KCK:  Tirkiye ji bo ku faşîzmê li ser piyan bihêle êrîşê tîne

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê got Tirkiye ji bo ku faşîzma xwe li ser piyan bihêle, êrîş biriye ser Mexmûr, Şengal û Rojava û bang kir ku li dijî faşîzmê berxwedan were geşkirin.

Têkilî êrîşa dewleta Tirk ku di encamê de 4 jinên Mexmûrî hatin qetilkirin Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî da. KCK'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir, di vê dema dawî de zêdebûna gefên êrîşan, êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê bi maneyeke taybet in û got, Tirkiye ji bo ku faşîzma xwe li ser piyan bihêle, tim dixwaze Sûriyê di nav şerekî de bihêle.

Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:

''Ji dema damezirandina wê ve dewleta Tirk a ku hebûna xwe li ser qirkirina fizîkî û çandî ya gelan û komên baweriyan ava kiriye, di serî de li ser Kurdan, li ser gelên herêmê û komên baweriyê êrîşên xwe didomîne. Dewleta TC'ê ya faşîst herî dawî bi vê çarçoweyê êrîş biriye ser kampa penabaran a Mexmûrê û Şengalê, gef xwariye ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên dagirker ên nû bîne. Di êrîşa ser kampa Mexmûrê de, ku di bin kontrola parastinê ya NY'yê de 4 welatiyên me yên welatparêz şehîd bûne. Rehma Xwedê li ser şehîdên me be, em êşa malbatên bi kul û kovan par ve dikin. Di serî de gelê me yê Mexmûrê, sersaxiyê didine hemû gelê Kurdistanê.

'TIM DIXWAZIN SÛRIYÊ DI NAV ŞER DE BIHÊLIN'

Bêguman dewleta faşîst a TC'ê dema ku seraqet bi dagirkirinê gefê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û êrîşê dibe ser Şengal û Mexmûrê maneyeke vê taybet heye. Sedema ku dewleta TC'ê bi dagirkirinê gefê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe ew e ku dixwaze jiyana azad, wekhev û demokratîk ku gelan li wir bi hev re ava kiriye ji holê rake. Dizane dema ku li Sûriyê jiyaneke demokratîk were avakirin li Tirkiyê faşîzm wê nikaribe li ser piyan bimîne. Ji bo ku faşîzma xwe li ser piyan bihêle tim hewl dide Sûriyê di nav şer de bihêle. Ji ber ku faşîzma ji xwîn û dijminatiyê dixwe.

ÊRÎŞ BIRIN SER HELWESTA MEXMÛRÊ YA KU SERÊ XWE NATEWÎNE

Sedema ku faşîzma AKP-MHP û Ergenekonê tim Mexmûrê dikin hedef helwesta gelê me yê vir ê birûmet û pergala wan e, ku ava kirine. Gelê me yê Mexmûrê ev çarîk sedsal e, bi birçîhiştinê terbiyekkirinê bigirin ta bi rêbazên DAÎŞ'î yên serjêkirinê û li dijî her cure êrîşê bi serbilindî sekiniye. Gelê me yê Mexmûrê ji Sûrê heta bi Cizîrê, heta bi Efrîn, Bamenrê li dijî faşîzma TC'ê bûye sembola berxwedaniya birûmet. Ji bo vê jî di şexsê Mexmûrê de êrîş biriye ser helwesta gelê me yê ku serê xwe natewîne.

TIŞTA KU LI ŞENGALÊ DAÎŞ'Ê NEKARÎ BIKE EW DIXWAZE BIKE

Ne tesadûf e ku faşîzma TC'ê tim Şengalê dike hedef. Di şexsê Şengalê de êrîş li ser kêmar, komên mezhebî û dînî ye. Çavnbebarî ye ya li dijî gelê me yê Êzîdî ku bi sedan sal in ji bo ku tine bike wan kêm dike, dişîne sirgûnê û qira wan tîne. Tişta ku bi DAÎŞ'ê nekarî bike ew bixwe dixwazin bikin. Di şexsê Êzîdiyan de êrîş biriye ser Elewî, Kakayî, Şebek, Asûr, Sûryan, Keldan û Xiristiyanan. Bêguman dewleta TC'ê ya faşîst bi van êrîşan dixwaze derdorê tevlî hev bike, gelê me bipirnisîne û bitirsîne.

HELWESTA NY'YÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN

Tam jî weke dema şerê Cîhanê yê 1'ê, TC niha jî êrîş û komkujiyên xwe yên li ser Kurdan û gelên din ên herêmê bi agahî û destûra hêzên Herêmî yê Navnetewî pêk tîne. Qada hewayî ya Iraqê bi kontrola DYA'yê ye. Bêyî destûra  DYA'Yyê nikare êrîşên wiha bîne. Dîsa beriya niha dewleta TC'ê gotiye êrîşa li ser hevrêyê me Zekî Şengalî bi agahiya hikûmeta Iraqê bûye. Wê demê jî weke li bara êrîşa niha hikûmeta Iraqê ti helwesteke giran nîşan nedaye. Her wiha hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî li dijî van êrîşan hti helwestek nîşan nedaye. Ev rewş nîşan dide ku hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê jî destûr dane van êrîşan. Bi ti awayî nayê qebûlkirin ku NY li ser êrîşa Kampa Mexmûrê ku di bin parastina wê de, bêdeng bimîne. Ev rewş zenê tîne ser NY'yê jî.

BERXWEDANA GELÊ MEXMÛRÊ Û ŞENGALÊ MIROV PÊ RÛMETAR DIBE

Hem gelê me yê Mexmûrê û hem jî gelê me yê Şengalê bi helwesta xwe ya serbilindî û bi rûmetî, bi berxwedana li dijî faşîzmê em em rûmetdar kirin. Em Tevger helwesta birûmet a gelê me yê Mexmûrê û Şengalê slav dikin. Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûr, Misilan, Xiristiyan û hemû gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên faşîzmê rabûne ser piyan. Gelên me dîtine ku êrîş ne tenê li ser Kurdan, li ser saziyên demokratîk in ku wan bi hev re ava kirine û her wiha li ser jiyana azad in. Em helwesta birûmet a gelê xwe ya li bara gefa dagirkirinê  slav dikin. Bi vê çarçoweyê di serî de gelên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bang dikin ji bo ku xaka xwe û rûmeta xwe biparêzin li dijî fazîmê zêdetir li ber xwe bidin, em bang li dostên Kurdan jî dikin ku pişta vê berxwedanê bigirin.