Kalkan: Grevên birçîbûnê seferberiya hilweşandina faşîzmê ye

Kalkan got, "Em di asta seferberiyê de tecrîdê bi dawî bikin, berxwedana 'hilweşandina faşîzmê' mezin bikin. Ev yek seferberiya hilweşandina faşîzmê ye, seferberiya bidawîkirina tecrîdê ye. Girîng e her kes tevlî vê seferberiyê bibin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya "Ulkeden" ya Medya Haberê û mijarên di rojevê de ne nirxand.

Kalkan di destpêka axaftina xwe de Leyla Guven, Nasir Yagiz, berxwedêrên li zindanan û şoreşger welatparêzên li derveyî welat di greva birçîbûnê de ne bi rêzdarî silav kir. Kalkan diyar kir ku berxwedêr wê bi ser bikevin.

ROJEK, SAETEK, KÊLIYEK ZÊDEYÎ 100 ROJÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ DIVÊ BAŞ BÊN FÊHMKIRIN

Kalkan diyar kir, tevger û gelê Kurdistanê di nava pêvajoyeke dîrokî û berxwedaneke mezin de ye û bi bîr xist, grevên birçîbûnê yên mezin sed roj li pey xwe hiştine.

Kalkan got, "Sed roj çawa derbas bûn, her saet, her kêliyên wê çawa derbas bûn? Leyla Guven di nava sed rojî de ku hucre bi hucre dihele, çawa li ber xwe da? Bêguman em hemû vê baş zanin, lê divê em baştir fêhm bikin. Eger armanceke mezin nebe, eger îrade û baweriyeke mezin nebe, eger daxwazeke mezin a azadiyê nebe, dev ji sed rojî berde, mirov nikare sed deqeyî jî bi vî rengî li ber xwe bidin. Yên ji vî karî berpirsyar in divê vê bibînin, fêhm bikin. Ya ku ewqas mirov xiste nava berxwedanê çi ye? Pêwîste bên dîtin û fêhmkirin. Ya ku wan ewqasî berxwedêr dike çi ye? Divê bên fêhmkirin. Ji bo tiştên ji rêzê ev nabe. Ev ne karekî hêsan e."

EGER ÎRADE Û BAWERIYEKE MEZIN NEBE, YEK NIKARE ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIKE

Kalkan bi bîr xist, greva birçîbûnê berxwedana herî bi bandor a mirovahiyê ye û wiha dewam kir: "Berxwedana herî zehmet, greva birçîbûnê ye. Her tişt dikare bê kirin, lê belê eger ne ji armancên gelekî mezin be, pirsgirêkên mezin ne di rojevê de bin û lêgerîn li çareseriyê neyê kirin, îrade û baweriyeke mezin nebe, ev nikare bê kirin. Lê em bala xwe bidin ser. Sed roj in di oxira armancekê de hucre bi hucre dihele û bi vî rengî li ber xwe dide. Berê jî ciwanên Kurd li zindanên Amedê li ber xwe dan. Salên 1981'ê, 82'an li ber xwe dan. Li dijî zext, qedexe, teror û zilma darbeya 12'ê Îlonê li ber xwe dan."

ERDOGAN REJÎMA KU KENAN EVREN DIXWEST AVA BIKE, AFIRAND

Kalkan got, "Berxwedêrên niha dewama berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ne. Wan bi xwe jî ev vekirî îlan kirin, anîn ziman. Leyla Guven li zindana Amedê dest bi vî karî kir. Biryara berxwedanê li wir da. Bi dehan rojî li zindanê li ber xwe da."

Kalkan wiha bi mijarê daket: "Berxwedanê li heman cihî dest pê kir. Berxwedêran gotin ku armanca wan yek e. Eşkere kirin ku bi heman ruhî li ber xwe didin. Wê demê demê siyaset û zîhniyeta ku ew neçar hiştin bi heman rengî li ber xwe bidin, yek e. Yanî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê nîşan da ku bi siyaset û zîhniyeta darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlona 1980'î tevdigere. Rejîma ku wê darbeyê dixwest ava bike, nû ava bûye. Ne Ozal, ne Demîrel ew zîhniyet û siyaset tam temsîl nekirin. Tifaq û bloka faşîst a AKP-MHP'ê, dîktatoriya faşîst-leşkerî ya ku cûntaya Kenan Evren dixwest ava bike, afirandin. Rejîma terorê, rejîma zextê, rejîma înkarê, rejîma qedexeyê. Her tiştî qedexe dike, her roj heqaretan dike. Mafê jiyanê nade kesên li derveyî xwe. Lewma her kes li ber xwe dide. Li her derê tecrîd heye. Her kes di nava zext û mêtingeriyeke giran de ne. Berxwedana heyî ji bo bidawîbûna zext û mêtingeriyê ye. Wê demê, ji bo rizgariya ji dîktatoriya faşîst ji bilî berxwedanê çare nîne."

