KCK'ê bi wesîleya destpêkirina sala nû ya perwerdeyê peyam weşand

KCK'ê got, "Mafê perwerdekirina zarok û ciwanan, bi qasî ku radestî ti hêzên din neyê kirin, jiyanî û pîroz e. Em mafê perwerdeya zarokên xwe, bi xwe pêk bînin" û li dijî pergala perwerdeya bişavtinê banga têkoşînê kir.

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê bi wesîlaye destpêkirina sala nû ya perwerdeyê peyamek weşand.

Di peyama KCK'ê de hat gotin, "Her destpêk, bi xwe re jiyaneke nû dide destpêkirin. Bi boneya destpêkirina sala perwerdeyê ya 2017-2018’an, em di kesayeta şehîdên qehreman ên perwerdeyê heval Mehmet Karasûngûr, Salîh Kendal, Ferzad Kemanger û Viyan Amara de hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Weke pêkanîna xeyalên wan, em soza avakirina pergala perwerdeya civaka demokratîk û azad didin. 

Sala nû ya perwerdeyê; li mîmarê paradigmayê û mamosteyê mezin Rêber Apo, li hemû gelên  Kurdistanê, li hemû kedkar, mamoste û xwendekaran pîroz dikin. Em hemû têkoşîn û xebatên ku gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn, li hemberî bişavtin û qirkirinên çandî dimeşînin, destek dikin û di kar û xebatên wan ên avakirin û pêşxistina pergala perwerdeya neteweya demokratîk de serkeftinê dixwazin."

Daxuyaniya Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê wiha dewam kir:

"Li Wargeha Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr), Şengal, Rojavayê Kurdistan û herêma Bakurê Sûriyeyê bi fikr û ramanên azad û bi zîmanê dayîke pêvajoya perwerdeyê ya 2017-2018’an destpê dike. Li van qadên azad, em serdema nû ya perwerdeyê li hemû gelan, zarok û ciwanan, mamoste û kedkarên perwerdeyê pîroz dikin. 

Dewletên dagirker ên faşîst Tirkiye û Îran, bi kûrkirin û berfirehkirina qirkirina çandî û fîzîkî ve dest bi sala nû ya perwerdeyê dikin. Di pergal û rejîma înkar û îmhaya ku li ser gelê Kurd û Kurdistanê dimeşînin de dibistanan weke çeperekî pêş ê qirkirina çandî û aşê bişavtinê bikar tînin. Îro jî ev dibistan li Kurdistanê weke aşê bişavtinê tên bikaranîn. Ango qirkirina fîzîkî û çandî di heman cihî de bûne yek û rûyê veşartî yê dagirkerên faşîst eşkere bûye.

Bi hevalbendiya faşîzma reş, spî û kesk re dijminatiya li hemberî gelê Kurd û hezên demokrasîxwaz derxistine asta herî jor. Di xizmeta pergalê de be jî, xwe li nasnameya Kurd û demokrasîxwazan ranagirin. Pergala Tirk a dagirker, ji bo ku bi birçîbûnê terbiye bike û teslîm bigire, bi deh hezaran mamoste û kedkarên perwerdeyê ji kar dûrxistine. 

Li hemberî desthilatdariya dagirker û faşîst ên dev bi xwîn; ji bo gelê Kurd, hêzên demokrasîxwaz, şoreşger û sosyalîst, ji derveyî bilindkirina têkoşîn û berxwedaneke giştî û bêhempa, ti rê û rêbazek din nemaye. Ji bo avakirina neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk, divê em van êrîşên dagirkeran, weke şensekî binirxînin û xwe ji pergala perwerdeyê ya qirkirina çandî û fîzîkî qut bikin. Bi hemû hêz û jiyana xwe, pergala perwerdeya demokratîk pêş bixin. Em her mal û deverê veguherînin warê perwerdeyê. Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê; mafekî xwezayî, civakî û weke şîrê dayîkê helal û rewa ye. 

Dîsa gelê me yê ku li derveyî welat dijî di bin ronahî û rihê ezmûna perwerdeya Mexmûr, Rojava û Şengal de pêwîst e hîn zêdetir li zimanê dayikê û perwerda wê xwedî derkeve. Li her welatê ku lê dijî, têkoşîna bidestxistina mafê hiquqî û demokratîk ê perwerda zimanê dayikê bilind bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin:

"Banga me, ji hemû mamoste û kedkarên perwerdeyê yên welatparêz, şoreşger û demokrat re ew e ku em zarok û ciwanên xwe li her cihê destdayî bi ziman, feraset û mufredatê xwe perwerde bikin. Mafê perwerdekirina zarok û ciwanan, bi qasî ku radestî ti hêzên din neyê kirin, jiyanî û pîroz e. Em mafê perwerdeya zarokên xwe, bi xwe pêk bînin. Li hemberî qirkirina çandî ya pergala faşîst a Tirkiye û Îranê, her wiha pergala wan a perwerdeya bişavtinê, divê hemû gelê me li qadan bi meş, mîtîng û çalakiyên girseyî red û şermezar bikin. Divê em pergala bişavtinê protesto bikin û bi ti şêweyî qebûl nekin."