KCD: AKP, di Cejna Remezanê de jî xwînê dirêjîne!

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê weşand û bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da. KCD’ê banga yekîtiya neteweyî kir.

KCD’ê bi boneya cejna Remezanê peyameke nivîskî ya pîrozbahiyê weşand. KCD'ê bal kişand ser xisleta aştiyane ya cejnan û wiha pêde çû; “Meha Remezanê, tê wateya biratî, piştgirî, hezkirina û rêzdariya hev, yekîtî û bihevrebûnê.”

'AKP, DI MEHA REMEZANÊ DE JÎ XWÎNÊ DIRIJÎNE'

KCD'ê bal kişand ser rûyê reş û şerxwaz ê desthilatdariya AKP’ê û diyar kir, "Ligel peyama aştiyane ya Remezan û cejnan, ji ber polîtîkayên zilm û şerxwaz ên zordaran, di serî de gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn di nav dojeha şer de, bi kuştin, koçberî, zilm û zordarî, birçîbûnê re rûbirû hatiye hiştin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û Dewleta Tirk ku ji encamên hilweşîner ên operasyonên derveyî welat ên dema borî ders dernexistî, bêyî ku pîrozbûna meha Remezanê li ber çav bigire, gerîlayên PKK'ê kire hincet û kete nava hewldana dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê.

Beriya niha jî bi dehan caran operasyonên bi vî awayî hatine kirin lê hemû jî bi binketinên mezin encam bûne. Lewre bûne sedema pirsgirêkên mezin ên civakî.

Îro desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo hesab û berjewendiyên xwe yên hilbijartinê dîsa serî li vê rêbaza bê encam daye û ev jî tê wateya hilweşandina bihevrebûna gelên Kurd û Tirk.

Lewre em vê hewldana dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê şermezar û protesto dikin.”

'EM BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ DIJ DERKEVIN'

"Di serî de rêxistin, sazî û partiyên Başûrê Kurdistanê, divê Kurd hemû li dijî vê dagirkeriyê bi hest û helwesta neteweyî dij derkevin û xwedî li nirxê Kurd û Kurdistanê, dîsa li serweriya xaka Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin.

Civaka navneteweyî û derdorên demokratîk ên Tirkiyeyê jî divê li dijî vê kiryara dagirkerî ya dewleta Tirk derkeve.

Bi van hestan em cejna hemû alema Îslamê pîroz dikin, hêvîdar in ev cejn bibe wesîleya aştî û azadiyê ya civakan."