JI BILÎ BERXWEDANÊ ÇAREYEKE DIN NÎNE

Kalkan anî ziman, jiyan bi sîstemeke wiha ya tecrîdê ya faşîst nabe û got, "Ji xwe mirov nikarin ji vê re bêje jiyan. Eger jiyanek bi vî rengî bibûya, mirov wê qebûl bikira. Lê belê jiyaneke wiha nîne û ji vê re jiyan nayê gotin. Girîng e em hemû vê baş bibînin. Lewma eger em ê bijîn, eger em ê bi rengekî însanî û biratî bijîn divê em vê têk bibin. Divê mirov ji vê sîstema tecrîdê rizgar bibe, lewma divê tecrîd bi dawî bibe, faşîzm hilweşe. Daxwaza Tirkiyeyeke demokratîk, Kurdistaneke azad a li ser vê bingehê, daxwazeke zêde nîne. Ne ew daxwaz e ku nikaribe bi cih were anîn."

Kalkan got, "Jiyaneke bi vî rengî nepêkan e, lewma em ê li ber xwe bidin. Wekî din çare nîne. Em ê li ber xwe bidin, heta ku tecrîd bi dawî bibe, faşîzm hilweşe, Tirkiye demokratîk bibe, Kurdistan azad bibe em ê li ber xwe bidin. Em li ku dibin bila bibin em ê li ber xwe bidin. Extiyar, ciwan, jin mêr; li Kurdistanê, li derveyî welat, li çiya, li bajaran em ê li ber xwe bidin. Ji bilî berxwedanê çareya me nîne."

Kalkan bi bîr xist ku ew bi berxwedanê bi ser dikevin û got, "Li her derê çalakî tên lidarxistin. Rêbazên wê jî dewlemend dibe. Ev rewşeke erênî ye. Bang û daxwaz tê kirin ku hîn xurtir bibin. Ev rast in, em tevlî dibin. Êdî dem hatiye ku dil, mejî û wijdan bikevin nava liv û tevgerê."

Kalkan got, "Em di asta seferberiyê de tecrîdê bi dawî bikin, berxwedana 'hilweşandina faşîzmê' mezin bikin. Ev yek seferberiya hilweşandina faşîzmê ye, seferberiya bidawîkirina tecrîdê ye. Girîng e her kes tevlî vê seferberiyê bibin."

Kalkan her kesên ku li Kurdistanê û çar aliyên cîhanê tevlî vê pêngavê bûne û têdikoşin bi rêzdarî silav kir.

HELWESTA DEWLETA ELMAN NAYÊ FÊHMKIRIN 

Di dewama hevpeyvînê de Kalkan zextên li Elmanyayê yên li Kurdan nirxand ku herî dawî saziyên Kurdan Weşanxaneya Mezopotamyayê û MÎR Muzîk hatin qedexekirin û êrîş li meşa ciwanan a li dijî tecrîdê hate kirin.

Kalkan got, zehmet e ku ev nêzîkatî bê fêhmkirin û wiha dewam kir: "Mirov nizanin bê ji bo çi kirine, parastina çi dikin. Gelo dixwazin çi bikin? Dixwazin ku mirov nestirên, mirov pirtûk, kovar û rojnameyan çap nekin? Rêveberiya Elmanya ya heyî vê yekê ji Kurdan dixwaze? Gelo dixwaze ku hemû biçin çiyê, rahêjin çekê û tevlî şer bibin? Eger vê yekê dixwazin bila vekirî bêjin. Bila bêjin, 'Em alîgir in ku hûn şer bikin, ji bilî şer em qebûl nakin ku hûn ti karî bikin, biçin tevlî şer bibin'. Dema vê bêje, dikare bê fêhmkirin. Lê vê nebêjin jî ya ku dikin tê vê wateyê. Eger karê şîrketeke muzîkê li gorî qanûnan sûc be dikare ceza lê bê birîn, lê girtina wê saziyê çi mesele ye? Weşanxaneyeke ku pirtûkan, rojnameyan çap dike, çawa dikare bê girtin? Gelo huner qedexe bûye, ev yek weke karê terorê tê dîtin? Nivîsandin û çapkirina rojname û pirtûkan, eşkerekirina fikrê xwe qedexe ye? Çalakiyeke terorê ye? Bi rastî jî mirov nikarin fêhm bikin."

