Kalkan: Demokrasiya bê çalakî nabe

"Rêber Apo got, 'zimanê demokrasiyê çalakî ye'. Demokrasiyek bê çalakî nabe. Lewma bi têkoşînê, bi kar, bi zanebûn û rêxistiniyê em dikarin bijîn, hebûna xwe biparêzin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, deklarasyona ji heft xalan a Rêber Abdullah Ocalan pêşkêşî raya giştî kir, têkiliyên navbera Kurd û Tirkan ku di parêznameyên xwe de yên ji bo DMME'yê destnîşan kiribû, nirxand.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya DMME'yê de gotibû, "Gelekî kêm têkiliyên dîrokî hene ku bi qasî ya dîroka şaristanî û dewletên li Anatolî û Mezopotamyayê xwedî hevgirtineke diyalektîk a girîng e." Di hevdîtina 12'ê Hezîranê de jî heman mijar destnîşan kiribû. Beriya her tiştî ku hûn dikarin qala vê hevgirtina diyalektîkê bikin?

Bêguman beriya her tiştî divê mirov yekgirtina cografî bibîne û destnîşan bikin. Anatolî û Mezopotamya qadên çiyayî û deştê ne ku domahiya hev in, hev temam dikin. Rêber Apo dema ku Heyva Zêrîn pênase dike qala quntarên Toros-Zagrosan dike. Weke herêma destpêkê ya ku civakîbûn lê derkete holê û bi pêş ket, pênase kir. Kolandinên arkeolojîk, agahiyên dîrokî hemû vê nêrînê piştrast dikin. Rêzeçiyayên Torosê, her wiha rêzeçiyayên li Derya Reş ev qada çiyayî ya ku ji rojava ber bi rojhilat ve dirêj dibe bi Zagrosan re bakur ber bi başûr dibire. Mezopotamya navenda vê cografyayê ye, qada çiyayî ye. Anatolî jî mîna pirekê ye ku vê cografyayê ber bi rojava ve, ber bi Derya Spî ve, ber bi parzemîna Ewropayê ve dibe.

Ji ber ku civakîbûn li qada Toros-Zagrosan derkete holê, ev yek nîşan dide ku ev cografya bi şênkahî û avhewaya xwe çiqasî ji jiyanê re guncav e. Ji aliyê gelek zanyarên dîrokî û pirtûkên pîroz ve tê destnîşankirin ku 'bihuşt' qada Dîcle-Firatê ye. Bi taybetî divê yekgirtina cografî û taybetmendiyên bingehîn ên vê cografyayê bên dîtin. Divê bê fêhmkirin ku diyalektîka civakî bi cografyayê ve girêdayî ye û bi vî rengî bê destnîşankirin.

Taybetmendiyeke din jî ew e ku qewmên koçber li van herêman dest bi hilberînê kirine, yanî derbasî jiyana bicihbûnê bûne. Ev yek jî tê wê wateyê ku kilan-kabîle ketine nava hev, civakên cuda yên gelan di nava hev de jiyane û gelek çand bi hev re, di zikhev de derketine holê. Bi rastî jî hem ji bo Mezopotamyayê hem jî ji bo Anatoliyê gotina 'Mozaîka Çandan' tê bikaranîn. Bi dehan-bi sedan ziman, çand li heman herêmê bi hev re bûne, bandor li hev kirine û hev xwedî kirine. Taybetmendiyeke bi vî rengî ya van her du parçeyên cografyayê heye.

Bêguman rastiyeke ku tê pejirandin; Mezopotamya navenda civakîbûnê yanî şoreşa neolîtîk e, qada ku civakîbûna çandinî-gund lê derkertiye holê û şaristaniya dewletperest lê afiriye. Bi taybetî Mezopotamya Jêrîn di vê mijarê de qadeke girîng e. Ji bo liv û tevgera civakên cuda yên gelan ên ji bakur ber bi başûr, ji başûr ber bi bakur ve qada gihandina hev e. Di zikhev de ne û sentezên çandî yên cuda derdixîne holê. Ev hemû hîmekî pêşketinê ye. Civakên Samî û Aryenî rê li ber rewş û peşketineke wiha vekirine. Civakîbûn ji vê qadê ber bi derdorê ve belav dibe. Bandora şoreşa neolîtîk, şoreşa jinê, şoreşa çandinî-gund ber bi rojhilat û bakur ve belav dibe. Anatolî weke qadeke girîng a belavbûnê û qadeke ku civakîbûna pêşketî derdixîne holê tê dîtin. Peravên Egeyê bi rojava û rojhilatê xwe bi vî rengî ne.

