Karkerên Demsalî: Em dixwazin bi rengekî azad li warê xwe bijîn

Karkerên demsalî yên Cizîrî, diyar kirin ku ji ber dewletê Cizîr xera kir bêkar û betal man û neçar man hatine Sakarya karê findiqan bikin.

Welatiyên Cizîrê yên di şer de dewletê tax û xaniyên wan xera kirİN û mal û milkê wan talan kirin, di demsala kar de berê xwe dan bajarên Tirkiyeyê û li wir karên demsalî dikin. Welatiyên navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ku hatin li navçeya Karasû ya Sakarya karê findiqan dikin, diyar kirin ku ji ber şerê dewletê xaniyên wan hatin xerakirin û malê wan hat wêrankirin. Welatiyên Cizîrî yên hatin li vir kar dikin rojê bi 55 TL dixebitin." 

Karkerên li gundê Parali yê Karasu dixebitin li ser sedema hatina xwe û şertên xwe axivîn. 

'HATINA JI CIZÎRÊ HETA VIR GELEKÎ DIJWAR E'

Karkera findiqan Hasret Danerî (18), diyar kir ku ji Cizîrê bi hezaran kîlometre hatine vir findiqan kom dikin û wiha got: "Ji ber em nikarin debara xwe bikin em hatin li vir findiqan kom dikin. Hatina ji Cizîrê heta vir gelek zor e. Şert û mercên xebatê li vir pir dijwar in." 

'DIXWAZIM BIBIM BIJÎŞK'

Danerî, anî ziman ku wê lîse xelas kir, lê ji ber derfetên wan tune nikare bixwîne û ew dixwaze bibe bijîşk û wiha got: "Piştî şer derfetên me xelas bûn. Ji bo ez lêçûna zanîngehê derxim ji neçarî têm li vir dixebitim." 

'DEMA EM DIÇIN BAJARAN EM BI FIKAR IN'

Danerî  anî ziman ku dewletê dibistan û malên wan xera kir û êdî nikarin biçin dibistanê jî û wiha got: "Em neçarin berê xwe bidin bajarê xerîb û bîyanî. Dema em tên li van bajaran kar dikin em bi fikar in. Her sal karkerên demsalî rastî lîncê tên.  Em li vir rojê 12 saetan dixebitin. Em dixwazin dîsa li axa xwe vegerin û li axa xwe di nava aştî û azadiyê de bijîn." 

Zaroka 15 salî Zeynep Sevim jî diyar kir ku yekem car tê karê findiqan dike û wiha got: "Karê findiqan gelek zor û zahmet e. "Piştî dewletê bajarê Şirnex û Cizîrê xera kir êdî derfetên kar neman. Ji bo ku li Cizîrê derfetên kar tune neçar mam hatin li vir findiqan kom bikim. Sevîm anî ziman ku tevî xwişk û birayê xwe hatine li vir kar dikin û amadekariyên debara zivistanê dikin. Sevîm jî anî ziman ku ew dixwaze dibistanê bixwîne û bibe bijîşk û dixwaze li welatê xwe di nava aramî, aştî û azadiyê de bijî. 

OTELA CIZÎRÊ XERA BÛ, BÊ KAR MA

Zaroka 15 salî Sebahat Danerî jî anî ziman ku yekem car tê karê findiqan dike û wiha got: "Ez û xwişka xwe hatine. Ez dixwazim dîsa vegerim Cizîrê." 

Karkerê findiqan Adil Danerî jî diyar kir ku berî dewlet Cizîrê xera bike 10 salan di otelê de xebitî û piştî şer dewletê otel xera kir û betal ma. Danerî, anî ziman ku piştî şer 2 salin diçe bajarên cuda kar dike û wiha got: "Şert û mercên karkeriya demsalî pir zor û zahmet e. "Ez 10 salan li otelê xebitîm. Hem karekî hêsan bû, hem jî qezenca wê zêdetir bû. Piştî şer otel xera bû û bêkar mam. Ez û malbata xwe bi hevre hatin li vir findiqan kom dikin. Rê pir xerabe û talûke ne. Em li vir li dijî êrîşan bi fikar in. Li çend cihan ji mere gotin 'Terorîst' Êdî tu hevî û baweriya me ji dewletê tune ye. Em êdî bi hêz û derfeta xwe li ser piyan dijîn. Dewlet bi çavê kurdan li me dinere û me welatiye çîna duyemîn dibîne."