Kincên kevn bi erzanî boyax dike

Kargeha Cûma Gurhan, kincên weke çakêt, gomlek, manto, kaban û pantolonên kevn bûne û reng jê çûye, bi boyaxa qumaş nû dike. Navnîşana mirovên xizan ên nikarin kincên nû bikirin, kargeha Gurhan e.

Kargeha Cûma Gurhan, kincên weke çakêt, gomlek, manto, kaban û pantolonên kevn bûne û reng jê çûye, bi boyaxa qumaş nû dike. Navnîşana mirovên xizan ên nikarin kincên nû bikirin, kargeha Gurhan e. Gurhan, ku li Amedê ji boyaxkirina hirî dikan vekir, niha kincê xizanan boyax dike. Hin jê bi 5 lîreyan, hinek jî bi 7 an jî 10 lîreyî.

Cûma Gurhan 68 salî ye. Di dema zarokatiya xwe de tevî bavê xwe li kolana Melîkahmet a navçeya Sûr a Amedê dikaneke biçûk vekir û dest bi karê boyaxkirina hiriyê kir. Hiriya ji gundan dihat, li vê derê bi boyaxa qumaş dihatin boyaxkirin û piştre bi vê hiriya boyaxkirî tejik dihatin hûnandin. Lê belê ji ber ku çêkirina tejik û merşan kêm bû û muşterî jî zêde naxwazin, Cûma Gurhan li ser daxwaza şêniyan dest bi boyaxkirina kincên kevn kir.

JI BOYAXKIRINA HIRIYÊ DEST BI BOYAXKIRINA KINCAN KIR

Gurhan anî ziman, wan beriya niha bi boyaxkirina hiriyê debara xwe dikirin û got, "Hiriya ku me li dikanê boyax dikir, li gundan dihat hûnandin û dibûn tejik. Bi pêşketina teknolojiyê re ev tejik êdî li febrîqeyan tên çêkirin û êdî karê hiriyê nema. Yanî êdî mirov hatin li sûka Amedê tejik û merşên hazir kirîn. Ji ber vê yekê karê me nema û me jî dest bi boyaxkirina kincên kevn kirin."

DAXWAZ GELEK E

Kargeha Cûma Gurkan li cihekî nenavendî yê navçeya Sûrê ye. Li kolaneke teng e. Lê belê ji her devera bajêr muşteriyên wî hene û tên. Yên bi navê wî dihesin, bi taybetî mirovên xizan, muşteriyên wî ne. Û dikana wî ti carî vala namîne.

Ji ber ku pê re nagihêje, ancax piiştî 10 rojan an jî du hefteyan sparîşê dide.

Gurhan dibêje, "Yên ku bi vê derê dizanin, tên cem me" û destnîşan dike, ku ew kincên weke çakêt, gomlek, manto, kaban û pantolonên kevn bûne û reng jê çûye, bi boyaxên qumaş ên orjînal boyax dikin û nû dikin. Van kincan jî bi 3, 7 an jî 10 lîreyî boyax dikin. Car carna, kincê muşteriyên ku pereyê wan nîne, bê pere boyax dike.

EZ JI REWŞA XIZANAN FÊHM DIKIM

Cûma Gurkan dibêje, "Pereyê xwe nîne ku kincê nû bikire. Dibe ku 5 lîre di bêrîkê de nebe, ku kinc bide boyaxkirin. Ez rewşa mirovên bi vî rengî fêhm dikim. Manto, pantolon, etek an jî çakêtên mirovên bi vî rengî, boyax dikim. Pere jî ji wan nastînim. Ji ber ku ew pereyê kêm ê bide min, ji bo wan gelekî bi qîmet e. Dibe ku bi wî pereyî nan bibe mala xwe."

Dikana Cûma Gurkan a li kolanên teng ên Melîkahmet a Sûrê, navnîşaneke xizanên li Sûrê ye.