Kerkûk bajarê kê ye?

Kerkûk, ji ber dewlemendiya xwe ya binê erdê her tim hesab li ser hatin kirin, ji nû ve dibe qadeke van hesaban.

Gelek hêz ji bo Kerkûkê doza mafê xwe dikin. Kerkûkî jî dibêjin, "Ji bo wan, yên li ser erdê ne girîng e, ya li binê erdê girîng e."

Kerkûk, di herikîna dîrokê de yek ji bajarên girîng ên siyasî û aborî yên Rojhilata Navîn e, piştî ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) biryara referandûmê girt, ji nû ve bala hêzên herêmî û navneteweyî kişand. Hewl tê dayin ku herêmê ji nû ve bikin 'qada hesaban'. Pirsa 'Kerkûk bajarê kê ye?' di vê demê de timî tê bilêvkirin.

DEWLEMENDIYA XWE BÛYE BELAYÊ SERÊ XWE

Kerkûk ku Kurd, Ereb, Tirkmen û Asûrî bi sedan salan bi hev re lê jiyan e, mîna Şerê Yekemîn ê Cîhanê, di serdema îro de jî gelek hesab li ser tên kirin. Çavkaniyên xwe yên dewlemend ên petrolê bûye bela li serê wê. Piştî ku li Başûrê Kurdistanê biryara referandûmê hate dayin, ji bo Tirkiye, Îran, Iraq û gelek hêzên din ên herêmî û navneteweyî veguherî qada operasyonê.

DÎROKA BAJÊR

Tê gotin ku bajar ji aliyê Sumeran ve hatiye avakirin. Di sala 1000'î ya Beriya Zayinê de ji pêşiyên Kurdan Hûriyan, piştre ji Babîlan û gelek şaristaniyên din re malovanî kiriye. Der barê navê Kerkûkê de gelek çîrok hene. Li gorî yek ji van, bi zimanê Sumerî tê wateya 'karê rast hatiye kirin' yanî Karkûk. Dîroknasê Iraqî Tofiq Wehbî jî dibêje navê Kerkûkê ji zimanê Asûrî, ji peyva "ker" ku tê wateya "kelehê" tê. Nivîskar Mûhtesam Selayî jî dibêje Kerkûk ji aliyê Nasirayiyan ve bi navê "Kerxa" tê binavkirin.

ÎSKENDERÊ MEZIN JÎ JI KERKÛKÊ DERBAS BÛ

Lê belê agahiyên li ser pêşeroja Kerkûkê, yên salên 1000'î yên Beriya Zayînê ne. Tê gotin, di vê dema ku Hûrî lê serdest bûn, navên Erbaxa û Îlanî ku tê wateya 'bajarê Xwedayan' hatine bikaranîn. Tê gotin, di dema rêveberiya Hûriyan de, navenda bajêr weke cihekî bi navê Nûzî dihate binavkirin ku niha li nêzî bajarokê Leyulanê ye. Di dema rêveberiya Gûtiyan de jî, navenda bajêr bi navê Erbexa yê nêzî taxa Arefe bû.

Dîroknasê Iraqî Mûhtesam Selayî destnîşan dike ku Îskenderê Mezin, di sala 321'ê ya Beriya Zayînê de dema berê xwe dide welatê Babîlan ji Kerkûkê derbas dibe. Qeyda destpêkê ya petrola Kerkûkê ku bûye belayê serê wê, hingî hatiye qeydkirin. Selayî îdîa dike, ku qadên Kerkûkê yên agir jê derdikevin û bala Îskenderê Mezin dikişîne, ji aliyê dîroknasên wî ve weke "Gurgur" tê binavkirin.

DI ROJEVA LOZANÊ DE MIJAR KERKÛKÊ

Piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê, dewleta Tirk a bi Peymana Lozanê ya li ser mîrateya Osmanî ava bû, tevî Mûsilê bajarê Kerkûkê di nava sînorên Mîsakî Milî de dît û piştre di berdêla tepisandina raperîna Şêx Seîd ji Îngilîzên ku Iraq kontrol dikirin re hate hiştin. Li Kerkûkê  yekemcar di sala 1927'an de bi awayekî fermî petrol hate derxistin. Li Kerkûkê çavkaniyên herî bi kalîte yên petrolê hene. Ev dewlemendiya bajêr, ji bilî êş û azarê, tiştek nedaye gelên herêmê.