CIWANAN ÊRÎŞÎ KU KIRINE, ÇI SÛC KIRINE KU TU MEŞA WAN QEDEXE DIKE?

Kalkan bal kişand ser êrîşa li dijî meşa dirêj a ciwanan û got, "Li Strasboûrgê çalakgerên greva birçîbûnê hucre bi hucre dihelin. Hemû jî mirovên naskirî ne, daxwaza azadiyê, demokrasiyê, biratiyê û çareseriya demokratîk dikin. Ciwan jî dixwazin biçin destekê bidin wan. Li hev civiyane, ji bo destekê bidin vê berxwedanê dixwazin bala derdorê bikişînin ser vê mijarê. Gelo çi yê vê sûc e? Di meşê de wêneyên Rêber Apo hildane, stran gotine, dirûşm qîriyane. Ciwan in. Çi yê vê sûc e? Li kê dane? Ku der hilweşandine? Ji dewleta Elman hin daxuyanî tên, me bihîstin. Dibêjin, 'Em ê destûrê nedin ku hilweşînin, bişewitînin'. Baş e, em jî bangê dikin 'Bila ciwanên Kurd hilneweşînin, neşewitînin'. Lê belê eger tu rabe meşa wan jî qedexe bike, tu qedexe bike ku wêneyekî Rêber Apo rakin û nehêle ciwan dirûşmê biqîre, hingî tu yê karibe çi ji wan ciwanan re bêje? Em ê karibin çi bêjin? Çi ji me dixwazin ku em ji wan re bêjin? Gelo em bêjin, 'dest ji her tiştên xwe berdin'. Dewleta Elman a heyî ji aliyê siyaset û zîhniyetê ve di warê qedexekirinê de ne xwe gihandiye asta dîktatoriya Erdogan-Bahçelî. Li aliyekî rêveberiya AKP-MHP'ê qedexeyan radigihîne, komeleyan, rojnamevan digire, meşan qedexe dike, yên dimeşin jî digire. Li aliyê din jî Elmanya vê dike. Gelo Elmanya hêjayî nêzîkatiyeke wiha ye? Civak, rewşenbîr, siyasetmedar, hunermendên Elman ji bo vê çi dibêjin? Vê zîhniyet û siyasetê dipejirînin? Eger dipejirînin bila eşkere bikin ku em jî pê zanibin. Eger napejirînin wê demê divê helwesteke zelal nîşan bidin."

YA KU LI CIWANÊN KURD HATE KIRIN, ZILM E, HEQARET E, NEHEQÎ YE

Kalkan diyar kir, ev rewş ne ya qebûlkirinê ye, nayê fêhmkirin û got, "Bi navê tevgerê em peyamên pêwîst didin civaka li Ewropayê. Didin ciwanan. Ji xwe tiştekî welê tund jî nekirine. Ji ciwanên Kurd tundtir, hin ciwanên din gelek tiştên din dikin. Ciwanên Elman dikin, ciwanên ji nêrînên cuda dikin. Heman nêzîkatî li dijî wan nayê nîşandan. Ji ber ku Kurd in zext û heqaret li ciwanên Kurd tên kirin. Wan li erdê dirêj dikin, destên wan girê didin. Mîna ku xwestine dinyayê xera bikin, zilmê dikin. Ya ku tê kirin zilm e, heqaret e, neheqî ye. TC qirkirinê dike, ev yek jî desteka ji bo wê qirkirinê ye. Ev ne ya qebûlkirinê ye. Em naxwazin rewşeke bi vî rengî rû bide. Lê belê rêveberiya herî şaşitiyê dike. Ev zîhniyet û siyaset şaş e. Divê mirov li ber vê rabe, pêşî li vê bê girtin û bê guhertin. Ewqas mirov zêdeyî sed roj in di greva birçîbûnê de ne, xizmên wan, nasên wan, zarokên wan, ciwan wekî din dikarin çi bikin? Çi dixwazin bikin? Ji bilî vê tiştekî din nikarin bikin."

