanê di qonaxeka dîrokî de ne, cejna Gelê Asurî-Suryanî-Kildanî û hemî bawermendên Mesîhî li her çar parçeyên Kurdistanê tê pîrozkirin.
 
Her sal gelê me yê Xirîstiyan, bi taybet peyrewên mezhebê katolîk, yekem roja yekşemê ya serê demsala biharê weke roja (qiyametê – rabûnê) Paskalya yê cejnê digerin û pîroz dikin."

KNK'ê diyar kir ku îsal ev roj û cejn di qonaxeke dîrokî de bi ser gelên Kurdistanê re di bihure û wiha dewam kir, "Ev heyam qonaxeke ji bo gelên deverê bi giştî û yên Kurdistanê bi hemû çîn û etnîkiyên wê ve çarenivîssaz e. Dewleta Tirk û bi hevkarên xwe yên qirêj (DAIŞ, El Nusra, El Qaîde) li her deverê êrîşê gelê Kurdistanê dike. Ev e 72 roj in êrîşê herêma Efrînê dikin. Xelkê me bi xweragirî û li hember nijadperestî û terora dewleta Tirk û çeteyên hevkarê wê (DAIŞ, El Nusra, El Qaîde) û dewletên din ên dagirker û dijî mirovatiyê, li ser axa xwe û bi taybetî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, berxwedaneke bê hempa dike."

KNK'ê destnîşan kir ku şoreşa gelan a li dijî stemkarşyê, ku gelên Kurd, Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ereb, Ermenî  û hwd. hembêz dike li tevahiya cîhanê deng vedaye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di van rojên dîrokî de pîrozkirina cejna Paskalyayê, wê hêzeke mezin û îradeyeke bi hêztir bide yekîtî û berxwedana hevpar a ji bo damezirandina civakeke wekhev û  pêkve jiyana bi aştî û bexteweriyê.

Em weke KNK, bi germî  cejna Paskalya li tevahiya bawermendên Mesîhî û hemû gelên Kurdistanê û tevahiya cîhanê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn, bibe wesîleya aştiyek mayinde."