BÛ SOTEMENIYA ŞERÊ SEDDAM

Ji salên 1970'î heta salên 1990'î, di dema şerê azadiyê yê Başûrê Kurdistanê de, yek ji bajarê ku herî zêde ji aliyê Seddam Huseyîn ve hate parastin Kerkûk bû. Ji ber ku petrola ji Kerkûkê dihate derxistin ji bo Seddam dibû sotemeniya şerê li dijî Kurdan. Sala 2003'an piştî ku Seddam ji desthilatdariyê hate xistin, di Destûra Binghehîn a Iraqê ya sala 2005'an de sîstema federal a Başûrê Kurdistanê hate misogerkirin. Lê belê Kerkûk mîna dema Lozanê, nehate çareserkirin. Li gorî xala 140. a Destûra Bingehîn a Iraqê, ji bo demografiya ku di dema Seddam de bi koçberkirina Kurd û Tirkmenan hate kirin vegere rewşa xwe ya berê 2 sal kar bê kirin û piştre jî referandûm bê kirin.

POLÎTÎKAYA EREBKIRINÊ

Seddam ku polîtîkayeke dijwar a Erebkirinê meşand, nifûsa Kurdan a li Kerkûk û navçeyên wê koçberî herêmên din kir. Mesela, di serjimartina sala 1957'an de hejmara Kurdan 187 hezar û 593 kes bû. Ereb 109 hezar û 620, Tirkmen 83 hezar û 371 û Asûrî jî Hezar û 605 bû.

Di serjimartina sala 1977'an de ku salên destpêkê yên polîtîkaya Erebkirinê bû, nifûsa Kurd û Tirkmenan kêm dibû. Li gorî serjimartina sala 1977'an, nifûsa Ereban 218 hezar û 755, ya Kurdan 184 hezar û 875, ya Tirkmenan 80 hezar û 347 kes bûn.

POLÎTÎKAYA BÊ KURD HIŞTINÊ

Dema ku sal dibe 1997, tê dîtin ku polîtîkaya Erebkirinê vediguhere polîtîkay bê Kurd hiştinê û bê Tirkmen hiştinê. Di serjimartina sala 1997'an de nifûsa Ereban 544 hezar û 596 kes, ya Kurdan 155 hezar û 861 kes û ya Tirkmenan jî 50 hezar û 99 kes hate nîşandan.

GELEK NAVÇEYÊN KERKÛKÊ JÊ HATE BIRÎN

Guhertina rewşa demografîk, di sîstema îdarî de jî hate kirin. Gelek navçeyên Kerkûkê jê hate birîn û bi ser wîlayetên din ve hatin girêdan. Xaneqîn bi ser Enbarê, Xurmatû bi ser Selahaddînê, Çemçemal jî bi ser Silêmanî ve hatin girêdan. Niha li Kerkûkê tenê navçeyên Dûbiz, Daqûq, Altinkopru, Pirdê û Hawîce, nehiyeyên Karaîncîr, Leylan û Reşad hene.

NIFÛSA NIHA YA BAJÊR

Ji ber ku piştî sala 1997'an serjimartin li Kerkûkê nehate kirin, nifûsa bajêr bi temamî nayê zanîn. Lê belê, li gorî encamên hilbijartinên parlamenta Iraqê yên sala 2014'an, 53 ji sedî yê bajêr Kurd in, 47 ji sedî Ereb û Tirkmen in. Li parlamenta Iraqê mafê 12 kursiyên Kerkûkê hene. 6 ji van ên YNK'ê ne, 2 jê yên PDK'ê ne, 2 jê yên Ereban e û 2 jî yên Tirkmenan e.

TAXÊN KERKÛKÊ

Tê texmînkirin, piştî şerê dijî DAIŞ'ê yê sala 2014'na, nifûsa Kerkûkê mîlyonek û 400 hezar derbas kiriye. Kurd bi giranî ji 14 taxên Kerkûkê; Rehimava, Azadî, Mamostayan, Şorice, Îskan, Bilax, Koriyeşkew, Hesîreka, Tepê Mele Ebdulah, Derwazê Bakûr, Îmam Qasim, Şorax û Ehmed Axa dijîn. Tirkmen li 5 taxan; Musala, Muelimîn, rêya Bexdayê, Qesepxane û Elmasê dijîn. Ereb li 11 taxan; Rêya Bexdayê, 1'ê Hezîranê, Wehde, Hurriye, Îştirakiye, Mendude, 7'ê Nîsanê, Hey Baas, Nesrû Uribe, Qadisiye û Xirnate dijîn. Asûrî û Keldanî jî li 3 taxan; Şatirlû, Erefe û Elmasê dijîn.

