KCK: Di meha Remezanê de em li hev xwedî derbikevin

KCK'ê ji bo meha Remezanê daxuyaniyek da û bang kir ku li hev xwedî derbikevin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rêveberiya Erdogan- AKP’ê li Kurdistanê ji hêla siyasî ve ne meşrû ye û ne qanûnî ye. Ji hêla dînî ve jî heram e."

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê ji bo destpêka meha Remezanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em hêvî dikin ku rojiya îsal ji bo Misilmanan bibe sedem ku her cure ziman û kirina cihêkar qels bibe, bibe sedema ku yekîtî û hevgirtin zêde bibe.

Di serî de li cografyaya Rojhilata Navîn li tevahiya welatên Îslamê problemên giran hene. Bi milyonan Misilman di vê Remezanê de di nav şert û mercên giran de wê rojiya xwe bigirin. Em hêvî dikin ku rojiya îsal bibe sedem ku pêşî li vê rewşa bi kovan bigire û bi ponîjînê derbas dibe. Em hêvî dikin ku di vê meha Remezanê de her kes qenciyan mezin bike. Bila dia û xwestina di vê rojiyê de bibe sedem ku di navbera gelan de yekîtî û xwîşk û biratî geş bibe û bibe sedem ku di serî de li Rojhilata Navîn, kêşeyên li qadên din çareser bibin.

‘DIVÊ HEMÛ MISILMAN LI DIJÎ NÎJATPERESTIYÊ Û MEZHEBPARÊZIYÊ DERBIKEVIN’

Remezan li cografyaya Misilman di rewşeke wiha de ku şer heye û gelek mirov mirin û mexdûr dibin dest pê kir. Berpirsê sereke yê pirsgirêkên ku Misilman dijîn ew e ku li şûna ku wesîkeya H.Z Pêxember ya Medîneyê ji xwe re bikine rêbera rêveberiyê rejîma siltaniyê danîne ber xwe. Bi wesîleya rojiyê em careke din dixwazin diyar bikin ku kêşeyên li nav civaka Îslamê ne ji ber dijminatiya di navbera gelên Misilman de ye û ne jî ji ber hejariya li cografyaya Îslamê. Berpirsê sereke yên kêşeyên ku rû didin rêveberên dewletan in ku cihêrengiya me ya etnîk bi nîjatperestiyê û cihêrenegiya me ya di jiyana dînî de bi mezhepparêziyê dike dijminê hev. Xwediyê vê fitneyê nirxên dînî yên Rojhilata Navîn bi kar tînin û li pey wê ne ku bobelat û karesatên ji yên niha kambaxtir pêk bînin. Ji bo pêşî li bobelateke wiha were girtin em bang dikin ku  Misilman li dijî nîjatperestiyê û mezhepparêziyê derbikevin. Em bang li hemû gelên Misilman dikin li dor nirxên demokratîk ê ku Îslam temsîla wan dike bicivin û li dijî wan hêzan, ku ji bo berjewendiyên xwe hazir in ku nirxên mirovahiyê gemarî bikin, bi rengekî vekirî helwesta xwe diyar bikin. Em hêvî dikin ku rojiya îsal bibe sedem ku di alema Îslamê de hewlestên bi vî rengî bi xwe re bîne, bibe zemîna hîs û ramanên ku têkoşîna demokratîk li ser rabe û geş û gur bibe.

‘HEBÛNA AKP’Ê HERAM E’

Gelê Kurd, ku piranî Misilman e, di bin zilma wan dewletan de ku ji xwe re Misilman dibêjin, ji gelên din ên Misilman zêdetir zilmê dibînin. Li Bakurê Kurdistanê siyaseta îmha, înkar û desteserkirinê ya dewleta Erdogan-AKP a faşîst a qirker ku argûmanên Îslamê bi kar tînin, li Başûr û Rojava qirkirina çeteyên bi navê DAIŞ’ê ku navê Dewleta Îslamê li xwe kiriye û Rojhilatê Kurdistane jî zext û darvekirina Komara Îslamê ya Îranê, pêkanînên qirkirinê ku Kurd lê rast tên.

