Kevok xemla Mêrdînê ye

Abdûrrahman Dûran ê 76 salî ku ji 7 saliya xwe ve kevokan xwedî dike, tevî xanî, zêr û zîvên Mêrdînê dixwaze kevokên wê jî bên naskirin, ku ew ji wan re dibêje "zarokên asîmanan."

Kevokên xwe li hewa teqle dike, zarokên asîmanan ên Mêrdînê ne. Dema ku ro diçe ava, li ser xaniyên Mêrdînê xuya dikin; ewilî êm dixwin, piştre jî difirin û dest bi avêtina teqleyan dikin. Balê dikişînin ser xwe. Li nîvê xaniyên ji kevir ên Mêrdînê, cihê kevokan hene. Abdûrrahman Dûran (76) ku ji 7 saliya xwe ve kevokan xwedî dike, dibêje kevokên bavê wî jî hebûn û xwedîkirina kevokan ji bo wî tiştekî taybet e.

Dûran destnîşan dike, ku kevok gelekî li Mêrdînê tên û ji kêmbûna hejmara mirovên kevokan xwedî dikin gilî dike. Dûran diyar kir, xwedîkirina kevokan wextekê karê esîl bû û anî ziman, ew xwedîkirina kevokan di heman demê de weke terapiyekê dibîne.

Dûran ragihand, rojê herî kêm bi pênc saetan antremanê bi kevokên xwe re dike û got, "Li sûka kevn, li vî cihî wan xwedî dikim. Kevokên teqle davêjin ên tenê li Mêrdînê, hene. Li Rihayê jî 'kevokên postavan' navdar in. Ez her roj wan dişom, êm dikim û dema ku wan difirînim, li avêtina teqleyên wan temaşe dikim, ne derd, ne jî nexweşiyek bi min re dimîne. Divê mirov gelekî pê ve bin. Her wiha ji bo dermên û êmên wan jî pere divê."

BI NAVÊ WAN BANG LI HEMÛYAN DIKE

Dûran bi navê wan bang li hemû kevokên xwe dike û tebîeta hemûyan baş dizane. Dema kevokên wî li asîmanan tevlî kevokên hinekî din dibe, yekser wan nas dike. Weke zarokên xwe li wan dinere. Dûran anî ziman, dijminê herî mezin ê kevokan, teyrê baz in û gilî dike ku ji vê re çare nehatiye dîtin. Dûran got, "Dema teyrê baz êrîşî wan dike, yên nemirin jî difirin û ji tirsa careke din nayên. Ev yek tehdê li me dike. Em naxwazin wan bikukjin, lê em nikarin çareyekê jî jê re bibînin."

TÊN PERWERDEKIRIN

Dûran diyar kir, kevok hê dema çêlik in tên perwerdekirin û wiha dewam kir, "Rêbaza herî hêsan ev e. Cihê yekane yê dizane, cihê ku lê êm dibe û diçe û tê wê derê. Bi vî rengî hîn dibe. Pînika xwe ji bîr nake û eger zêde dûr neçe, vedigere. Dema çêlik e, baskên wan mehê carekê bi hev ve tên girêdan. Bi vî rengî li ser banê xanî dimîne û ji wir li derdorê temaşe dike ku nas bike. Êm û ava xwe pê bişo tê dayin. Dema ku hîn dibe, tê berdan. Ewilî nafire, dimeşe û derdorê hîn dibe. Piştre hêdî hêdî dest bi firînê dike. Divê hewa ne ewr be, ji bo rêya xwe zanibe. Kevok dema li ser hev teqleyan davêje carna rêya xwe şaş dikin. Vê carê dîtina wan zehmet dibe. Divê mirov timî wan bişopînin."

XANIYÊN JI KEVIRAN JÎ JI BO XATIRÊ KEVOKAN E

Dûran bi vê gotinê gilî û gazinan dike, "Ji bo bibe nirxekî çandî, gelo divê îllahî xwarin, zêr û zîv be?" û îdîa kir, ku xaniyên ji kevir ên li Mêrdînê ji bo xatirê firîna kevokan hatine çêkirin. Dûran got, "Ev yek nirxekî me ye. Berê bi sedan kevok ji ser van xaniyan bi carekê difiriyan." Dûran destnîşan kir, ku tevî xaniyên ji kevir, xwarin, zêr û zîvên Mêrdînê, lazim e kevokên wê jî bên nasandin û got, "Bila ev çand bi me re tine nebe. Kevok xweş li Mêrdînê tên. Xwedîkirina kevokan dildarî ye."