Karasû: Dewleta Tirk ji DAÎŞ'ê bêhtir metirsîdar e

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir, dewleta Tirk ji DAÎŞ'ê bêhtir tehlûke ye û got, têkoşîna li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê têkoşîna ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn e.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, di gotara xwe ya vê hefteyê de ya li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê, polîtîka û armancê qirker ên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn nirxand.

Karasû diyar kir, têkoşîna gelê Kurd a li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê mîna têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê veguheriye têkoşîna ji bo Rojhilata Navîn û mirovahiyê. Karasû got, "Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê di şexsê Kurdan de êrîşî hêzên demokrasiyê û nirxên mirovahiyê dike. Ji xwe ku di hebûna nirxên demokrasî û mirovahiyê de mirina xwe dibînin. Ji ber vê yekê, êrîşên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd divê ji gelek aliyan ve bên nirxandin."

DEWLETA TIRK DEWLETEKE QIRKER E

Karasû anî ziman, Tirkiye niha bûye nobedarê paşverûtî, sîstema zordar û despotîzma li Rojhilata Navîn û diyar kir, ji ber ku yekane armanc, stratejî û polîtîkaya xwe tinekirina Kurdan e, li dijî nirxên mirovahiyê û demokrasiyê ye.

Mûstafa Karasû ragihand, Tirkiye polîtîkayeke welê dimeşîne ku li dinyayê tê wateya sûcê li dijî mirovahiyê û wiha dewam kir: "Dewleteke qirkirinê ye. Ji ber ku nikare vê yekê bi rengekî vekirî bike, hewl dide bi rê û rêbazên durû, demagojîk û derewîn, dinyayê bixapîne. Rastiyan berevajî nîşan dide. Mirov dikarin ji bo Tirkiyeyê bêjin, welatê ku rastî lê tê berevajîkirin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bi dewamî got, "Tirkiye dewleteke şerê taybet e. Li hundir civaka xwe, li derve jî gelên dinyayê û welatan dixapîne. Her tiştî ji bo qirkirina Kurdan û civakên din dike. Yên ku vê qebûl nakin û destekê nadin vê polîtîkayê, weke dijminê Tirkiyeyê tên dîtin. Lewma li ser her kesî ferz dike ku polîtîkaya qirkirina Kurdan normal û rewa bibînin."

DEWLETA TIRK KURDBÛNÊ WEKE TINEBÛNA XWE DIBÎNE

Karasû anî ziman, li Tirkiyeyê her kesên ku Kurdbûna xwe qebûl dikin û dixwazin bi Kurdewarî bijîn, weke dijmin tê dîtin û wiha dewam kir: "Weke dijminê Tirkan, civakeke ku wê Tirkan biqedîne dibîne. Ji ber vê ferasetê, dema ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û Kurd li cihekî destketiyekê bi dest dixe, vê yekê weke pirsgirêka siberoja xwe dibîne. Lewma sîstema demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê weke pirsgirêka siberoja Tirkiyeyê tê dîtin."

Karasû ragihand, Tirkiye qîma xwe bi zordariya li 20 milyon Kurdên li Bakur nîne û got, "Naxwaze ku Kurdên li derveyî Tirkiyeyê ne jî azad bibin. Bi vê armancê bi hêzên cuda re tifaqa li dijî Kurdan çêdike. Ne tenê Kurd, êdî her kes vê dibîne."

GOTINA 'KURD BI DESTÊ TIRKAN TÊ KUŞTIN' A RAYEDAREKÎ EMERÎKÎ, NÊRÎNA CÎHANÊ TEV E

Karasû bal kişand ser daxuyaniya rayedarekî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ku qala qetilkirina Kurdan bi destê dewleta Tirkiyeyê kir û got, "Ya rast, ev rayedar neçar ma ku tirs û fikara gelên cîhanê, ya gelê Emerîkayê bîne ziman. Ji ber ku dinya tev dizane ku Kurdan di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de bi dehan hezar şehîd daye. Piştî ku dewletê dest bi dijminatiya li vir kir û got 'ez ê wir dagir bikim', hêzên demokratîk û çapemeniya cîhanê ev yek weke daxwaza kuştina Kurdan dîtin. Rayedarê DYE'yî jî neçar ma daxuyaniyeke wiha bide. Ev yek ne tenê gotina rayedarekî DYE'yî ye. Cîhan bi vî rengî li rewşê dinere. Tirs ketiye dilê Tirkiyeyê ku ev têgihiştin wê sûcên wê hemûyan eşkere bike, lewma heta jê tê hewl dide vê têgihiştin û baweriya dinyayê biguherîne."