JI KURDAN ZERAR NAGIHÊJE ELMANYAYÊ; DIVÊ NÊZIKATIYA XWE SERERAST BIKIN

Kalkan anî ziman ku di vê mijarê de naxwaze tiştekî zêde bêje, lê belê ew bawer e ku divê ev rewş were guhertin.

Kalkan bal kişand ser bahaneya ji bo hildana wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Çi bûye ku dema wêneyê Rêber Apo hildane? Her kes dixwaze wêneyê li gorî dilê xwe hildide. Wêneyê kesekî welê hildigirin ku bîst sal in li Îmraliyê di nava sîstema tecrîd û êşkenceyê de ye. Ji vê bêhtir tiştekî xwezayî heye? Îradeya wan e, Rêberê wan e. Pêwîstiya xwe ya ji bo azadiyê ji wir werdigirin. Eger xwedî li wî dernekevin wê xwedî li kê derkeve? Gelo nirx û pîrozmendiyên civaka Elman nîne? Dema ku hinek dest dirêjî nirxên wan dike, helwestê nîşan nadin? Belê nîşan didin. Em ji kesî, ji ferdekî Kurd naxwazin ku zerarê bide û pîrozmendiyên civaka Elman. Lê belê nirxên Kurdan jî hene. Divê hurmet ji nirx û pîrozmendiyên gelê Kurd re jî bê nîşandan. Rêber Apo jî yek ji van ne, ya sereke ye. Civak bi vî rengî dibîne. Dibe ku tu bi wî rengî nebîne, lê belê ew mirov bi wî rengî dibînin û bi vê armancê dimeşin. Alekê radikin û dimeşin. Ew al zerarê nade kesî. Eger dilê te jê re naxwaze, tu jî lê nenêre."

'XWEDÊ KIR KU ERDOGAN MIKUR BÊ'

Li ser gotina Erdogan ku di kombûnekê de li Sêwasê ji bo gotina "Pirsgirêkên me yên aboriyê hene, em nikarin debara xwe bike" bersiva "Em li her derê li dijî PKK'ê şer dikin, em di nava şer de ne" Kalkan nirxandineke wiha kir:

"Dibe ku bêhemdiyê xwe gotibe. Dibe ku ji ber zexta gel gotibe. Em bêjin, Xwedê kir ku bibêje... Rastî aniye ziman, li rastiyê mikur hatiye. Xwedê kir ku bibêje. Heta niha digot ku rewş ne wiha ye. Ji bo nîşan bide ku ne wiha ye propaganda dida kirin. Bi derewan hewl dida civakê bixapîne. Digotin, 'Krîz nîne, enflasyon nîne, zehmetiya aboriyê nîne, tengavî nîne, ev hemû derew in'. Dema ku zêde tengav dibûn digotin, 'Kêm e, lê wê derbas bibe'. Niha jî her tişt eşkere bû. Kêr gihaştiye hestî. Ya rast, eger teror û zexteke giran a faşîst nebe, civak wê bi dengekî hîn bilindtir rewşê bîne ziman. Wê bêhtir helwestên demokratîk nîşan bide. Wê bi meş, mîtîng û protestoyan li ber faşîzmê rabe. Wê daxwaza xwe bi dengekî bilind û vekirî bîne ziman, lê belê zexteke giran heye, terorê dikin, ditepisînin û tirsê dixin dilê civakê."

BILA HER KESÊN LI TIRKIYEYÊ ZANIBIN: KRÎZ JI BER ŞER E, JI BER RAZEMENIYA LI ŞER E

Dûran Kalkan anî ziman, krîza heyî demkî nîne û wiha dewam kir: "Yên li Tirkiyeyê dimînin divê biaqil bin, hîn baştir bi rewşê zanibin. Ev krîz ne krîzeke ku ji ber sedemên derve rû daye. Bila her kes bi vê zanibe." Kalkan diyar kir, tenê sedemeke krîzê heye ew jî şer e û got, "Razemeniyê li ser şer dikin. Her tiştên xwe didin şer. Di rewşa heyî de dîktatoriya AKP-MHP'ê budçeyê hemû dide şer. Beşek ji budçeyê bi vekirî dike, beşekê jî dizî dike. Nizanim budçeya veşartî ya Serokwezaretiyê, budçeya veşartî ya filan tiştî, budçeya veşartî ya MÎT'ê, hemûyan didin şer. Maliyeyê dide şer. Rewş bi vî rengî be bêguman wê krîz rû bide. Hêzeke malî ji bo tiştekî din namîne. Ji bo perwerdeyê, ji bo tiştên din nabe. Her tiştî dide şer. Dema ku her tiştî bide şer, bêguman wê krîz rû bide."

