Ken tîne bîra mexdûrên şer û bobelatan

Palyaçoyên Sînoran Nas Nakin, bi pêşandanên xwe yên ji bo zarokên penaber, ken tînin bîra mirovên ku barê herî giran ê şer li ser pişta wan e. Yek ji wan Ezgî Keskîn e û li ser vî karê xwe ji ANF'ê re axivî.

Giraniya herî mezin a şer ew e, ku ken bi mirovan dide jibîrkirin. Kenekî di vê rewşê de nîşan dide ku hêvî neqediya ye.

Palyaçoyên Sînoran Nas Nakin (Clowns Wîthoût Borders -CWB) saziyeke civak asivîl e ku nêzî 30 sal in li herêmên şer û karesatê, ji bo jin û zarokan pêşandanan dike. Sazî li 15 welatan kar dike û li her welatî weke saziyeke civaka sivîl a serbixwe tevdigere. Tirkiye jî yek ji van welatan e. Projeya ku ji sala 2015'an û vir ve li Tirkiyeyê tê meşandin, bi hewldana Guray Dînçol, bi 20 dilxwazên ji Stenbol, Amed û Amerîkayê dest pê kir. Komê Tîrmeha 2015'an dest bi kar kir û vî karê xwe didomîne. Endamên din ên komê, ji hunermendên ji nava welat û derveyî welat pêk tên.

PROJEYEKE PÊNC SALAN A LI TIRKIYEYÊ

Endama koma Palyaçoyên Sînoran Nas Nakin Ezgî Keskîn qala projeya xwe ya li Tirkiyeyê dike: "Di navbera rêxistineke civakî ya navneteweyî ya sivîl û Projeya Tirkiyeyê ya Palyaçoyên Sînoran Nas Nakin de peymaneke me ya ji bo 5 salan heye. Sê sal bihurîn. Li gorî peymanê, her sal ji bo perwerdeyê, hîndekar û tûrneyê wê piştgirî bê dayin. Piştî pênc salan em ê bi CWB ya jî bi navekî din dewam bikin. CWB markayeke girîng e. Ji bo li welêt bi vî navî tevbigerin, pêwîstî bi performans, tecrûbe, hejmara lîstikan, hunera organîzasyonê û tecrûbeya dilxwazan heye. Em dixwazin di dema pêş de ji bo Tirkiyeyê nûnertiyekê vekin. Me 4 projeyên xwe li Tirkiyeyê qedand."

Koma ku li herêmên bobelat û şer kar kir, heta niha li Amed, Riha, Êlih, Dîlok, Elezîz, Stenbol, Hatay û Edeneyê xwepêşandan lidar xistin. Lê belê îsal ji ber Rewşa Awarte destûr nehate dayin ku bikevin nava kampên penaberan.

Keskîn ku ev sê sal in di nava Palyaçoyên Sînoran Nas Nakin de cih digire, anî ziman ku weke armanca sereke ew dixwazin jin û zarokên ji ber şer û karesatê ji cih û warên xwe bûne, tevlî lîstikan bikin, cihê wan ê lê dijîn ziyaret bikin, nîşan bidin ku ew tine nayên dîtin û kêm jî be wan bikenînin.

Keskîn di dewama axaftina xwe de got, "Di projeay destpêkê de ku CWD desteka hîndekar dabûyê, Tîm Cûnnîngham wiha gotibû; di lîstikên xwe de em li gorî ti îdeolojiyê tevnagerin. Tenê em hewl didin bikenînin. Her ku em hewl didin tenê bikenînin, karê me dikeve rewşeke îdeolojîk. Ya ku xwîna me dikelîne, ev e."

ELEQEYA WAN DIBE BERSIV JI SEDEMA KIRINA VÎ KARÎ RE

Têkildarî eleqeya zarokan a ji bo wan jî Ezgî Keskîn wiha axivî: "Zarok bi giranî yekemcar e ku lîstikeke bi vî rengî dibînin û tevlî wê dibin. Zarokên ku ev lîstik berê dîtine, zarokên li bajarên mezin jiyane. Lê belê yên ku ev derfetên xwe berê nebû, bi baldarî, coş û kêfxweşî li me temaşe dikin. Dema dibihîzin ku em tenê ji bo wan hatine cihê ew lê dijîn, matmayî dimînin, ji ber ku ji wan heye ku kes li wan nafikire. Mirovên bi emr jî bi baldarî li me temaşe dikin. Jin dixwazin bilîzin, tevlî bibin. Jin jî, zarok jî bi vî rengî me pêşwazî dikin. Mîna ku ev yek tişta herî girîng a li cîhanê ye, tevdigerin. Ji ber vê yekê, dema em karê xwe diqedînin û vedigerin malê, 'bi me tê, mîna ku veger sûc e'. Ev yek jî tîne bîra me ku divê em çima karê xwe bidomînin."

JI BO KARIBE VÎ KARÎ BIKE, DIVÊ DILÊ MIROVAN MÎNA KEVIR BE!

Wekî din, meseleya ziman jî heye. Zarok û jinên di çarçoveya projeyê de serdana wan tê kirin, hemû bi yek zimanî naxivin. Keskîn dibêje ev yek zêde ne girîng e û destnîşan dike, ku kes di ser neteweyan re ye.

Aliyê hilweşîner ê şer, gelekî bandorê li koma wan dike. Keskîn dibêje, ew gelek çîrokên dilşewat dibihîzin, lê tevî vê yekê jî li wê derê ne û wiha dewam dike: "Ji bo mirov karibin di nava vê projeyê de cih bigirin, divê dilê mirovan mîna kevir be. Ji ber ku tişta mirov dibîne, çîrokên ku mirov dibihîzin, dike ku mirov ji mirovbûna xwe fedî bikin. Dike ku mirov li jiyanê bipirse. Û di heman demê de dibe sedemeke gelekî mezin ji bo mirov vî karî bikin."

Palyaçoyên Sînoran Nas Nakin ev hefteyeke di rê de ne: Li Hatay û Rihayê bûn. Herî dawî wê li Dîlokê mirovan bikenîne.