KNK'ê cejna Çarşema Sor pîroz kir

KNK'ê cejna Çarşema Sor pîroz kir û got, "Hêviya me ew e ku cejn, li gorî wateya xwe, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan."

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî peyamek weşand û cejn li civaka Êzidî, gelê Kurd û tevahiya gelên Kurdistanê û herêmê pîroz kir.

KNK'ê got, "Hêviya me ew e ku cejn, li gorî wateya, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan."

'DIVÊ HEMÛ HÊZ Û GELÊ ME XWEDÎ LI CIVAKA ÊZIDÎ DERKEVIN'

Konseya Rêveber a KNK'ê bi bîr xist, di vê demê de ku ew cejna Çarşema Sor pêşwazî dikin, dijminên gelê Kurd dîsa êrîş dikin û got, "Hedefek jî bawemendên Êzidî ne. Di êrîşa ser Efrînê de civaka me yê Êzidî zerer û ziyanek mezin dît. Hêzên dewleta Tirk û hevkarên wan yên ketî axa Efrînê, xwedî zihniyeta DAIŞ'ê ne. Kiryarên wan jî weke yên DAIŞ'ê ne. Rewşa Şengalê jî hê bi temamî zelal nebûye. Xeterî li ser bawermendên Êzidî berdewam e. Ji bo parastina civaka Êzidî, pêwîste hemî hêz û gelê me hişyarbin û xwedî li civaka me ya Êzidî derkevin."

'LI DIJÎ DIJMINÊ HOV, YEKÎTIYEKE DILSOZ DIVÊ'

KNK'ê bi bîr xist ku gelê kurd û herêma Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dîrokî de ne û wiha dewam kir: "Li Bakurê Kurdistanê, li hember êrîşên hovane yên dewleta Tirk berxwedaneke bêhempa heye. Li Rojava Şoreşa Gel heye, her wiha li Rojava û Başûr jî şerekî mezin heye. Dijminên gelê Kurd, di heman demê de dijminên civakên cuda û gelên li herêmê teva ne. Dijmin, di têkbirin, rûxandin, wêranî, qirkirina fizikî û kulturî de sînoran nas nake. Di heman demê de gelan, civakan jî ji hev cûda nake. Ji ber vê çendê, gelê Kurd, gelên li Kurdistanê tev, xwedî kîjan baweriyê bin, divê bi berpirsiyarî tevbigerin. Divê li dijî dijminên hov û dagirker, di nava yekîtiyek dilsoz de hereket bikin. Li gel hev û ji bo jiyaneke bi rûmet ya paşerojan, li gorî nirx, wate û pîroziyên qedîm tevbigerin."

KNK'ê got, "Bi azadî û bextewarî pîrozkirina cejnên me jî, bi serketina me ve girêdayî ye. Wateya Cejna Çarşema Sor jî vê berpirsiyarî û baweriyê ji me dixwaze."

KNK'ê di dawiya peyama xwe de, cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, gelê Kurd û hemû gelên herêmê pîroz kir.