Kiran: Li şûna Kurdî em çima ferhenga bi Tirkî bi kar bînin?

Nivîskarê Ferhenga Zanistên Civakî ya Kurdî Prof. Dr. Abdullah Kiran got, "Ferhenga bi Kurdî heye, em çima peyvên bi Tirkî ya jî zimanekî din bi kar bînin? Çima em Kurdî jî weke Tirkî ya jî zimanên din bi rengekî rast bi kar nînin?"

Li gel zext û zordariya li ser Kurdî, zimanê Kurdan ji aliyê zanistî ve hebûna xwe ispat dike. Kar û berhemeke din li yên Kurdî zêde bû; Ferhenga Zanistên Civakî. Ev berhem li înternetê jî hate weşandin.

Di Fergenga Zanistên Civakî de peyvên ku dikarin li karê akademîk bên bikaranîn hene. Her wiha versiyonên xwe yên bi Tirkî û Îngilîzî jî hene. Serokê Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Alparslan a Mûşê Prof. Dr. Abdullah Kiran ev ferheng amade kir. Kiran ev ferheng sala 2015'an bi zimanên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî bi navê Ferhenga Zanistên Civakî weke pirtûk weşand. Û gelekî bal kişand. Piştre ji bo hîn bêhtir bê bikaranîn, ferheng li înternetê bi cih kir.

Prof. Dr. Kiran li ser vî karê xwe ji ajansa me re axivî û qala pêwîstiya bi vê ferhengê kir.

Kiran got, di serdema heyî de zimanek ancax bibe zimanê perwerdeyê ya jî zimanê fermî dikare hebûna xwe biparêze û diyar kir, zimanekî ku ji van derfetan bêpar hatiye hiştin, neçarî mirinê ye.

Kiran bal kişand ser serpêhatiya Kurdî a li Tirkiyeyê û got, "Peyvên bi Kurdî hene. Li şûna Kurdî em çima peyvên bi Tirkî yan jî bi zimanekî din bi kar bînin? Çima em Kurdî jî mîna Tirkî ya jî zimanekî din bi rengekî rast neaxivin, bi kar nînin? Ferhenga têgihên Kurdî ku nêzî 30 sal in ez li ser dixebitim, sala 2015'an bi navê Ferhenga Zanistên Civakî ji weşanên Nûbihar derket. Di ferhengê de her peyv bi Kurdî tê vegotin û wateya wê ya bi Tirkî û Îngilîzî tê nivîsandin. Di mijarên hiqûq, aborî, felsefe, civaknasî, zanistiya siyasetê û tenduristiyê de têgihên bingehîn di nava ferhengê de hene. Pirtûk kêm hate belavkirin. Mixabin pirtûk negihîşt ber destê xwendevan û mirovên eleqedar. Pê bawer bûm ku bi rêya înternetê em dikarin hîn bêhtir xwe bigihînin mirovan û me malpera bi navê 'ferhengakademik.org' vekir."

PÊWÎSTIYA BI TERMÎNOLOJIYA KURDÎ

Li ser pêwîstiya bi termînolojiya Kurdî Prof. Dr. Kiran got, "Ziman organîzmayeke zindî ye, her ku tê bikaranîn bi pêş dikeve û li paş zimanên din namîne. Eger Kurd bi bahaneya 'zimanê me hê zimanê perwerdeyê nîne' guh nedin pirsgirêk û paşeroja zimanê Kurdî, wê hingî zimanê xwe bi destê xwe bi saxî bixin gorê. Belê, Kurdî zimanekî perwerdeyê nîne û Kurd yek ji wan miletên bê şens û mezlûm e ku bi zor û zehmetiyê zimanê xwe hînî zarokên xwe dikin. Li zanîngehên vî welatî beşên zimanên mirî yên weke Sumerî, Grekî, Latînî her tim hebûn. Lê belê beşa Kurdî ku zimanekî zindî yê vî welatî ye û yek ji sê parên welatiyan bi vî zimanî diaxivin, heta demeke nêz tine bû. Li cîhanê ti ziman bi qasî Kurdî nehatiye 'siyasîkirin'. Sermeselê; Fîlîstînî li gorî Kurdan qat bi qat şensê xwe hene. Herêma Xweser a Fîlîstînê li aliyekî, Erebî li Îsraîlê zimanê fermî ye û di asta Îbranî de xwedî statuya wekhev e. Hemû tabelayên li Îsraîlê, navê rê, bajar, dikan, yê her tiştî bi sê zimanan e: Îbranî, Erebî û Îngilîzî. Meseleya zimanê perwerdeyê; Kurdî beriya Komarê di dema Osmanî de li hemû medreseyên il Kurdistanê zimanê perwerdeyê bû. Pêvajoya ku piştre rû da, ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Lê belê ji sala 2012'an û vir ve li Tirkiyeyê kêm jî be Kurdî li zanîngehan heye. Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê û Zanîngeha Alparslan a li Mûşê van çend salên dawî xwendekaran ji beşên Kurdolojiyê mezûn dikin. Tevî vê yekê bernameyên me yên Lîsansa Bilind û Doktora bi Kurdî heye. Êdî tezên Lîsansa Bilind û Doktora bi Kurdî tên nivîsandin. Di rewşeke wiha de pêwîstiya me bi ferhengeke ji têgihên ji beşên cuda yên zanistiyê hebû. Me jî bi vî karê xwe hewl da bersivê bidin vê pêwîstiyê.

Bi rêya vê ferhengê me xwest termînolojiyeke hevpar a nûjen biafirînin ku ne tenê Kurdên li Tirkiyeyê, Kurdên li çar aliyên cîhanê karibin sûdê jê werbigirin."

Prof. Dr. Kiran got, di Ferhenga Zanistiyên Civakî de ya bi rengê pirtûkê hate weşandin nêzî 2700 têgih hene, li ser malpera înternetê ya ferhengakademik.org nêzî 4000 têgih û gotinên kêm tên bikaranîn hene.

Kiran destnîşan kir ku ev hejmar ji bo ferhengeke zanistî gelekî zêde ye û got, "Ev ferheng piştre dikare weke ferhengên ji beşên cuda yên zanistiyê bê sererastkirin. Mesela; ferhenga têgihên hiqûqî, ferhenga têgihên aboriyê, ferhenga têgihên tipê, ferhenga têgihên civaknasiyê... Bi rêya vê ferhengê me têgihên hevpar dan hev ku Kurdên li çar parçeyan, medya û qada akademî karibin sûdê jê werbigirin."

Di dawiya axaftina xwe de Kiran işaret bi girîngiya çapemeniya Kurdî kir û got, "Kedkarên televîzyon û çapemeniyê, eger karibin li ser termînolojiya hevpar çend xebatgehan bikin, wê gelekî baş bibe."