Kardarên Kurd ên li Swêdê xwe bi rêxistin dikin

Kardarên Kurd ên li bajarên Swêdê dawiya vê hefteyê li paytext Stockholmê li hev civiyan û biryar dan ku rêxistineke karsazan ava bikin.

Rêveberên Komeleya Kardarên Kurd a li Ewropayê (AKEE) jî ku navenda wê li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê ye tevlî civînê bûn.

Kardarên Kurd di civînê de gihîştin wê baweriyê ku divê şaxekî AKKE li Swêdê li paytext Stockholmê bê vekirin. Ji bo ev pêk were biryar hate dayin komîsyoneke ku ji karsazan pêk tê bê avakirin. Komîsyon wê ji bo avabûna komeleyê amadekariyên destpêkê bike.

Rêveberekî AKEE yê ji Rêxistinbûnê Berpiryar Mehmet Necîp Karakaş ji ANF'ê re ragihand û ew hewl didin hemû karsazên Kurd ên li Ewropayê birêxistin bikin.

Karakaş anî ziman ku ji bo vê armanca xwe bi cih bînin, wan destpêkê li paytexta Fransa Parîsê şûbeyeke xwe vekirin û piştre li welatên Skandînavyayê ketin nava hewldanan. Karakaş diyar kir, piştî Kopenhagenê ew li Stockholmê bi karsazên Kurd re rûniştin.

Mehmet Necîp Karakaş da xuyakirin ku nêzî 50 karsazên Kurd tevlî civînê bûn û armanca wan ew e ku hemû karsazên Kurdistanî di bin sîwaneyekê de li hev bicivinînin û piştgiriya bi hev re ya karsazên Kurd zêde bikin.

Ji karsazên Kurd Mahmût Tîftîkçî ku tevlî civînê bû anî ziman ku kombûna li hev a sermayeya Kurd wê tevkariyê li yekîtiya neteweyî ya Kurdan bike.

Parlamenterê Mûşê yê HDP'ê Ahmet Yildirim jî tevlî civînê bû û ragihand ku di guherîn û veguherîna civakî ya siyasetê de qada herî bi bandor aborî ye û işaret bi pêwîstiya rêxistinbûna karsazên Kurdistanî kir.