Kansera li pêsîrê hate dermankirin

Li DYA'yê, bi saya terapiya sîstema xweparastinê ya beden ku li ser nexweşeke bi kansera pêsîrê hate kirin, tumora kanserê ji holê hate rakirin. Di tedawiya kanserê de ev yek weke 'şoreşê' tê dîtin.

Encamên karê li Zanîngeha Richmond û Enstîtuya Kanserê ya Neteweyî ya Bethesda hate kirin, li kovara Nature Medicineyê hate weşandin.

Di gotara kovarê de hate ragihandin ku sîstema xweparastina beden a jineke ku bi nexweşiya giran a kansera pêsîrê ketiye, hatiye xurtkirin û bi say avê yekê nexweş baş bûye. Hate gotin, tumor li kezeb û organên din ên wê nexweşê belav bûbû û bi saya tedawiyê beriya du salan nexwşe baş bûye û êdî bûye miroveke xwedî tenduristiyeke baş.

Di çarçoveya tedawiyê de, lenfosîtên bi cûreyên hucreyên spî yên xwînê yên nexweşê hatin guhertin û ji nû ve li bedena nexweş hatin bicihkirin. Ji bo lenfosîtên ku bi inhibitoran hatine xurtkirin êrîşî hucreyên bi kanser bikin, hatin reaktîvekirin. Bi vî rengî hate dîtin ku sîstema xweparastinê ya beden êrîşî nexweşiyê kiriye.

Bi saya vê yekê, jina ku di asta bilind de nexweş ketibû karî tumorê têk bibe. Di nivîsê de tê destnîşankirin ku terapî ji bo wê nexweşê bi taybetî hatiye kirin.

Xurtkirina sîstema xweparastinê ya beden heta niha li dijî kanserên gurçik, malzarok, losemî, prostat û çerm serketî bû.

Ji Enstîtuya Kanserê ya Toronto Laszlo Radvanyi, ev rêbaza tedawiyê şîrove kir û diyar kir ku başkirina nexweşeke di asta bilind de bi kanserê ketiye, cara yekemîn e pêk tê. Radvanyi destnîşan kir ku karê dawî hatiye kirin di asta 'şoreşê' de girîng e.