Karesatên civakî di sala 2018’an de bandor li 61 milyon kesan kir

Li gorî raporeke ku hate weşandin, di sala 2018’an de karesatên civakî bandor li 61 milyon kesan kiriye.

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Mamî Mîzûtorî daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku di sala 2018’an de bandor li her hemû herêman bûye.

Hate diyarkirin ku di nava salekê de herî kêm 280 karesatên xwezayî pêk hatine û cangoriyên van karesatan li gorî sala 2017’an hezar kes zêde bûye.

Li gorî raporê di sala 2018’an de karesatan bandor li ser 61,7 milyon kesan kiriye. Herî zêde li Hindistan, Fîlîpîn û Çînê lehî rabûne. Hate diyarkirin ku di erdheja li Endonezyayê 3500 kes mirine.

Li gorî nûnerê taybet divê rîskên li bajaran werin kêmkirin, krîterên avahiyan werin xurtkirin û ekosîstem were parastin û li hemberî rabûna ava behran jî divê tevdîr werin stendin.