Keçên Rojê wê li Festîvala Fîlman a Cenevreyê bin

Fîlmê Les Fîlles du Soleîl (Keçên Rojê) ku li ser têkoşîna jinên Kurd hatiye amadekirin, wê li 24. Festîvala Fîlman a Cenevreyê ya Navneteweyî bê nîşandan.

24. Festîvala Fîlman a Cenevreyê ya Navneteweyî wê 2'ê Mijdarê dest pê bike. Zêdeyî 150 fîlmên li ser mijarên cuda wê li li festîvalê werin nîşandan. Festîval wê heta 10'ê Mijdarê bidome û fîlm û lîstîkvanên gelek fîlman wê derkevin pêşberî temaşevanan.

Yek ji fîlmên li festîvalê were nîşandan, fîlmê Les Fîlles du Soleîl (Keçên Rojê) ye ku ji aliyê derhênera Fransayî Eva Hûsson ve hatiye amadekirin û qala têkoşîna jinên Kurd a li Şengal û Rojava li dijî DAÎŞ'ê dike.

Keçên Rojê yekemcar di 71. Festîvala Fîlman a Cannesê de hatibû nîşandan. Tevî ku xelat wernegirt jî fîlm gelekî bal kişandibû.

'MIN XWEST BERXWEDANA JINÊN KURD NÎŞANÎ CÎHANÊ BIDIM'

Eva Hûsson di dema Festîvala Fîlman a Cannesê de li civîneke çapemeniyê axivî bû û li ser fîlmê Keçên Rojê gotibû, "Revandina jinên Kurd ji aliyê DAÎŞ'ê ve, tevî vê dramê jî teslîmnebûna wan, berxwedan û têkoşîna wan a destanî gelekî bandor li min kir. Wan ti carî serî netewand, teslîm nebûn û têkoşîna wan a bêhampa  ya li dijî zext û sîstema paşverû gelekî bandor li min kir. Daxwaza wan a ji bo têkoşînê mezin e. Berê xwe dane serketinê û zanin ku serketin bi vê yekê dibe. Lewma bi ser dikevin. Ji ber vê yekê bandorê li her kesî dikin. Bandor li min jî kirin. Bi rêya vî fîlmî min xwest hêz, daxwaz û berxwedana wan nîşanî cîhanê bidim."