KCK'ê bang kir: Rabin ser piyan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo tayînkirina qeyûman li şaredariyên HDP'î got, "domdariya darbeya siyasî ye" û bang kir, ku li her deverê her kes rabin ser piyan û dest bi têkoşîneke bênavber bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê der barê desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya qirker mêtinger êrîşên xwe yên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd gihandiye qonaxeke nû. Hevşaredarên ku bi rêjeya 60 ji sedî yê dengê gelê Kurd hatine hilbijartin, ji aliyê Wezareta Karên Hundir a bi serkêşiya Suleyman 'Soysûz' (Bê esil) ve ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Li şûna wan waliyên ku ti eleqeya wan bi gelê Kurd re nîne û dijminê Kurdane hatin tayinkirin. Ev êrîşa li dijî hilbijartiyan domdariya darbeya siyasî ya 20'ê Tîrmeha 2016'ane.

Êrîşên faşîst ên li dijî hêzên demokrasiyê û gelê Kurd wê ji niha û pê ve zêdetir bibin. Êrîşên li dijî Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji bo çi tê kirin, ev êrîş jî ji bo heman armancê ye. Ev armanc jî qirkirina Kurdane.

Tenê sedemek dûrxistina Hevşaredaran heye; ew jî têkbirina hêzên demokrasiyê û temamkirina qirkirina Kurdane. Nirxandina van êrîşan bi rengekî din wê were wateya fêhmenkirina armanca desthilatdariya şerê taybet faşîst qirker. Çawa ku li her deverê li dijî hebûn, nasname, îradeya siyasî, daxwaza azadî û demokrasiyê ya Kurdan êrîş tê kirin, êrîşa li dijî şaredariyan jî êrîşek li dijî îradeya hebûnê ya Kurdane. Her Kurdên ku xwedî li nasname, çand û azadiya xwe derdikevin di hedefa vê sîstema qirker de ye. Heta ku Tirkiye demokratîk bibe û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin wê dawî li van êrîşên ji bo qirkirinê neyê.

DIVÊ HER DEVER BIBE QADA TÊKOŞÎNÊ

Ev êrîşa li dijî îradeya siyasî ya gel, careke din nîşan daye ku sîstema siyasî ya li Tirkiyeyê sîstemeke şerê taybet a qirker faşîst e. Hilbijartinên ku dem bi dem li Tirkiyeyê tên kirin ji bo nixumandina rastiya sîstema faşîst qirker e. Eger yên tên hilbijartin sîstema şerê taybet a qirker mêtinger nanixumînin hingî dest li wan tê werdan. Girtina DEP'iyan di sala 1994'an de, girtinên 14'ê Nîsana 2009'an, girtina parlamenter, hevşaredar û bi hezaran siyasetmedaran piştî darbeya siyasî faşîst a 20'ê Tîrmeha 2016'an, her wiha darbeya siyasî ya 19'ê Tebaxê nîşaneya vê yekê ye. Têkoşîna demokrasî û azadiyê ya Kurdan maskeya li rûyê şerê taybet qirker mêtinger eşkere dike.

Kurd û hêzên demokrasiyê wê bi têkoşîna xwe maskeya rastiya şerê taybet faşîst hîn bêhtir bixin û teşhîr bikin. Nêzîkatiya 'li Tirkiyeyê demokrasî heye û di vê çarçoveyê de pirsgirêk dikarin bên çareserkirin' xeflet û xwexapandine ku ev yek zerara herî mezin digihîne têkoşîna demokrasiyê. Li Tirkiyeyê desthilatdariyeke faşîst mêtinger qirker heye. Li dijî desthilatdariyeke bi vî rengî ancax bi têkoşîna bi her şêweyî Tirkiye dikare bê demokratîkkirin û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Di vê çarçoveyê de têkoşîna gerîla û serhildan jî rêbazên bingehîn ên têkoşîn a li dijî faşîzma qirker e. Li dijî mêtingeriya qirker divê bi her rengî têkoşîn bê meşandin, faşîzm bê têkbirin. Lewma di serî de jin û ciwan divê gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê li dijî faşîzmê her kolan, meydan, çiya û deştê bikin qada têkoşînê.