Heman tişt ji bo şaristaniya dewletperest û desthilatdariyê jî derbas dibe. Şaristaniya dewletperest-desthilatdarîperest a Sumeran a li Mezopotamya Jêrîn derkete holê, di ser Misrê re li Derya Spî belav bû, wekî din ji Mezopotamya bakur ber bi Îran-Asyayê ve belav bû. Lê belê rastiyeke ku xeteke din a gelekî girîng ji Anatoliyê ber bi Ewropayê ve ye; piştî şaristaniyên Sumer, Misir, Babîl, Asûr duyemîn pêşketina şaristaniya mezin a dewletperestiyê şaristaniya Grek e; bi şaristaniya Romen re serdema destpêkê gihaştiye asta herî bilind. Şaristaniya desthilatdarî-dewletê di ser Mezopotamyayê re derbasî Anatoliyê bûye, ji wir jî ber bi Derya Spî û li başûrê Ewropayê belav bûye. Ev yek jî qonaxa herî bilind a serdema destpêkê derdixîne holê. Yekparetiyeke bi vî rengî ya dîrokî jî heye.

Heman rewş ji bo gelên koçber jî dikare bê dîtin. Her wiha li gorî agahiyên ku ji aliyê dîroknasan ve hatine piştrastkirin Kurd li vê qadê bi taybetî ji Mezopotamyayê ber bi bakur-başûr-rojhilat ve berfireh bûne, kabîle û eşîrên Med hema bêjin li her devera Rojhilata Navîn belav bûne, qewmên Hûrî jî li gelek herêman bi cih bûne. Rastiyeke ku koçberiya Tirk jî li cografyayeke wiha ye. Civakên ji Asya Navîn hatin û demeke dirêj li aliyê rojhilat ê Zagrosan li nava Îranê bi navê Selçûkiyan bûn şaristanî, piştre li qada Ereban ji Iraqê heta Misrê belav bûn. Bi vî rengî ketin nava dewletên cuda, her wiha dewletên xwe ava kirin û derbasî pêvajoya şaristaniyekê bûn.

Piştre ji başûr-bakur bi hêzekê dikevin nava Mezopotamyayê, jê derbas dibin xwe digihînin Anatoliyê û li dijî Bîzansan şer dikin, Anatoliyê dikin warê xwe. Çawa ku eşîr û kabîleyên Hûrî di nava rêxistinbûyîna Med de ji bo welatîbûn û gelbûnê têkoşiyan û gelbûyîna Kurdan bi wî rengî derkete holê, qewmên Tirkmen ên ji Asya Navîn hatin bi têkoşîna çend salan a li dijî Bîzansan li Anatoliyê dibin xwedî welat û gelbûyîna Tirk diafirînin. Sparteya vî tiştî jî li Mezopotamyayê ye. Beşek ji wan bi Kurdan de li nava Mezopotamyayê dimînin. Qewmên din jî hene. Di nava sparteyeke wiha de gelbûyîna nû ya li Anatoliyê di bin serweriya dewletê de destpêkê bi begîtiyê piştre jî bi sîstema dewletê ya bi navê Împaratoriya Osmanî tê pênasekirin derdikeve holê.

Ji bo fêhmkirina diyalektîka Anatolî û Mezopotamyayê divê ji van hemû aliyan ve mirov li mijarê binerin. Dema ku mirov bala xwe bidin ser wê bê dîtin ku hev temam dikin, xwedî têkiliyeke xurt in. Hevgirtineke cografîk heye. Ev hevgirtin di nava civakên vê derê de nêzîkbûna li hev a çandî, şibandina hev û feraseta jiyana hevpar diafirîne. Bi rastî jî di dîrokê de ev herêm bûye herêmeke ku gel bi hev re bi xwişk-biratiyê jiyane, derfetên vê cografyayê parve kirine, ev hewa bedew bi hev re hilm kirine. Divê mirov bi vî rengî bibîne û fêhm bike.

