Kesekî ji Emerîkayê tena serê xwe Antarktîka derbas kir

Colîn O’Brady ê ji Emerîkayê bêyî ku piştgiriyekê werbigire bi tena serê xwe Antarktîka derbas kir.

O’Brady ê ji Emerîkayê yê 33 salî li ser hesabê xwe yê înstagramê got ku, “Ez gihiştim armanca xwe. Bêyî ku ez piştgiriyekê werbigirim min tena serê xwe Antarktîka derbas kir. Di dîrokê de ez kesekî yekemîn im.”

O’Bradey rêya 1600 kîlometre tena serê xwe 54 rojan derbas kir. Di 125 kîlometreyên dawîn de bêyî ku razê 32 saetan meşiyaye.

Colîn O’Bradey roja Çarşemê gihişt armanca xwe û ji Bakur heta Başûr Antarktîka derbas kir. O’Bradey bi GPS’ê hate şopandin û kitekitên rêwîtiya xwe li ser malpera xwe belav kir.

O’Bradey û kesê bi navê Loûîs Rûdd ê 49 salî di 3’ê Mijdare de ketin rê û ji rêyên cihê rêwîtiya xwe domandin. Dema ku O’Bradey rêwîtiya xwe qedand hate ragihandin ku hê rojek an jî du rojên din ew ê Rûdd karibe rêwîtiya xwe biqedîne.

Di salên 1996-1997’an de Borge Oûslanê ji Norwecê jî tena serê xwe ev parzemîn derbas kiribû lê wî paraşûtek bi kar anîbû. Albayekî ji Emerîkayê jî di sala 2016’an de xwestibû Antarktîkayê derbas bike lê di rê de miribû. Gelek kesên ku xwestibûn vê rêwîtiyê biqedînin jî di rê de mirine.