BERSIVA PÊWÎST LI DIJÎ DESTHILATDARIYA FAŞÎST

Li Tirkiyeyê ne demokrasî heye ne jî azadî. Nêzîkatiya mîna ku li Tirkiyeyê demokrasî heye, nêzîkatiyeke welê ye ku hem têkoşîna demokrasî û azadiyê lawaz dike hem jî xizmetê ji dijminên demokrasiyê re dike. Lewma têkoşîna demokrasî û azadiyê nabe ku di çarçoveya sînorên qanûnî û rewşa heyî ya siyasî de bê bisînorkirin. Di serî de serhildan û têkoşîna gerîla divê têkoşîn li her qadê bê geşkirin. Jin, ciwan û gelê me divê kolan û taxan veguherînin qada serhildanê. Divê jin û ciwanên Kurd berê xwe bidin têkoşîna azadiyê ya li deşt û çiyê bersiva pêwîst bidin polîsên ku kolan û qad dagirtine, bi rengekî hovane êrîşî gel dikin, her mirovên ku Kurdan diparêzin dixin zindanê û bersivê bidin desthilatdariya faşîst qirker.

Ev hemû êrîş ji bo têkbirina îradeya jiyana azad a gelê Kurd e. Gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd li dijî vê armanca polîtîkaya qirkirinê û têkbirina îradeyê, divê berê xwe bidin qadên azadiyê, li her qadê têkoşîna azadiyê geş bikin û bersivê bidin vê yek.

LIV Û TEVGERA HEVPAR DIVÊ

Partiyên siyasî, tevger û hêzên Kurd nêrîna xwe ya siyasî çi dibe bila bibe li dijî vê êrîşê divê bi hev re tevbigerin, li dijî mêtingeriya qirker a ku îradeya siyasî ya Kurdan ji nedîtî ve tê divê helwesteke hevpar nîşan bidin. Ev êrîş ne tenê li dijî HDP'ê ye li dijî tevahiya gelê Kurde. Ji êrîşeke siyasî wêdetir beşek ji polîtîkaya qirkirinê ye li dijî Kurdan. Her Kurdên ku hebûna Kurdan diparêzin û dixwazin Kurd bibin xwedî îradeya siyasî ya azad, her meyele siyasî divê di çarçoveya welatparêziyê de li dijî vê êrîşê rawestin û bi hemû hêzên Kurd re ji bo parastina îradeya siyasî û hebûna Kurdan têbikoşin.

LI DIJÎ ÎRADEYA SIYASÎ YA KURDANE

Ev êrîşa faşîzma AKP-MHP'ê ne tenê li dijî îradeya siyasî ya gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê ye. Ev êrîş beşek ji êrîşa qirkirinê ya li dijî gelê Kurd ê li Başûr, Bakur, Rojhilat û tevahiya dinyayê ye. Êrîşa desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ye ku li hemû parçeyên Kurdistanê dixwaze qirkirinê bike. Eger Kurd li her devera lê ne li dijî van êrîşan ranewestin wê piştre li hemû parçeyên Kurdistanê êrîş li dijî hêzên siyasî û destketiyên Kurdan bê kirin. Divê ev rastî bê zanîn û di serî de partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê divê hemû partiyên siyasî li dijî van êrîşan helwesteke hevpar nîşan bidin.

ÊRÎŞ LI DIJÎ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ HEMÛYANE

Ev êrîş bi qasî ku li dijî êrîşa siyasî ya gelê Kurd hatiye kirin, di heman demê de li dijî hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê ye. Li Tirkiyeyê, ji bo Kurd sûdê jê wernegirin li dijî demokratîkbûnê hewldanek heye, her wiha bi heman armancê tehamûl ji derfetên demokratîk re nayê kirin. Ji ber vê yekê heta ku li dijî êrîşên li hemberî Kurdan helwest neyê nîşandan ne li Tirkiyeyê demokratîkbûn pêk tê, ne jî hin saziyên heyî bi rengekî demokratîk tê dîtin. Lewma ji bo xwegihandina demokrasiya rasteqîn û afirandina sekna demokratîk a rastî, em bang li hêzên demokrasiyê û her kes û saziyên xwe demokratîk dibînin dikin ku li dijî desthiladariya faşîst a AKP-MHP'ê rawestin û têbikoşin.

SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ DIVÊ BI RENGEKÎ VEKIRÎ HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN

Saziyên siyasî yên navneteweyî, dewlet û partiyên siyasî yên li dijî vê êrîşê helwestê nîşan nedin wê hevparê van êrîşan bin. Di vê çarçoveyê de di serî de Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa divê saziyên navneteweyî, hêzên siyasî û desthilatdariyên xwe demokratîk dibînin, hemû hêzên demokratîk divê li dijî vê êrîşa li hemberî îradeya siyasî ya gelê Kurd bi rengekî vekirî helwestê nîşan bidin.

Li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn êrîşeke giran tê kirin. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe yê li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku li dijî van êrîşan rabin ser piyan û têkoşînê li her deverê bi rengekî bênavber geş bikin."