Ocalan di parêznameya xwe de dibêje, "Hevgirtina kevneşop a Anatolî û Mezopotamyayê bi zanebûn û di çarçoveya înkar û dijberiya li hev hatiye parçekirin. Hevgirtin qurbanî jiyana yektîpî hate kirin û çandên cuda hemû bi înkar û tinekirinê li ber tinekirinê hatin hiştin." Hûn vê pênaseya 'Parçekirina bi zanebûn û di çarçoveya înkar û dijberiya hev' çawa dinirxînin û xizmetê ji kîjan armancê û ji kê re kiriye?

Têkiliyeke xurt a vê parçebûnê bi şaristaniya desthilatdarperest û dewletperest ve heye. Sîstemên dewletê ku di serdemên destpêkê û navîn de bi rengê Împaratoriyê ava bûn, roleke bi vî rengî pêk tînin. Hewl didin vê cografyayê, çand û gelên li vê cografyayê parçe bikin. Lê belê taybetmendiyeke bi vî rengî ya Împaratoriyan hene: Dixwazin bibin Împaratorê Dinyayê, dixwazin qadên şaristaniyê hemûyan bixin bin desthilatdariya xwe. Yanî aliyê xwe yê berfirehbûn, belavbûn û afirandina yekkirinê heye. Ji ber vê yekê taybetmendiya xwe ya parçekirinê jî hinekî bi sînor e, hîn bêhtir belavbûn û yekkirinê didin pêşiya xwe. Ya duyemîn jî, ji bo karibin belav bibin ziman, çand, civakên gelan, jiyana xwecihî, pêkhateyên kabîle-eşîr-qewîman didin pêş çavên xwe, bi rê û rêbazekê bi wan re li hev dikin û heta astekê destûrê didin wan ku hebûna xwe bidomînin. Bêguman parçe dikin, lê heta astekê. Ji ber ziman û çandê jî komkujiyan dikin. Bi taybetî rêxistinbûnên mîna 'Dagirkeriya Mogolan' ku bi vî rengî ji wan re tê gotin, hin komkujî bi hêza leşkerî kirin. Komkujiyên giran ên hêzên bi vî rengî hene, lê bi giştî ew taybetmendiyên ku me bal kişand ser wan derbasdar e.

Guhertina vê pêwendiya xwe bi serdema modernîteya kapîtalîst heye. Serdema kapîtalîzmê ew serdem e ku împaratorî bi dawî bûye, sîstema netewe-dewletê afiriye. Ev parçebûn ji aliyê îdeolojiya netewe-dewletê ve tê kirin. Îdeolojiyeke bi vî rengî dibe dewlet, dibe leşkerî, bingeha aboriyê destnîşan dike. Dewletkirinê dide pêşiya kesayet û civakê. Ev yek jî cudahiya ziman, ol, mezheb û çandê derdixîne pêş. Di demê berê de civakîbûn hîn bi bandor bû, lewma çandên cuda bi hev re bûn. Ew sîstem hate têkbirin, sîstema împaratoriyê ku gelên xwecihî li ber çavan digirt xera bû. Serdema serdestiya zimanekî û tinekirina zimanên din dest pê dike. Ev parçebûn di bingeha xeta îdeolojîk-pğolîtîk neteweperestî ya dewletê ya sîstema modernîteya kapîtalîst tê afirandin.

