KJK: Divê jin li hemberî pergala mêrserwer û faşîzmê bibin yek!

KJK got ku “Tevgerên jinan divê karibin kêşeyên azadiyê yên civakê çareser bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku bila li hemberî pergala mêrserwer û faşîzmê berxwedana xwe geş bikin.”

Koordînasyona KJK’ê derbarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin.

“Dîroka şaristaniyên çîn û hîyerarşiyê, dîroka kolekirina jinan û berevajîkirina heqîqetê ye. Bi şîddet, zext , tecawiz û qetlîaman jin bûne kole. Kolekirina jinê pê re teslîmîyetê jî tîne. Jina ku bûye kole bingeha pergala hegemonîk e. Pergala mêran a pênc hezar salî ji bo ku jin nebin xwedî gotin, biryar û hêza îradeyê her cure polîtîkayên stratejîk dike.

Çekên giran, gefên dewletan ên li dijî hev, ji ber ewlehî, hejarî, avhewayê li tu dera cîhanê aramî nemaye. Herî zêde jin di bin boran û kaosan de dimînin. Kêşeyên civakî giran bûye. Li her dera cîhanê li ser jinan zext û şîddet heye. Jin bi darê zorê tên zewicandin, tên sunetkirin. Dewlet û desthilatdarî maka kêşeyan in. Hemû nirxên civakê ji aliyê van hêzan tên dizîn.

LI ROJHILATA NAVÎN RÛYÊ XWE YÊ QIRÊJ NÎŞAN DIDIN

Li ser axa Rojhilata Navîn û Kurdistanê têkoşîna azadiyê bi dijwarî didome. Rûyê hegemonîk ê mêrserweriya global, bêtir li dijî gel û jinan xwe dide nîşandan. Rûyê tazî yê pergalê em li vê derê bêtir eşkere dibînin. Rûyên wan ên ku dijminatiya jinan dike, herî zêde li vê derê tê dîtin. Êrîşên hovane yên DAÎŞ’ê yên li dijî Şengal, Mûsûl û Efrînê mînakên herî vekirî ên vî tiştî ne.

Tevgerên jinan ên li Rojhilata Navîn û ên li Kurdistanê li hemberî rejîma faşîst a Tirkiyeyê bi berxwedanê dikevin 25’ê Mijdara 2019’an. Dewleta Tirk ji bo ku krîzên xwe yên ekonomîk û siyasî derbas bikin, êrîşî Kurdan, jinan û gelan dike. Tişta ku di sala 1915’an de anîn serê Ermenan niha jî dixwazin bînin serê Kurdan. Ev polîtîka bêyî hêzên hegemonîk, DYE, Rûsya û YE pêk nayê. Heke wan destûr nedana wê ev êrîş pêk nehatina.

JIYANA AZAD A JINAN BÛYE HEDEF

Li hemberî Rojava, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleta Tirk û çeteyên wê di 9’ê Cotmeha 2019’an êrîşeke dagirker dan destpêkirin. Vê êrîşa Tirkan ne dûrî pergala hegemonîk e. Li vê derê li dijî jiyana azad êrîş hatine kirin. Qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef mînaka vî tiştî ye. Êrîşên tên kirin li dijî gelan û projeya jiyanê ya jinan tê kirin.

Vê feraseta faşîst dixwaze jin bibin kole, têkevin malan, tecawiz û êşkenceyê li jinan meşrû dibînin. Tişta ku li Şengalê li jinan hate kirin hê jî di hişê mirovan de ye. Bi hezaran jinên Êzidî hatin dîlgirtin û tecawizî wan hate kirin. Li Efrînê gel ji warê xwe bûn.Yên mane jî di bin zilmeke mezin de dijîn.

Li Tirkiyeyê jî li dijî jin û zarokan şîddet, tecawiz û qetlîam tê kirin. Êrîşeke mezin li ser pergala hevserokatiyê heye. Tê xwestin ku jin ji siyasetê, ji kolanan werin dûrxistin û ji bo vî tiştî polîtîkayên hovane tê kirin.

HEKE EM TIŞTA RAST BIKIN WÊ DESTKEFTIYÊN ME ZÊDE BIN

Di vê pêvajoyê de li ser jinan, gelan, bîr û baweriyan xetereyên mezin hene. Lê heke berxwedaneke birêxistin were kirin, wê destkeftî jî gelekî zêde be.

Şoreşa Rojava, şoreşa jinan e. Vê şoreşê îlham daye hemû jinên cîhanê û civakan. Parastina şoreşê û xwedîlêderketina tê wateya parastina destkeftiyên jinan.

Li ser vê esasî divê em li hemberî şîddeta li ser jinan bernameyên berfireh û projeyan ava bikin. Li hemberî zext û zordariya pergala modernîst a kapîtalîst, em bi pêşengiya jinan jiyana civakî û alternatîf ava bikin. Sedsala 21’emîn dema pêkanîna şoreşa jinan e. Tevgerên jinan divê karibin kêşeyên azadiyê yên civakê çareser bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku bila li hemberî pergala mêrserwer û faşîzmê berxwedana xwe geş bikin û jiyana azad a alternatîf bi hev re ava bikin.”