KCD'ê ji ber wefata dengbêj Cizîrî peyama sersaxiyê weşand

KCD'ê sersaxî ji malbata dengbêj Fadil Cizîrî û hemû hezkiriyên wî xwest û got, "Dengbêj Fadil Cizîrî bi huner û berhemên xwe hiştiye ku çanda Kurdan bi pêş bikeve.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji ber wefata dengbêj Fadil Cizîrî peyameke sersaxiyê weşand.

Di peyama KCD'ê hate gotin, "Bi êşeke mezin em pê hesiyan ku dengbêj Fadil Cizîrî wefat kiriye. Rehma Xwedê li yek ji nirxên gelê me li Fadil Cizîrî be. Serê malbatê, gelê me û hemû hezkiriyên wî sax be.

Dengbêj Fadil Cizîrî bi huner, berhemên xwe hiştiye ku çanda Kurdan pêş bikeve. Bi vê kedê jiyaneke têr û tijî derbas kir. Wefata Fadil Cizîrî ji bo me wendahiyeke mezin e. Bermehên wî afirandine ji bo têkoşîna me ya azadiyê watedar in û ew ê her hebin."