Kana kevir Ava Spî diherimîne û ziwa dike

Nûnerê Odeya Endezyariya Madenê Şaxê Mêrdînê Şukru Kaya kana keviran a li qiraxa çemê Ava Spî yê navbera navçeyên Nisêbîn û Mîdyadê gefê li herêmê dixwe û zerarê dide hemû zindiyan.

Ji ber tesîsa kevir şikandinê û çêkirina betonê ya Înşata Metalê ku li ser Geliyê Ava Spî ya navbera navçeyên Nisêbîn û Midyadê yên Mêrdînê ye, xweza herimî. Geliyê Ava Spî bi ava çemê xwe ruh dide xwezaya Mêrdînê û bi xweşikbûna xwe bala her kesî dikişîne. Xweza û baxçeyên li Ava Spî dîmenek bêhempa yên xweşikbûnê li pey xwe dihêle. Ava Spî 12 mehên salê sûdê dide Mêrdînê û gelek navçeyên wê. Geliyê Ava Spî ku bi cihê xwe yê geştê tê nasîn her havînê ji deh hezaran mirovan re malovaniyê dike. Her wiha li Ava Spî gelek cûreyên nebat û lawiran hene. Ji ber ku salên derbasbûyî li Ava Spî şantiyeya beton û kana keviran vebû û dixebite xwezaya vir zerarek mezin dibîne.

'TEQANDINA DÎNAMÎTAN ZERARÊ DIDE ZINDIYAN'

Nûnerê Odeya Endezyariya Madenê Şaxê Mêrdînê Endezyar Şukru Kaya li ser Tesîsên Kirmataş, Betona Amade ya Metal Înşaatê û kanên li ser Çemê Ava Spî ji ANF'ê re axivî. Kaya da zanîn ku kana li quntara çiyê heta niha bi sedan dar û zindî tine kirine û wiha axivî: "Ji ber kanê her roj bi dehan dînamît tên teqandin. Bi teqîna dînamîtan re sewal tên qetilkirin û hejîna ji ber teqînê zirarê dide çavkaniyên Ava Spî. Axa ji kanê dertê, gel jî nerehet dike û av ji ber vê qirêj dibe. Her wiha bi teqînan re toz radibe û bandorek mezin li bax û baxçeyan dike. Gelek darên fêkiyan hişk bûn. Ji ber vê talankirinê ji mirovan bigire heta xwezayê û sewalan bandorek neyînî li derdorê dibe. Ekosîstema gelî texrîp dibe. Ava ne paqij a ji şantiyeyê diherike, dikeve nava baxçe û zeviyên xelkê. Çemê Çagçagê ku ji gelî diherike ber bi Nisêbînê, her roja ku diçe ji ber ava kîmyewî ya şantiyeyê qirêj û ziwa dibe. Wekî din ev yek bandorê li ser tendirustiya mirovan dike û gelek mirov ji  ber vê yekê bi nexweşiyan ketine."

'DEWLET ÇAVÊ XWE JI TALANÊ RE DIGRE'

Kaya anî ziman, zêdetirî 11 salan e bi projeyên rantê Geliyê Ava Spî tê herimandin û ev tişt got: "Ji bo du sê kes dewlemend bibin xweza û geliyê Mêrdinê tê tunekirin. Mixabin dewletê ji vê talankirina xwezayê re çavê xwe girtiye. Rayedarên dewletê talana li Ava Spî ji nedîtî ve tên. Tu kes nerazîbûnê nîşan nade. Bi projeyên rantê li herêma Mêrdinê rê li ber zirarên mezin tên vekirin. Tevî ku gelê herêmê bi dehan caran gilî kir û tevî ku kanên li ser Ava Spî qaçax e jî, nayê girtin. Geliyê ku di navbera Midyad û Nisêbînê de 20 kîlometreyan dirêj e, tevî Çemê Nisêbînê, bedewî û xemla deverê ye. Ava Spî ku ji bo tevahiya Mêrdînê çavkaniya ava vexwarinê ye ji ber kanan li ber ziwa bûnê ye. Ziwabûna Ava Spî ne di xema tu kesê de ye û tenê ev kes li Mêrdînê li pey rantê ne."