'Karekî bi êş be jî em neçar in bixebitin'

Van rojan bêhna îsotê li ser taxa Sirrinê ketiye, tevahiya rojê jin êşa tûjahiya îsotan dikişînin û bi 20 û 50 TL'yî dixebitin, zarok jî bi 40 TL'yî dixebitin.

Kesên di rojên dawî de li taxa Sirrinê ya navçeya Halîliyeyê ya Rihayê re derbas dibe, bêhna îsota Rihayê qirika wan dişewitîne, lê wiha xuya dike ku gelê herêmê êdî hînê wê bûye. Li her kuçe û taxekê îsot hatine raxistin û jinên taxê yek bi yek îsotan dibijêrin û dixin du ferqan. Her çendî tûjahiya îsotan destên jin û zarokan bisoje jî di her demsala havînê de vî karî dikin. Jin çiwalê îsotan bi 5 TL'yî paqij dikin, rojê di navbera 20 û 50 TL'yî, zarok jî rojê bi 40 TL'yî dixebitin. Adîle Îrfan diyar kir ku ew hînî tûjahiya îsotan bûne û ev tişt got: "Hin jin dema karê du  malan bi hev re dikin, derbasî pêşberî klîmayê dibin dibêjin 'em westiyan', lê şansekî me tine  ku em bibêjin em westiyan."

TÛJAHIYA ÎSOTAN, GERMAHIYA RIHAYÊ

Dayika 5 zarokan a 55 salî Îrfan aşkera kir ku ew 30 sal e bi vî karî re eleqedar e, ev mehek e dest bi vî karî kirine û piştrast kir ku ew gelek zehmetiyan dikişînin. Îrfan got ku "Em destpêkê hûr hûr dikin" û wiha pê de çû: "Piştî têne paqijkirin, têne raxistin. Rojek û 2 rojan têne zuhakirin. Di çiwalan de rengekî reş tê wan. 4 an jî 5 rojan di çiwalan de tê hiştin û piştre tê hêrandin."

Îrfan destnîşan kir ku ew heta meha Mijdarê bi vî karî re eleqedar in, bi pereyê ku 3-4 mehan bi destê wan dikeve  debara xwe dikin. Dayika Îrfan da zanîn ku ew piştgiriyê dide kurê xwe yê bê kar û wiha pê de çû: "Em bi vî pereyî debara malê, lêçûnên dibistana zarokan derdixin. Sîgorteya vî karî tune. Em rojê 5-10 çiwalan paqij dikin. Hin deman îsot gelekî zêde ne, hin caran kêm hin û hin caran jî qet tune."

MEHEK E DIXEBITE

Halîl Ay ê 16 salî jî diyar kir ku ew qasî mehekê ye di vî karî de dixebite, sibê saet di 07.00'an de dest pê dike heta 20.00'ên êvarê dixebite. Ay destnîşan kir ku ew rojê bi 40 TL'yî dixebitin, lê berdêla keda wan ne 40 TL ye. Ay got ku ew bi dayik û 6 xwişk û birayên xwe re dixebite. Mehmet Ceylan ê 18 salî jî anî ziman ku jin di heman demê de tovên îsotan jî vediqetînin û wiha pê de çû: "Dema rûnên zeytûnan berdidin makînê xebat dest pê dike. Em îsotan ji makînê digirin û li erdê radixin. Em rojê bi 40 TL'yî dixebitin û em neçar in bixebitin."