Em zanin ku ev yek di Şerê Dinyayê yê Yekemîn de di nava Tifaqa Elman-Osmanî de gihaştiye faşîzmê, weke siyaset û zîhniyeteke qirker û faşîst-mêtinger derketiye holê. Ev yek destpêkê di nava Cemiyeta Îttîhat û Terakkî de hate afirandin. Piştre li Anatoliyê weke Kemalîzm, li Ewropayê jî weke Hîtlerî di nîvê destpêkê yê sedsala 20'an de xwedî hikum bû. Mohra xwe li bûyerên siyasî-leşkerî xist. Karakterê bingehîn ê faşîzmê şer û qirkerî ye. Ji bo zimanê serdest, çanda serdest, serweriya zimanekî li dijî zimanên din û zimanekî saf biafirîne, ji bo ziman û çandên din bixe bin serweriya xwe, siyaset û zîhniyeteke tinekirinê ye. Ya ku ev afirandiye xeta neteweperest-dewletperest a modernîteya kapîtalîst e. Zîhniyeta faşîst, zordar, terorê û komkujiyan ku ji bo her neteweyê balê dikişîne ser dewletê, mîna yek ziman, yek dîrok, yek dewlet, yek civak her tiştî dike yek rê li ber vê parçebûnê vedike. Vê yekê ji bo berjewendiyên çi dike? Ji wir dimêt e, dixwe. Civak û kesayet tine dike û her tiştî dike dewlet, her tiştî dixin xizmeta dewletê û serweriya dewletê li civakê û kesayetan ferz dike. Ev yek jî di asta herî zêde de rê li ber mêtingeriyê vedike. Her tiştên bi navê kesayet û civakê tên tinekirin û dewlet hikumê xwe li her tiştî dike. Di bin navê hikumê dewletê de, hêzên ku dewlet di destê wan de ne dest datînin ser hemû derfetan û têkel dikin. Ev têkelî dîktatoriyan derdixîne holê. Rê li ber wê yekê vedike ku dîktatorên dixwazin dinyayê bi temamî kontrol bikin, hikumê xwe li her kesî hebe, diafirîne. Hîtlerî gihîştibû vê astê. Di vê nuqteyê de bêguman qadên ku civakîbûn û şaristaniya dewletperestî lê derketin, dibin navendên parçebûneke wiha. Şerê herî giran ê komkujiyê li herêmên ku çand, ziman û civakên cuda bi hev re diman qewimî. Di demên ku netewperestiya netewe-dewletperestiyê tinebû ziman, olên cuda bi hev re dikarîbûn hebûna xwe bidomandabûna. Lê belê hewl tê dayin ku ev rewş ji holê bê rakirin, yek ziman, yek bawerî, yek mezheb, yek çand, yek mirov bê afirandin, bi vî rengî kesayetî û civak ji holê bê rakirin, her tişt mîna robotan lê bê, dewlet di nava madiyatê de bê fetisandin. Pêwendiya van hemûyan bi mêtingerî, serweriya tekperestî û dîktatoriyê re heye.

Ocalan her wiha gotibû, "Rêbazên asîmîlasyonîst û qirkirina çandî ku di dîroka Komarê de ji aliyê heman zîhniyeta komploker û înkarê ve hatin ferzkirin, statuya ku di Destûra Bingehîn a destpêkê (1921) de hate diyarkirin, nikare nederbasdar bike." Ocalan di heman parêznameyê de got, "Kurd ancax bi şertê naskirina rêveberiya xweseriya demokratîk qebûl bikin ku di bin sîwanê netewe-dewletan de bijîn. Ev şêweyê jiyanê nayê wê wateyê ku divê dewlet bi şêweyê federal an jî konfederal bên birêkûpêkkirin. Lihevkirineke destûra bingehÎn a di vê çarçoveyê de ji dewletan naxwazin. Ji dewletan dixwazin ku di çarçoveya naskirina rêveberiya xweseriya demokratîk a civakê lihevkirina 'destûra bingehîn a demokratîk' bê kirin. Di navbera herduyan de cudahiyên bingehîn hene." Di vê çarçoveyê de statuya ku di destûra bingehîn a sala 1921'ê de hate diyarkirin û lihevkirina destûra bingehîn a demokratîk ku Ocalan destnîşan dike hûn çawa dinirxînin?

Tê zanîn ku ji sedsala 16-17'an û pê ve sîstema îdeolojîk-siyasî ya kapîtalîst a li Ewropayê timî zext li Rojhilata Navîn dikir, ji sedsala 19'an û pê ve zextên xwe gihand asteke gelekî bilind û li hin qadên Rojhilata Navîn rê li ber şer vekirin, gelek herêm ji Împaratoriya Osmanî wergirtin. Rastiyeke ku ev belavbûn di çaryeka destpêkê ya sedsala 20'an de veguheriye Şerê Dinyayê yê Yekemîn, qada bingehîn a vî şerî xaka Rojhilata Navîn û Împaratoriya Osmanî ye, şer şerê sîstema modernîteya kapîtalîst a ji bo werirtina xaka Osmanî ye, şerê fethkirinê ye. Şerekî bi vî rengî zîhniyeta netewe-dewlet û sekna îdeolojîk-siyasî ya modernîteya kapîtalîst gelekî tund dike.