Dewleta Tirk, ji roja ku hatî damezirîn û heta niha Kurdan tine dihesibîne, nirxên wê yên madî û manewî dimije û Kurdan qir dike. TC a bi rêveberiya Erdogan-AKP’ê bi rêya qeyûman desteserkirina vîna temsîlî ya siyasî ya ku Kurdan bi berdêl û kedên mezin bi dest ve aniye jî zêde kiriye. Di referandûma 16’ê Nîsanê de jî gelê Kurd nîşan daye ku rejîma dewleta Erdogan-AKP’ê ya înkar, îmha û desteserkirinê nas nake. Rêveberiya Erdogan-AKP li Kurdistanê ne ji hêla siyasî ve û ne jî ji hêla qanûnî ve ne meşrû ye. Ji hêla dînî ve jî hebûna wê heram e. Ev firqeya heram ji bo ku gunehê xwe veşêre her demê hewl daye şeml û xemlê.

Ji bo Erdogan û AKP’ê îbadet teqez e ku şeml û xeml e. Îsal wan xwe amade kiriye ku xwarina sihorê û fitarê bikin şeml û xemla xwe. Ev ne ji teyfeya bawermendan in lê ji teyfeya minafiqan in. Bawermend zilmê li civakeke Misilman nakin, bi kotekî dest li ser nirxê civakê nadeynin, nasnameya civakî înkar nakin. Ev bi rêya şaredarî û saziyên  din ên ku bi kotekî dest li ser danîne, bi navê ‘xêr’ê dixwazin beşek ji vê li gel belav bikin. Li gorî baweriya me her tişta ku AKP bi taybetî bi navê 'Xêra Remezanê' dixwaze li Kurdistanê belav bike heram e. Em bawer dikin ku xwe vegirtina ji sifra wan, ji negirtina wan tiştên ku ew belav dikin wê bibe helwesta rast a Îslamî. Ji ber ku bi tişta ku bi navê xêrê dixwazin belav bikin, tam weke wan diravên ne helal in, ku bi diziyê şofandin dixwazin hemû kirinên xwe helal bikin. Em bawer dikin ku Kurdistaniyên Misilman li dijî AKP’ê ya ku di nav heramê de maye û li dijî yên ku bi AKP’ê re di heman refî de ne, wê helwesteke weke ya Ebûzêr Gifarî ya li dijî Muaviye nîşan bidin.

‘DIVÊ HEVGIRTIN WERE GEŞKIRIN’

Weke her Misilmanê xwedî sinc û wijdan em bawer dikin ku zana û seydayên Kurd li dijî wan kesan, ên ku navê Îslamê, pirtûka wê ya pîroz, hadîsên Hz. Pêxember ji bo neqenciyên xwe binixumînin bi kar tînin, bi pîroziyên Misilmanan Misilmanan dixapînin û ji bo ku kuştinê bi kar tînin wê bi rengekî xurttir têbikoşin.

Bi vê baweriyê em bang li zana û seydayên Kurdistanê dikin ku di têkoşîna teşhîrkirina zaliman, rêxistinkirina heq, dadê de ji her demê zêdetir hewl bidin. Em bawer dikin ku di vê meha rojiyê de helwesta herî rast û sincî wê ev be. Kurdistanî di vê rojiyê de divê zêdetir hev bigirin. Eger fitre û zikatên xwe bidin nas û xizmên xwe û ji bo ku bigihînin Kurdistaniyên ku pê hewce ne bidin saziyên têkildar wê bêhtir bi xêr û ber be.

Di nav vê çarçoweyê de di serî ji bo Misilmanên Kurdistanî ku xwe ji qenciyê dûr naxin, tim di rêya rast de dimeşin, xweşikiyê nûra Xweda qebûl dikin û rojî digirin, em hêvî dikin ku hemû civakên Misilman û bawerî berê xwe bidin avakirina biratiyê û rojiya wan pîroz be."