KNK'ê Cejna Êzî pîroz kir

KNK'ê bi hêviya aştî, azadî û biratiyê Cejna Êzî pîroz kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya Cejna Êzî peyamek weşand û bi hêviya aştî, azadî û biratiya gelan, cejn li civaka Êzidî, gelên Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

KNK'ê bal kişand ser girîngiya cejnan li nava hemû baweriyan û destnîşan kir, ku divê Cejna Êzî weke kevneşopiya xwedîderketina li bawerî û çanda welat bê dîtin.

KNK'ê diyar kir, pîroziya van cejnan di roja îro de ji bo bawerî û çanda Êzîdiyatiyê hê watedar e û got, "Ji ber ku ev ҫanda qedîm bi her awayî di bin metisiyeke mezin de ye. Girîng e civaka Kurdên Êzidî, bi taybetî Êzidiyên li derveyî welat, bawerî û çanda xwe biparêzin û xwedî lê derkevin."

Konseya Rêveber a KNK'ê bibîr xist, ku Şengal berî niha bi salekê hatiye rizgarkirin û wiha dewam kir: Dem dema vegera welat e. Dema avakirina Şengalê ye. Tê xwestin û pêwîste nasnameya Êzidiyatiyê li Şengalê bê parastin. Pêwîste di nava Federasyona Kurdistanê de civaka me ya Êzidî bi awayekî xweser xwe bi rê ve bibe."

KNK'ê di dawiya peyama xwe de bang li tevahiya gelê Kurdistanê, civaka Êzidî û dostên gelê Kurd kir, ku ji bo ji nû ve avakirina Şengalê bikevin nava tevgerê û bibin alîkar, ku Êzidî li cih û warên xwe vegerin.