Me destnîşan kir ku asta herî bilind a vê yekê siyaset û zîhniyeta faşîst qirker e. Di nava rêveberiya Îttîhat û Terakkî de ev siyaet û zîhniyet veguhere neteweperestiyeke Tirk ku di nava şer û qirkirinê de hewl tê dayin bê afirandin. Tê xwestin, ziman, çand û dîroka hevpar a hezaran salî bên tinekirin, bi komkujî, sirgûn, asîmîlasyon, qirkirina çandî netewetiyeke Tirk, neteweperestiyeke yek tîp a Tirk, miletperestiyeke Tirk bê afirandin. Vê yekê jî bi dijminatiya li ziman û çandên li Mezopotamya û Anatoliyê dikin. Qirkirina Ermenan, Qirkirina Asûran, Qirkirina Kurdan, Qirkirina Rûman a di nava Şerê Dinyayê yê Yekemîn de hatin kirin, piştî vê pêvajoyê jî didomin. Çand û zimanên cuda yên li Mezopotamya û Anatoliyê ku bi giranî çar çand û ziman in hewl didin nava Tirkîtiyê de bên tinekirin û bi vê armancê êrîşên neteweperestiyê tên kirin. Em vê yekê baş zanin.

Hêza ku di dawiya Şerê Dinyayê yê Yekemîn de bi vê zîhniyet û siyasetê derkete holê têk çû, rewşeke matmayî û lêgerînek derkete holê. Li dijî vê têkçûnê tevgerên ku dixwestin xwe ji têkçûnê rizgar bikin derketin holê. Tevgera Kemalîst tevgera sereke ye. Li Anatoliyê ku têkçûna destpêkê lê rû da, tevgereke nû ya bi vî rengî ya dijber kete rojevê. Piştre Hîtleriya li Elmanyayê wê temam dike. Kemalîzm dixwaze li Anatolî û Mezopotamyayê serdest bibe. Hîtlerî jî siyaset û zîhniyeta fethkirina dinyayê ya emperyalîzma Elman ku di Şerê Dinyayê yê Yekemîn de derkete holê careke din dixe rojevê û dixwaze vê yekê bi şêweyê Şerê Dinyayê yê Duyemîn bike.

Tevgera Kemalîst di nava rewşeke wiha de derkete holê û ji bo hebe hin nêzîkatiyên îdeolojîk-polîtîk nîşan da. Ji aliyê cewherî ve mezheb û dûvikê Îttîhat û Terakkî ye. Tevî ku di nava wê de weke komekê derkete holê, wê siyaset û zîhniyet                ê ji xwe re dike esas û ji bo serketî bibe ji şaşitiyên siyasî-leşkerî yên Îttîhat û Terakkî dersan derdixîne û dibîne ku divê cuda tevbigere. Di vir de nuqteya herî girîng ew taybetmendî ye, ku li şûna nêzîkatiyên Îttîhat û Terakkî yên belavbûna heta Asya Navîn û fethkirina dinyayê, hîn bêhtir realîst tevdigere û di vê çarçoveyê de ji xwe re warekî pênase dike. Ji vê re jî 'Misakî-Milî' tê gotin, yanî sînorên milî tên destnîşankirin. Piştî Amasyayê di kongreyên Sêwas û Erzîromê de ev sînor weke cografya hevpar a Kurd û Tirkan bi rengekî vekirî tê pênaskirin. Çarçoveya mîsakî milî ev e. Ji bo li qadeke wiha ji nava împaratoriya têkçûyî tevgereke nû biafirîne û bi ser bikeve, hin bermahiyên dewleta Osmanî ji xwe re esas dibîne, bi taybetî xwe dispêre hêza artêşê, xwe dispêre civakê û xwe dispêre hin çand, zimanên cuda û beşên civakê. Bi taybetî ji bo xwe weke tiştekî mecbûrî dibîne ku piştgiriya eşîr û kabîleyên Kurdan werbigire. Hatina Tirkan a ber bi Anatoliyê ve lêkolîn dike, lê temaşe dike ku sala 1071'ê de deriyên Malazgîrtê çawa vebûne. Lêkolîn dike ku di sedsalên 9-10-11'an de di ser Mezopotamyayê re çawa derbasî Anatoliyê bûne. Di dîrokê de tê gotin, 'Qewmên Tirkan çiqasî bi hêz bûn, bûn şûrê Îslamê, bi vî rengî li Bîzansê xistin lawaz kirin û ketin nava Ewropayê. Stenbol feth kirin...' Lê belê ev yek piştî ku xwe spartin Erebistanê û Kurdistanê pêk anî. Bi hêza ji Iraqê, Misrê, Mezopotamyayê û Kurdistanê wergirtî li dijî Bîzansan şer kir. Vê dibîne.