DEWLETA TIRK JI DAÎŞ'Ê BÊHTIR METIRSÎDAR BÛYE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, "Dewleta Tirk niha ji bo Rojhilata Navîn û mirovahiyê ji DAÎŞ'ê bêhtir metirsîdar e" û wiha dewam kir: "Piştî ku DAÎŞ serberjêr bû û têk çû, sîstema dewleta Tirk a qirker a bi desthilatdariya tifaqa AKP-MHP'ê kete dewrê. Ji ber ku, eger li Sûriye û Rojhilata Navîn li pêşiya pratîkbûna nêrînên Rêber Apo nebe asteng wê nikaribe sîstema xwe ya qirker li ser piyan bihêle. Gelên Rojhilata Navîn daxwaza demokrasî û azadiyê dike. Sîstema Rêber Apo ya li ser bingeha neteweya demokratîk, weke azadî û çareseriya pirsgirêkan dibînin. Ji ber vê yekê, sîstema demokratîk a ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê ava bûye û li Rojhilata Navîn veguheriye bihuşta demokrasiyê, balê dikişîne ser xwe. Tirkiye, hebûna sîstema demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê, demokratîkbûna Sûriyeyê li dijî xwe metirsîdar dibîne. Ev modela demokratîkbûnê wê ne tenê bibe zemîna demokratîkbûna Rojhilata Navîn, di heman demê de wê Tirkiyeyê neçar bihêle ku bikeve ser xeta neteweya demokratîk û demokratîk bibe. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji ber vê yekê dijminatiyê li demokrasiyê dike. Dijminatiya li demokrasiyê jî dijminatiya li Kurdan e."

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DESTHILATDARIYA AKP-MHP'Ê TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA ROJHILATA NAVÎN E

Mûstafa Karasû diyar kir, polîtîkayên salên dawî yên li Tirkiyeyê nîşan dane ku heta sîstema siyasî ya ne demokratîk a li Tirkiyeyê ji holê neyê rakirin, li Rojhilata Navîn demokratîkbûn pêk nayê.

Karasû got, "Li ku derê demokrasî pêk were, Tirkiye dibe neyarê wir. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê têkoşîna ji bo azadiya Rojhilata Navîn e."

Karasû ragihand, Tirkiye di şexsê desthilatdariya AKP-MHP'ê de li Rojhilata Navîn berxwedaneke paşverûtiyê dike û got, "Zîhniyet û polîtîkaya dewleta Tirk ji ya DAÎŞ'ê bêhtir metirsîdar e. Tirkiye daxwaze li Rojhilata Navîn rewşeke welê biafire ku gel nikaribe lê hilmê bistînin, sîstemeke otorîter û zordar lê serdest be. Dixwaze polîtîka û modela ku niha li nava Tirkiyeyê di meriyetê de ye, li tevahiya Rojhilata Navîn belav bike. Lê belê ji ber ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên li nava Tirkiyeyê rê nadin vê yekê, hêzên demokratîk ên li Rojhilata Navîn jî li dijî vê desthilatdariyê li ber xwe didin. Lewma berxwedana li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û berxwedana li Bakurê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn têkoşîneke hevpar e. Kurd li refên pêş ên vê têkoşînê jî bin, lê têkoşîn a gelên Rojhilat Navîn hemûyan e. Rastiya dîrokî û rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn roleke bi vî rengî ya dîrokî daye Kurdan. Bêguman Kurd ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin. Rê û çarçoveya xwe ya îdeolojîk û polîtîk wiha ye. Lê belê ev têkoşîna ku Kurd ji bo azadiya Rojhilata Navîn dike, ji bo Kukrdan ne tenê tercîh e, di heman demê de mecbûriyet e. Kurd nikarin xwe ji vê vegirin."

Karasû diyar kir, berxwedana gerîla, berxwedana Leyla Guven û girtiyan hemûyan, berxwedana Kurdan a li her cihî, ne tenê ji bo Kurdan û Tirkiyeyê ye, di heman demê de têkoşîna ji bo azadî û demokratîkbûna Rojhilata Navîn e.

Karasû got, "Ji ber vê yekê di serî de Kurd û hêzên demokrasiyê, gelên Rojhilata Navîn ji bo mirovahiyê têkoşîneke pîroz dikin."