PÊŞNIYAR DIKIM; BILA LÊKOLÎN BIKIN BÊ MALIYETA ŞER ROJANE, MEHANE Û SALANE ÇIQAS E

Kalkan ji bo ronîkirina meseleyê pêşniyareke wiha kir: "Bila maliyeta şer lêkolîn bikin. Ewqas nivîskar, rewşenbîr, lêkolîner, rojnamevan hene. Bila lêkolîn bikin. Mesela rojê çend balafirên şer radibin. Mesrefa wan çi ye? Rojê çend ton bombe tên avêtin? Balafir, helîkopter, tank, top çiqas bombeyan diavêjin? Hêzên çekdar ên dewleta Tirk rojê çend fîşekan dibarînin, çend bombeyan diteqînin? Mehane çiqas e? Mînak, bîlançoya 2018'an çiqas e? Bîlançoya salane çiqas e? Bila lêkolîn bikin, eşkere bikin, piştre maliyeta wê bipîvin. Wê hingî sedema krîzê bibînin, bibînin bê budçe bi ku ve diçe. Bibînin bê pere li çi diçe. Wê baştir fêhm bikin bê krîz ji ber çi rû daye.
Gelek mirovên Kurd bacê didin, pereyan didin. Ew pere piştre dibe bombe û li ser serê wan dibarin. Wê bibînin ku bombeyan li xwe didin barandin. Mirovên Tirkiyeyê wê vê bibînin ku bi bac û pereyên didin Kurd tên kuştin."

WATEYA GOTINA 'BUHAYÊ FÎŞEKEKÊ ÇIQAS E' DIVÊ BAŞ BÊ FÊHMKIRIN

Kalkan bal kişand ser gotina "Buhayê fîşekekê çend lîre ye' ya Erdogan û xwest, ev gotin baş bê fêhmkirin. Kalkan got, "Tê vê wateyê: 'Ez her tiştî li vir radizînim, lewma hûn nikarin biaxivin, hûn neçar in destekê bidin vê'. Du aliyên vê hene. Ya yekê; Bi pere û baca kedkar û mirovên li Tirkiyeyê ji Efrînê heta Bradostê Kurd tên kuştin, tiştekî bi navê biratiyê namîne. Ya duyemîn jî; Ev yek dibe krîzeke mezin a aboriyê û di ber mirovên Tirkiyeyê de dimîne."

Kalkan xwest her kes vê rastiyê baştir bibîne, bi taybetî bang li hêzên şoreşger demokratîk, ciwan, jin û rewşenbîrên Tirkiyeyê kir ku di vê mijarê de hîn bêhtir bi hevgirtî tevbigerin, civakê bêhtir agahdar û zane bikin.

LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DIVÊ HER ÎMKAN BÊ BIKARANÎN, HILBIJARTIN JÎ DI NAV DE

Kalkan di dewama hevpeyvînê de hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê yên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê nirxand.

Kalkan destpêkê diyar kir ku atmosfereke hilbijartin lê bê kirin nîne û got, rewşeke wiha a demokratîk, wekhev, azad û pêşbirkeke adil nîne.

Kalkan anî ziman ku li gel vê rastiyê jî divê ev pêvajo weke pêvajoyeke têkoşînê bê dîtin û got, "Eger li holê faşîzm û êrîşkariya faşîst hebe, hingî pêwîstî bi berxwedaneke demokratîk şoreşger heye. Faşîzm bi rengekî topyekûn êrîş dike, wê demê divê berxwedana demokratîk jî topyekûn be. Girîng e her firsend li dijî faşîzmê bê bikaranîn. Pêvajoya heyî ya hilbijartinê jî derfetek e, firsendek e ku têkoşîna demokratîk antî faşîst bê xurtkirin. Pêwîste bi vî rengî bê dîtin û xwedî lê bê derketin. Bi rastî jî divê şaşitî neyê kirin, nêzîkatiyeke sist neyê nîşandan. Qadeke girîng e, tevî ku zemîn nîne dîsa jî derfetên propaganda siyasî hene. Îmkanê dide ku civak bikeve nava liv û tevgerê, faşîzm bê teşhîrkirin."

