KCDK-E: Cejna Remezanê bila bibe wesîleya aştî û azadiyê

KCDK-E xwest, Cejna Remezanê bibe wesîleya aştî û azadiyê.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê, bi wesîleya Cejna Remezanê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Cejna Remezanê ya îsal, li welatê me Kurdistanê û li Rojhilata Navîn di nava rewşeke şer û hewldaên ji bo siyasîkirina olê tê pîrozkirin. Bloka faşîst a AKP-MHP'ê, ku dijminê nasname û baweriyên li welatê me ye, tekparêz û desthilatdarparêz e, li ser navê ol şerekî bê exlaq û bê pîvan dike. Di vê meha pîroz de, tevî polîtîkayên xwe yên kujer, zext û înkarê ên li Bakurê Kurdistanê, li Rojava, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê jî operasyonan dike. Di nava şer de em bi xemgînî cejna Remezanê pêşwazî dikin.

Di serî de Kurd û Tirk, pêwîste hemû Misilmanên ji dil, li dijî vê zîhniyeta kujer û înkarê têkoşînê xurt bikin û mîna 'Pyemana Medîneyê', di roja îro de jî ji bo jiyaneke di nava şert û mercên wekhev û azad ên bawerî û nasnameyan de, bixebitin.

Divê Kurd, di nava rewşeke azad a nasname û baweriya xwe de bijîn, bi têkoşîna ji bo Rêbertiya azad û nasnameya azad re, di nava rewşeke bê şer û azad de cejna Remezanê pîroz bikin.

Weke KCDK-E, em cejna Remezanê di serî de li gelê Kurd, li hemû Misilmanên ji dil û mirovahiyê pîroz dikin û hêvîdar in ku wê azadî û wekheviyê bîne."