KCK: Bila meha Remezanê bibe wesîle aştî, aramî û azadiyê

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya meha Remezanê peyamek da û xwest, meha Remezanê bibe wesîleya azadî, aştî û aramiyê.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya meha Remezanê ku îro dest pê kir, peyameke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku desthilatdarên xwe Misilman bi nav dikin, ji zilma muşrîkên Mekkeyî li bawermendan dikirin bêhtir zilmê li Misilmanan, gel û baweriyên din dikin.

KCK'ê diyar kir ku ev dewlet û desthilatdarî bi rengekî bê sînor zilmê li gelan dikin, mirovan bi zorê ji cih û warê wan derdixînin û wiha dewam kir: "Îbadeta li meha Remezanê tê kirin divê mirovan bike xwedî exlaq, îrade û wijdan. Lê mixabin îro piraniya Misilmanan vê meha îbadet û hizirînê weke meheke îsraf û mezaxtinê pêşwazî dikin."

DIVÊ PIŞTGIRÎ JI GELÊN KURD Û FÎLÎSTÎNÊ RE BÊ DAYIN

KCK'ê ragihand, di demekê de ku li Efrîn û Qudsê talan, komkujî û dagirkerî heye û gelên Kurd û Fîlîstînê êşên giran dikişînin, alema Îslamê dest bi meha Remezanê ya îsal dike. KCK'ê destnîşan kir ku li gorî emrê Quranê, divê hemû Misilman di vê meha Remezanê de piştgiriyê bidin gelên Kurd û Fîlîstînê.

KCK'ê bi bîr xist ku li Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê diqewime û wiha dewam kir: "Hin kes û hêz hene ku nirxên çandê yên Îslamê û Rojhilata Navîn dikin hinceta vî şerî. Divê were zanîn, sedemeke bingehîn a pirgirêkên li herêma me rû dane ew kes in ku li gorî Îslamê munafiq in, lê niha bi navê dîn ji her kesî bêhtir diaxivin û di asta rêveberiyê de ne. Êrîş, komkujî û trajediyên ku dewleta TC di destpêka vê salê de li Rojava û Bakurê Sûriyeyê anî serê gelê Kurd û yên dewleta Îsraîlê van çend rojên dawî anî serê gelê Fîlîstînê kir, pêwendiya xwe bi Îslamê, Yahûdîtiyê û çanda qedîm a Rojhilata Navîn re nîne. Ti têkiliya van zalimên mêtinger bi dîn û exlaqê re nîne. Yekane çareya me ya li dijî vê êrîşkariyê ew e ku em di hemû dîn û baweriyan de yekîtiya demokratîk, azad û wekhev a gelan, xwişk û biratiyê mezin bikin. Bi wesîleya meah Remezanê, di serî de Misilman em bang li hemû bawermendan dikin ku li dijî nemrûdên serdema heyî; Erdogan û Netanyahûyan ku bi bikaranîna pîrozmendiyên olî dijminatiyê dixin nava gelan, helwestê nîşan bidin."

ERDOGAN DIXWAZE TRAJEDIYA GELÊ FÎLÎSTÎNÊ DI HILBIJARTINÊ DE BI KAR BÎNE

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê da xuyakirin ku dewletên Îsraîl û Tirk, di roj û mehên pîroz de jî bi rengekî bê sînor dijminatiyê li gelên Fîlîstîn û Kurd dikin û wiha dewam kir: "Dîn bi kar tînin û jin, zarok, ciwan, extiyaran dikujin. Di navbera van her du dewletan de gelek peyman û hevkariyên leşkerî, îstîxbaratî, aborî û çandî hene. Lê belê her du dewlet, dema mijar berjewendiyên wan be, mexdûriyetên gelên Kurd û Fîlîstînê li dijî hev bi kar tînin. Erdogan ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê trajediya gelê Fîlîstînê bi kar tîne û dixwaze li ser vê trajediyê dengan bi dest bixe. Serokwezîrê Îsraîlê jî mîna Erdogan komkujiyên ku li gelê Kurd hatine kirin tîne bîra Erdogan. Ji ber vê yekê, bi wesîleya meha Remezanê em careke din bang li Misilmanên Tirkiyeyî û gelê Îsraîlê dikin ku bi Erdogan û Netanyahû yên dînên me îstîsmar dikin nexapin. Em bang li Misilmanên Tirkiyeyî dikin ku rûyê rast ê Erdogan û AKP'ê bibînin ku bi deh qatan ji zilm û zordariya Netanyahû li gelê Fîlîstînê dike bêhtir li gelê Kurd dike. Û bang dikin ku destekê bidin doza mafdar a gelê Kurd."

KCK'ê destnîşan kir ku gelê Kurd ji roja Îslam nas kir û vir ve biratiya ummetê ji xwe re esas girtiye û got, "Bi gel û baweriyên din re timî bi dostanî jiya ye. Gelê Kurd van çil salên dawî bi tevgera azadiyê re hewl dide vê çandê bidomîne. Gelê Kurd ji bo karibe paşerojeke azad û demokratîk bi çanda xwe tevî gelên din bijî, pêwîstiya xwe bi xurtkirina yekîtiyê heye. Em hêvîdar in ku Remezan a îsal bibe wesîle ji xurtkirina yekîtiya gelê Kurd û rêxistinbûna demokratîk.

Bi vê bîr û baweriyê em meha Remezanê li alema Îslamê bi taybetî li Misilmanên Kurdistanî û Fîlîstînî pîroz dikin û hêvîdar in ku wê bibe wesîleya xêr û xweşiyê."