KCDK-E Cejna Noelê pîroz kir

KCDK-E bi wesîleya Cejna Noelê daxuyaniyek da û got, "Bila Cejna Noelê bibe wesîleya aştî, wekhevî û biratiyê."

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û Cejna Noelê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em Cejna Noelê li tevahiya alema Xiristiyan pîroz dikin û hêvîdar in ku bibe wesîleya aştî û aramiya navbera gelan û baweriyan.

Erdnîgariya Kurdistanê ku hezar sal e malovanî ji gelek bawerî û gelan re kiriye, bûye axa herî berhemdar a jiyaan bi hev re, aştî û azadiyê. Tevî ku hêzên serdest bi dehan carî komkujî û qirkirin li ser vê erdnîgariyê kirine jî, gel û baweriyan bi hev re di nava hurmet, hezkirin û aştiyê de bi hev re jiyan e.

Bi wesîleya Cejna Noelê em hêvîdar in ku wê cîhaneke demokratîk ava bibe ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê cejnên xwe bi dilxweşî pîroz bikin. Em Hêvîdar in ku wê bi felsefeya Neteweya Demokratîk a Serok Apo re jiyana bi hev re ya baweriyan, aştî û aramî xurtir bibe.

Bi navê KCDK-E em Cejna Noelê li alema Xiristiyan pîroz dikin û hêvîdar in ku bibe wesîle ji aştî û aramiya navbera gelan û baweriyan."