Karkerên sewaxê heqê keda xwe nastînin

Karkerên înşaetê yên karê sewaxê dikin û rojê 13 saetan dixebitin diyar kirin, ku ew rojê 200 kîsên cilsê yên 35 kîlo hildigirin û di berdêla vê de tenê 35 TL qezenç dikin.

Karkerên înşaetê yên li taxa Sirrin a Navçeya Haliliyê karê sewax û cilsê dikin, diyar kirin ku ew heqê keda xwe nastînin. Karkerên inşatê diyar kirin ku piştî penaberên Sûriye hatin Rihayê heqê kedê bêtir erzan bû. Karker Eyup Kaya, diyar kir ku ew li welatê xwe bûn xerîbê welatê xwe. Karker û hostayê cilsê ê 27 salî Neşet Denîz jî anî ziman ku 9 sal in karê sewax û cilsê dike û wiha got: "Mutahît heqê me û pereyê me her dem dereng dide me. Karê ez dikim bi 20 hezar tl ye. Lê buhayê daîreyê jî bi 200 hezar tl ye. Ji ber heqê me nadin me em nikarin kar bikin. Şîrketên Taşeron li ser pişta me û bi keda me pere qezenç dike. Ji ber ku kar tune û em mecbûrî wan in em bi erzanî diebitin. Di sala 2008’an de metrekareya kar bi 2,5 tl bû. Niha bi 3 tl ye. Metrekareya cilsê jî bi 5 lira ye. 

EM 13 SAETAN BI 35 TL DIXEBITIN 

Karkerê 20 salî Eyüp Kaya jî anî ziman ku 2 salin dixebite û rojê 13 saetan kar dike lê li hemberî keda xwe tenê 35 TL distîne. Kaya anî ziman ku her rojê 200 kîsên cilsê yên 35 kîlo hildigirin û di berdêla wê de tenê 35 lîre digirin.