HÊZÊN ÇEKDAR ÊN LI KERKÛKÊ

Tevî ku di Destûra Bingehîn a Iraqê ya 2005'an de hate ragihandin ku wê guhertina demografîk a Kerkûkê bê sererastkirin û sala 2007'an referandûm lê bê kirin, referandûm ti carî nehate kirin. Lê belê bajar bi giranî ji aliyê pêşmergeyên Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) û artêşa Iraqê ve tê parastin.

Niha jî li Kerkûk û derdora wê, tevî pêşmergeyên YNK'ê û hêzên asayîşê, pêşmergeyên PDK'ê û hêzên wê yên asayîşê, polîsê federal ê Iraqê, gerîlayên HPG û YJA Starê û hêzên Heşdî Şabî hene. Wekî din tê îdîakirin, ku Eniya Tirkmen a Iraqê ku ji aliyê MÎT a Tirk ve hatiye avakirin û tê birêvebirin, xwedî hêzeke çekdar e. Navçeya Hewîce ya Kerkûkê hê jî di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye.

GERÎLA BI RENGEKÎ ÇALAK TEVLÎ PARASTINÊ BÛN

Sala 2014'an dema DAIŞ derkete holê, mîna desthilatdariyên beriya xwe, dilê wê jî bijiya petrola Kerkûkê. DAIŞ'ê berê xwe da Kerkûkê û nvaçeya Hewîce ku Sedam Erebên Sûnî lê bi cih kiribû û bi dest xist. Piştre berê xwe da navçeya Daqûqê ku şêniyên wê bi giranî Kurdên Kakaî ne. Di vê demê de artêşa Iraqê xwe ji bajêr vekişand. Bajar di kontrola YNK'ê de ma. Piştî ku gefên li ser bajêr zêde bûn, gerîlayên PKK'ê ji bo parastina Kerkûkê hatin bajêr û li gelek eniyan bi rengekî çalak tevlî wezîfeya parastinê bûn. PDK jî li gelek cihan şikest û Bay Hasan a li navçeya Dûbizê ku çavkaniyên dewlemend ên petrolê lê ne, kontrol kir.

QADÊN PETROLÊ

Li çar herêmên bingehîn ên Kerkûkê; Bay Hasan; havana, Baba Gurgur û Gaz Şîmalê, bi hezaran bîrên petrolê hene. Bay Hasan a li Dûbizê bi temamî di kontrola PDK'ê de ye. Havana di kontrola PDK û YNK'ê de ye. Baba Gurgur û Gaz şîmal jî di kontrola hikumeta navendî ya Iraqê û YNK'ê de ne.

Li gorî daneyên Wezareta Petrolê ya Iraqê, rojane ji Kerkûkê 530 hezar warîl petrol tê derxistin. Beşeke girîng a vê petrolê ji aliyê PDK'ê ve di xeta Kerkûk-Ceyhanê re derbasî Tirkiyeyê tê kirin û li Tirkiyeyê tê firotin. Lê belê PDK'ê naveroka peymanên petrolê yên bi Tirkiyeyê re îmze kiriye, ti carî ji raya giştî re eşkere nekir. Petrola ji Gaz Şîmalê tê derxistin, li parzûngehên cuda yên li Iraqê tê amadekirin û li bazara hundir û derve tê firotin.

JI ŞÊNIYÊN KERKÛKÊ RE TENÊ DÛYÊ PETROLÊ DIMÎNE

Li gorî qanûna eyaleta Kerkûkê, serê her warîl petrola li bajêr tê derxistin divê dolarek li xezîneya wîlayeta Kerkûkê bê bicihkirin. Li gorî daneya '530 hezar warîl petrol rojane ji Kerkûkê tê derxistin' a Wezareta Petrolê ya Iraqê, divê rojane 530 hezar dolar ji Wîlayeta Kerkûkê re bimîne. Ev yek mehane dibe 15 mîlyon dolar. Lê belê dema mirov li şebekeya avê, elektrîk, rê û binesaziya Kerkûkê dinerin, tê dîtin ku bajar mîna gundekî mezin e. Bi gotineke din, tenê dûyê petrolê ji gelên Kerkûkê re dimîne.