Kampanya ciwanên Amedê ya ji bo zarokan

Ciwanên Amedê, bi navê "Bila kesî ne sar be" ji bo malbatên xizan û zarokan kampanya alîkariyê dimeşînin.

12 ciwanên li Amedê ji bo alîkariyê bi malbatên rewşa wan a aboriyê nebaşe bikin, ev saleke li ser medya civakî kampanya kincan dimeşînin. Ciwanan vê carê jî ji bo zarokên xizan û nikarin pirtûk û pêdiviyên dibistanê bistînin zend û bend ba dan. Ciwanan der barê kampanya xwe de agahî dan ANF'ê.

'BILA KESÎ NE SAR BE'

Hêvîdar Bozkûş ku berê mamostetî dikir, piraniya dema xwe bi zarokan re derbas dike. Bozkûş anî ziman ku berî salekê dest bi kampanya kincan kir û got: "Kampanya me ya bi navê 'Bila zarokan ne sar be' nêzî saleke dewam dike. Sala bihurî me ji bo zarokan kinc berhev dikir. Me biryar dan ku kampanya xwe berfireh bikin û ji bo zarokên gundan û navçeyan pêdiviyên dibistanê em distînin. Me bi 12 hevalan dest bi vî karî kir. Em alîkariya pêlav û saqo didin zarokên xizan."

'BILA RÛYÊ ZAROKAN TIMÎ LI KEN BE'

Bozkûş li ser armaca kampanya xwe got, "Bila kes li derve nemîne û necemide. Bila rûyê zarokan timî li ken be, lewma em vî karî dikin. Li ser malperên civakî jî ji gelek bajaran ciwan tevlî vê xebata me dibin. Bi alîkariya kom dibe hemû pêdiviya em bi xwe distînin û li zarokan belav dikin. Em ê heta dawiyê vî karê xwe bikin."