KCK'ê 10 girtiyen ku li Girtigeha Amede hatin kuştin bi bîr anî

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber salvegera 22'yan a girtîgeha Amedê peyam da û 10 girtiyên ku bi 'qalasên  bizmarkirî' hatin kuştin bi bîr anî.


KCK'ê di peyama nivîskî de got, ''24'ê Îlona 1996'an salvegera 22'yan a komkujiya Amedê ye. Em 10 hevrêyên ku bi qalasên bizmarkirî serê wan hate perçiqandin û şehîd bûne bi hurmet û minet bi bîr tînin, em soz didin ku em ê bêrîkirina û berxwedana wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û Kurdistana azad, Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Demokratîk pêk bînin.
KCK'ê bi bîr xist ku beriya bi 22 salan bi qalasên bi bizmar û bistikên hesînî êrîş birine ser girtiyan û got, hişmendiya wê rojê îro ji hêla desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ve tê temsîlkirin.

Di peyama KCK'ê de wiha hate gotin:


''24'ê Îlona 1996'an roja hevdîtinê girtî derxistine korîdoran, leşker û qerdiyan bi qalasên bizmarkirî û bistikên hesinî êrîş birine  û 10 girttiyên şoreşger kuştine, bi dehan jê jî birîndar kirine. Hin ji van girtiyan seqet mane, hin jê li tevahiya jiyana xwe bi nexweşiyên giran jiyane. 1996'an her wiha serdemeke wiha bû ku êrîşên li ser Tevgera Azadiya Kurd zêde bûbûn. Van salan êrîş, êşkence û zexta  li ser girtiyên PKK'ê û girtiyên şoreşger ên Tirkiyeyê zêde bûbûn.  Komkujiya 1996'an a li zindana Amedê nîşan daye ku hêzên faşîst ên qirker dikarin çi bikin. Komkujiya zindanê ya 24'ê Îlona 1996'an bûye gava pêşî ya komkujiya 19'ê Kanûna 2000'î ya  li girtîgehên Tirkiyê hatî kirin.
Ên ku komkujiya 24'ê Îlona 1996'an û 19'ê Kanûna 2000'î pêk anîn nehatin cezakirin û ên ku cezayên sivik jî li wan hatin birîn neketin zindanan. Berevajî, kesên ku ev komkujî kirine anîne ser peywirên mezin û hatine xelatkirin. Faşîzma 12'ê Îlona 1980'yî û polîtîkayên şerkerên gemarî yên salên 1990'î yên li zindanên Tirkiyê û Kurdistanê îro ji hêla desthilata faşîst  a AKP-MHP'ê ve têne domandin.

Êrîşên li  girtîgeha yek kesî ya Imraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd, karekterê faşîst ê desthilata AKP-MHP'ê nîşan dide. Ev êrîş her wiha êrîşa li ser gelê Kurd, gelên Tirkiyê û hêzên demokrasiyê ye. Çawa ku hemû zindan bûne navendên zilmê; Tirkiye û Kurdistanê ji bo gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bûne girtîgehên servekirî. Kirinên kêfî yên li zindanan, li Kurdistanê û hemû Tirkiyê didomin.

Îro yên ku 24'ê Îlonê serê girtiyan bi qalasên bizmarkirî parçe kirin û 19'ê Kanûnê girtî bi saxî şewitandin ji hêla desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ve têne temsîlkirin. Wan salan ên ku dixwestin ku bi darê zorê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd û gelên Tİrkiyê biçewisînin îro jî bi heman rêyê ne. Li zindana Amedê, ne salên 1980'î û ne jî 1990'î teslîmî vê faşîzmê nebûye, bi berxwedanê, ji bo têkoşîna gel û gerîla bûne nirxên herî sereke yên moralê. Îro berxwedanên li hemû zindanan, hêzên sereke yên moralê yên gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ne.

Me ti caran hevrêyên xwe yên ku 24'ê Îlonê bi hovîtî hatin şehîdxistin û birîndar bûn, ên ku seqet man ti caran ji bîr nekir. Ew di têkoşîna me ya azadiyê d têne jiyîn, li Tirkiyê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn têkoşîn geş dibe.  Dema ku ew şehîd bûn, Kurdistan azad ku wan bawerî pê anîn, îro bûye armanceke ku pêkhatina wê nêz e. Bi vîna berxwedanê û bi baweriya van hevalan teqez e ku faşîzma AKP-MHP'ê wê were şikanidn û Kurdistana Azad bi teqezî were pêkanîn.''