Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

KNK: Cejna Qurbanê li gelê me û alema Îslamê pîroz be

Konseya Rêveber a KNK'ê, Cejna Qurbanê li gelê Kurdistanê û tevahiya alema Îslamê pîroz kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand.

Di peyama KNK'ê de hat gotin,"Sibe cejn e, cejna Qurbanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di nava rewşeke aloz de pîroz dikin. Li Bakurê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Gund û bajarên me têne wêrankirin, xwezaya welatê me tê şew,tandin. Bi awayekî bê heq bê hiqûq dest danîn ser Şaredariyên Kurdistanê, îradeya gelê me bin pê dikin. Li Rojavayê Kurdistanê şerê azadiyê û berxwedana gelê me, bi hemû awayî dewam dike. Li Başûr û li Rojhilat jî şer û alozî berdewamin. Di heman demê de li Başûrê Kurdistanê amadekarîyên referandûmê jî dewam dikin."

KNK'ê diyar kir, dewleta Tirk, ne tenê li Bakur her wiha li Başûr û Rojavayê Kordistanê jî êrîşê gelê Kurd dike û got, "Dewleta Tirk, beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye û dixwaze vê dagirkeriya xwe berfireh bike. Li hember van êrîşan gelê me jî, bi her awayî li ber xwe dide, bi qehremanî û bi fedakariyeke mezin pêşî li êrîşên dijmin digire.

Mixabin di pîrozkirina Cejna Qurbanê de, sosret ew e ku yên bi êrîşê dajon ser gelê me jî, ne bi tenê xwe misilman didin xuya kirin, xwe serokên-rêberên misilmanan didin nîşandan. Roja cejnê jî, wê dîsa derkevin ber kamerayên televîzyonan û bi derewan bêjin 'misilmanên qenc û xêrxwaz em in' û bixwazin zalimtiya li ser gelê me didin meşandin bidin vaşartin."

KNK'ê bi bîr xist ku gelê Kurdistanê êdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava têkoşîneke neteweyî ya demokratîk a hemdemî de ye.

Di dawiya peyama KNK'ê de hat gotin, "Êdî ne xwazokê ber deriyê zalima ye û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û tekoşerên xwe dike.

Em bi hêvî ne û bawer dikin, ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Qurbanê, di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Islamê pîroz dikin."