Piştre bala xwe dide ser şerê li Mercîdabik û Rîdaniyeyê ku dema Yavûz Selîm dewlet kir împaratorî rû da. Dibîne ku beşeke mezin a artêşa xwe Kurd in, Kurd nebin wê nikaribin gavekê jî biavêjin. Divê mirov zanyariya Mûstafa Kemal a siyasî di vir de bibînin. Hişmendiyeke xwe ya dîrokê heye. Hewl dide van hemûyan binirxîne, bi piştevaniya Kurdan ji binê enqaza împaratoriyê dewletekê, sîstemeke nû ya serwer ava bike. Ji bo vê jî divê hinekî tevlîkar be û her kesî nas bike. 23'ê Nîsana 1920'î dema li Enqereyê meclîs vekir, dixwaze biryarên li Amasya, Sêwas, Erzîromê wergirtî veguherîne sîstemeke nû ya desthilatdariyê. Tişta ku xwe dispêrê jî Mîsakî Milî ye. Cografyaya ku Kurd û Tirk lê ne weke qada serweriya xwe radigihîne. Artêşê ji nû ve bi rêk û pêk dike û xwe dispêre wê, her wiha mecbûrî dibîne ku divê piştgiriya hemû beşên civakê werbigire.

Meclîsa destpêkê, Destûra Bingehîn a 1921'ê di vê çarçoveyê de ava dibin. Nûnerên her beşên civakê hene. Ji Kurdistanê, ji Lazistanê ji çand û zimanên cuda, ji gelên cuda nûner hene. Bi rastî jî dixwazin ku sîstemeke nû ya siyasî ava bikin ku her kesên li nava sînorê Mîsakî Milî di nav de hebin, xwedî karaktera demokratîk a jiyana bi hev re be. Destûra Bingehîn a sala 1921'ê di vê çarçoveyê de ye, maf û hiqûqê pêşkêş dike. Ya ku her şaristaniya dewletperest a li Anatolî, Mezopotamya û Rojhilata Navîn kir tevgera Kemalîst hîn bi hostatî dike. Divê mirov bi vê zanibe. Di wir de tekperestî nîne. Ziman, çand, civakên gelan tên temsîlkirin. Di fermiyetê de jî tên qebûlkirin.

Piştre dema ku bi emperyalîzma Îngilîz û Fransiyan re li hev kir, li rojava jî piştî ku dagirkeriya Yewnan hilweşiya û li Anatoliyê şûna lingê xwe xurt kir, sîstema dewletê ya nû ava bû û piştre jê re 'Komara Tirkiyeyê' hate gotin, ji bo Mezopotamyayê bi dest bixe dide ser şopa Îttîhat û Terakkî ya qirkirinê. Dixwaze qirkirina Ermenan temam bike, komkujiyên Asûrî-Suryaniyan dike, komkujiya Rûm dike, komkujiya Kurdan dike. Rastî wiha ye.

Rêber Apo piştî ku van hemûyan analîz dike encama ku derdixîne holê wiha ye: "Salên 1920-21'ê dema ku li Mezopotamya û Anatoliyê hewl hate dayin desthilatdariyeke nû bê afirandin, xeta ku di çarçoveya wê de kar hate kirin cuda bû. Piştre zîhniyeta faşîst tekperest a Îttîhat û Terakkî ji xwe re kirin esas û dewleta netewe ya Tirk qirkirin domand." Beriya her tiştî divê ev qirkirin bê dîtin, hilweşandin û ji holê bê rakirin. Di vê çarçoveyê de lihevkirina civakî çi ye? Çareserî wê bi çi rengî be? Der barê vê de mirov dikarin bêjin: Beriya her tiştî divê mirov nivîsên Rêber Apo, nirxandinên wê rast fêhm bikin. Çareserî û misogeriya destûra bingehînî pêwîst e. Lê belê destûra bingehîn jî ji aliyê mirovan ve tê çêkirin, siyaset û zîhniyetek bandorê li wir dike, ji ber vê yekê kîna siyaset û zîhniyet serdest be destûra bingehîn jî li gorî wê amade dikin. Eger siyaset û zîhniyeta faşîst, nîjadperest, şoven, netewperest, qirker, mêtinger hebe û serdest be hingî destûra bingehîn jî dibe destûra bingehîn a faşîst. Eger siyaset û zîhniyeta gelparêz, civakîparêz, demokratîk, parvekirinê û rêveberiya azad a mirovan hebe hingî destûra bingehîn jî wê demokratîk be. Rêber Apo Xweseriya Demokratîk weke pîvana çareseriyeke wiha ya demokratîk pênase kir. Bal kişand ser girîngiya rêveberiyên xwecihî. Xwerêveberiya demokratîk anî ziman. Çareserî di dewlet+demokrasiyê de dît. Sîstemeke demokratîk a ku civak karibe xwe bi rê ve bibe û bi rengekî azad bi rêxistin bike destnîşan kir.

