Kewên Gozel ji ber polîtîkayên şer ên dewletê diqelihin

Kewa Gozel ku di wêje, klam û şîretê Kurdan de timî qala wê tê kirin, ji ber polîtîkayên şer ên dewleta Tirk diqelihe.

Kewa Gozel bi xeml û qebqeba xwe li Kurdistanê navdar e. Di gelek helbest, çîrok, klamên dengbêjiyê û şîretan de timî qala Kewa Gozel tê kirin. Ji ber konsepta şer a dewleta Tirk û şewitandina daristanan Kewa Gozel jî rewşeke metirsîdar de ye.

HEJMARA WAN GELEKÎ KÊM BÛYE

Kewa Gozel ku bi 34 cm'î mezin e, dema ku baskên xwe vedike dibe 55-60 cm. Bi giranî mehên Sibat an jî Adarê kurk dikevin û herî zêde 21 hêkan dike. Hejmara Kewa Gozel berê li Kurdistanê gelekî zêde bû. Lê belê ji ber dermanên çandiniyê û nêçirvaniya bi nezantî, hejmara wan gelekî kêm bûye. Polîtîkayên şer û şewata li daristanan ku bi destê dewletê li Kurdistanê tê kirin, gefeke mezin li hebûna Kewa Gozel dixwin.

Şêniyên herêmê û mirovên ku kewan xwedî dikin, ji ber vê yekê bi fikar in û dixwazin êdî tiştek ji bo kewan bê kirin. Ahmet Batmaz (52) ê li Şirnexê got, "Ji zarokatiya min ve li mala me kew tê xwedîkirin. Bavê min jî ji kalkê xwe hîn bûye. Li mala me her tim herî kêm 3-4 kewên gozel hene.

Mîna ku ji malbatê bin me ew xwedî dikir. Bi qebqeba xwe dilê me şa dikin. Dema ku nexweş nekeve, em ti carî wan serjê nakin. Lê dewlet wan diqelihîne."

DEWLET HEYWANAN DIQELIHÎNE

Batmaz diyar kir ku berê li quntarên çiyayê Cûdî kewên gozel ref bi ref digeriyan û got, "Ji ber şewata ku dewlet derdixîne û operasyonên leşkerî em nema dikarin kewên gozel bibînin. Dema zarok bûm li her 3 ji 10 malan kewên gozel hebûn. Niha nîne. Ya hatin koçberkirin ya jî hatin kuştin. Dewlet ji bo xwezaya Cûdî û Gabarê talan bike her tiştî dike.

Heywan tên kuştin û bi şewatê giha, dar û heywan tên şewitandin. Vê yekê jî ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan dike. Divê dawî li vê yekê were anîn. Naxwe wê xweza nemîne." Şirnexî ji saziyên pêwendîdar dixwazin ku ji bo Kewên Gozel bikevin nava liv û tevgerê.