Kalkan işaret bi girîngiya tifaqa hêzên şoreşger demokratîk û welatparêz kir û got, "Divê hêzên antî faşîst hemû bi tifaqekê bibin yek û têkoşîneke bi bandor bimeşînin. Derfet û firsendên bi pêvajoya hilbijartinê re derketine holê pêwîste di têkoşîna dijî faşîzmê de werin bikaranîn. Ji bo têkoşîna antî faşîst divê ev yek veguhere derfet û îmkanan. Ev yek wezîfeyeke girîng e. Eger rast û bi têrkerî were kirin, wê encameke cidî jê derkeve. Ji ber vê yekê di pêvajoya hilbijartinê de divê aktîf bin, hîn bi bandor bin."

DIVÊ NEYÊ GOTIN 'PÊWÎSTÎ BI DENGDANÊ NÎNE', DI ASTA HERÎ BILIND DE DIVÊ DENG BÊ DAYIN

Kalkan li ser nêzîkatiyên xemsar ên di vê mijarê de jî got, "Divê neyê gotin ku pêwîstî bi dengdanê nîne. Girîng e pêvajoya têkoşînê ya hilbijartinê ji bo teşhîrkirina faşîzmê, ji bo pêşvebirina têkoşîna azadî, wekhevî, aştî û demokrasiyê were bikaranîn. Ji bo faşîzm bê têkbirin divê di asta herî bilind de deng bê bikaranîn. Nêzîkatiya hêzên demokratîk, ciwanên welatparêz divê teqez bi vî rengî be. Berxwedêrî û hewldaneke wiha heye. Bi HDP'ê re jî heye, bi hin hêzên din re jî heye. Dikarin hîn baştir bibin yek. Xwe gihandin astekê, em vê dişopînin. Dikarîbûn hîn bi pêş ve bixista. Em tiştekî nabêjin. Mebesta min vekiriye; divê kes xwe venegire. Kes negirîng nebîne. Pêwîste têkoşîna hilbijartinê, pêvajoya hilbijartinê weke qadeke têkoşînê ya li dijî faşîzmê bê nirxandin û deng bê bikaranîn. Ji bo hêzên demokratîk werin hilbijartin di asta herî bilind de divê deng bê bikaranîn. Ji bo hilbijartina jinan divê deng bê bikaranîn."

KONSOLOSXANEYA TIRK A LI HEWLÊRÊ BÛYE BIRYARGEHEKE ŞER 

Li ser dek û dolabên ku dewleta Tirk li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê digerîne, Kalkan tespîteke wiha kir: "Plansaziyeke bi navê 'Plana çalakiyê ya têkbirinê' eşkere bû. Hate dîtin ku ji bo konsolosxaneya li Hewlêrê rol û mîsyona biryargeha şer hatiye dayin. Jê tê xwestin ku weke biryargehekê tevbigere. Bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê, bi rêveberiya PDK-YNK'ê re didin qebûlkirin ku ev konsolosxaneyek e. Ewlekariya wê ji aliyê wan ve tê kirin. Halbûkî ya heyî biryargeheke şer e. Bi karê kuştina mirovan radibe. Hem li başûr, hem jî li Rojava, ne tenê li Başûr. Gelo wê hêzê çiqas çete bi rêxistn kiriye? Çi karî dikin? Xwe berdane nava kîjan deveran? Li ku derê hatine bicihkirin. Eger ev tena serê xwe were lêkolîn jî wê encamên girîng derkevin holê. Nerazîbûna gel a li Şêladizê ne belasebep bû. Ji ber zextên giran ên çeteyên faşîst, ji ber êrîşa dewleta Tirk bi hêzên xwe yên leşkerî û hewayî li dijî gel, ciwanan, hêzên şoreşger û gerîla ew nerazîbûn derkete holê. Van hemûyan rê li ber nerazîbûnê vekirin. Gelo nehat dîtin ku nerazîbûn û hêrs çiqasî mezin e. Xuya ye zext û teror gelekî zêde ye. Rêxistinbûnên bi vî rengî gelekî zêde ne. Ji ber vê yekê, ya li hemberî me dîktatoriyeke faşîst a gelekî qirêj e. Ji desthilatdariya heyî ya AKP-MHP'ê qirêjtir desthilatdariyeke din nîne. Gelek çeteyên curbecur bi rêxistin dikin. Destek dan DAÎŞ'ê, didin El Qaîdeyê. Li pişt rêxistinên çete hemûyan ên li Sûriyeyê ew hene. Hejmara rêxistinên çeteyan ên li dora Kerkûkê nayê zanîn. Ya li Başûr jî nediyar e. Li Bakur jî."

