KNK'ê Cejna Noelê pîroz kir

Konseya Rêveber a KNK'ê rojbûna Îsa Mesîh Cejna Noelê bi daxuyaniyeke nivîskî pîroz kir.

Di daxuaniya nivîskî ya Konseya Rêveber a KNK'ê de hat bibîrxistin ku rojbûna Îsa Pêxember di cîhana Mesîhî (Xiristiyaniyê) de rojeke pîroz e û hat gotin, "Bi vê armancê 25'ê Kanûnê weke rojabûyîna Îsa Mesîh tê pîrozkirin. Rojên pîroz ên dînî, di hemû dînan da bihadar in, meqbûl in. Her dîn, van rojên xwe yên girîng bi coş û şahî û seremoniyên mezin li nava xwe û li perêsgehên xwe pîroz dikin."

KNK'ê diyar kir ku li Kurdistanê nifûseke qelebalix a bawermendên Îsa Mesîh û kitêba pîroz Încîlê hene û welatiyên bi qedr û qîmet in. 

KNK'ê ragihand ku di nava KNK'ê de jî welatîyên Îsawî têne temsîlkirin û wiha dewam kir: "Cejna Noelê nêzîkî 2000 sal in li Kurdistanê tê pîrozkirin û bûye cejneke sereke ya welatê me.

Bi munasebeta vê roja pîroz, KNK di serî de Noela Mesîhiyên Kurdistanê û ya hemû Mesîhiyên dinyayê bi rêz û hezkirineke bilind pîroz dike. Hêvî dikin ev roja pîroz bibe sebebê aştî, aramî, xêr û xweşiya mirovahiyê li her derê cîhanê."