Balkan bal kişand ser rêxistinbûnên veşartî yên çeteyan ên dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê bi rêxistin dikin û got, "Ya li dijî Rojava tiştekî nû nîne. Yên ku sala 2014'an digotin 'Kobanê li ber ketinê ye' û destek dan DAÎŞ'ê, yên li pişt çeteyên DAÎŞ'ê sekinîn, yên li pişt rêxistinbûnên din ên çeteyan hemûyan sekinîn, yên bi TIR'ên MÎT'ê çek ji çeteyan re birin ew bûn. Ji bo çeteyên li Lîbyayê bê navber bi balafir û keştiyan çekan dibin. Vê yekê car carna di çapemeniyê de xuya kir. Her kes pê zane, tiştekî nayê zanîn nîne. Ji nedîtî ve tên. Çeteyên nû jî bi rêxistin dikin. Bêguman hin xayinên noker jî bi kar tînin. Ketine rewşeke welê ku her têk diçin. Yekî têk biçe, fêde jê nayê. Ew ketine, kesên ketî jî ji her alî ve dikarin bên bikaranîn. Lewma bi kar tînin. Ne bawerim ku zêde bandorê bikin. Lê belê ya girîng û esasî ew e ku dewleta TC, desthilatdariya AKP-MHP'ê van rêxistinbûnên veşartî yên çeteyan bi kar tîne, karên tarî dike û zextê bi rêya van zext û terorê dike. Karên xwe yên qirêj bi van dide kirin. Karên tarî û qirêj ên li gelek deveran eşkere nabin, lê belê li pişt wan hikumeta AKP'ê heye, MÎT heye.

CIHÊ GILÎ Û GAZINAN NÎNE; TÊKOŞÎN DIVÊ

Herî dawî dixwazim vê bêjim; Tayyîp Erdogan êdî hinekî vekirî diaxive. Berê red dikir, vedişart û maske dida ser rûyê xwe. Lê niha vekirî dibêje, 'Ez ê êrîşî rojhilatê Firatê bikim, ez ê bişewitînim, dijminê min e'. Yekî bi vî rengî diaxive, dikare her tiştî bi rêxistin bike, bi her şêweyî êrîş bike. Dikare serî li her fêlbaziyê bide. Ev rewşeke vekirî ye, ne zehmet e ku bê fêhmkirin.

Ya ku li hemberî me ye, desthilatdariyeke bi vî rengî ye. Dîktatoriyeke faşîst e. Li Bakur, Başûr, Rojava, li her devera Rojhilata Navîn bi vî rengî tevdigere û mîna ku meydan vala dîtiye. Belê divê bê ronîkirin bê çi ye, dixwaze çi bike, lê belê bi vekirî dibêje, 'dijminê min e' û êrîş dike, dijminatiyê dike. Eger yê li hemberî te dijmin be, wê demê divê tu jî dijminatiyê lê bike. Ji ber vê yekê hêzên demokratîk şoreşger divê li her derê, li Bakur, Başûr, Rojava gilî û gazinan nekin. Nebêje 'dijmin wiha li me dike, çeteyan bi rêxistin dike'. Ji xwe dibêje 'dijminê min e, ez ê bikim'. Wê demê tu jî nede kirin, tu jî ya li dij bike."

Kalkan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna rêxistinbûyî bi ser dikeve û got, "Li ser vê bingehê bang li hêzên şoreşger hemûyan dikim ku li dijî êrîşên dîktatoriya faşîst li her eniyê bi her rêbazê têkoşîneke hîn bi bandor bimeşînin."