Destûra bingehîn sîstemeke dewletperest e. Rêber Apo ev yek destnîşan kir: "Di çareseriya dewlet+demokrasiyê de eger di nava sîstemeke dewletê de wê çareseriya destûra bingehîn pêk were, divê dewlet civaka demokratîk, rêveberiya xwecihî ya demokratîk qebûl bike. Demokrasî jî, dewlet jî wê rastiya dewlet-desthilatdariyê qebûl bike, lihevkirina destûra bingehîn jî di vê çarçoveyê de pêk were. Eger dewlet wê demokrasiyê, civaka demokratîk, rêveberiya herêmî qebûl neke û vê yekê bi destûra bingehîn misoger neke li wê derê lihevkirin nabe, şer dibe. Bi heman rengî eger civaka demokratîk qebûl neke ku bi dewletê re li hev bike û bixwaze dewletê hilweşîne, bi zîhniyeta hilweşandina dewletê bi rêbaza tundiyê tevbigere hingî wê şer derkeve. Eger wê şer nebe, eger wê siyaseta demokratîk, çareseriya demokratîk pêk were ev yek bi lihevkirina destûra bingehînî dibe. Lihevkirina destûra bingehîn jî bi naskirina hev a dewlet û demokrasiyê, bi qebûlkirina hev li asta destûra bingehînî dibe. Eger yek hebûna yekê qebûl neke li wir lihevkirin nabe, şer dibe." Lihevkirina destûra bingehîn, çareseriya destûra bingehîn vê yekê nîşan dide.

Destûra bingehîn belgeya ku her kes pê ve girêdayî ye. Di çarçoveya belgeyeke wiha de eger cihêrengî neyê qebûlkirin hingî lihevkirin pêk nayê, şer derdikeve. Rêber Apo ev yek weke çareseriyê nîşan da. Di rewşeke wiha de zêde ne girîng e ku dewlet bi rengê federal an jî konfederal bê pênasekirin; ya girîng ew e ku dewleta heyî civaka demokratîk, xweseriya demokratîk, rêxistinbûna demokratîk a hemû beşên civakê qebûl dike yan na, qebûl dike ku tevlî rêveberiyê bibin an na. Ya girîng xweseriya civakê ye, ne ew e ku dewlet di nava xwe de federal, konfederal an jî unîter be yan na. Nêzîkatiya xwe ya li civakê wê çi be? Dibe ku federal be lê belê neteweperestiya herî tund a netewe-dewletiyê, dîktatoriyê ferz bike. Ew ê jî bibe federasyona dewletê. Di vir de ya girîng sîstema dewletê nîne, ya girîng ew e ku nêzîkatiya dewletê ya li civaka demokratîk wê çi be. Ev jî tê wê wateyê ku li pêşberî demokrasiyê hesas e yan na. Dixwaze siyaset û zîhniyeta netewe-dewletê li civakê ferz bike, kesayet û cicvakê tine bike, her tiştî bike dewlet, ya jî dixwaze hebûna demokratîk a civakê qebûl bike. Wê qebûl bike ku civak xwe bi rêxistin bike; jin, kedkar, komên cuda yên etnîkî xwe bi rêxistin bikin û bi rê ve bibin an na. Mesele ew e. Misogeriya destûra bingehîn jî di vir de derdikeve holê. Eger pejirandineke wiha di asta destûra bingehîn de pêk were hingî wê lihevkirin pêk were. Lê belê eger di asta destûra bingehîn de pêk neyê hingî wê şer derkeve.

Rêber Apo gotibû “Komara Tirkiyeyê xwe dispêre Mûsûl-Kerkûk ya ku parçeyekî girîng Mîsak-i Mîllî ye û dixwaze wê ji Kurdistana Iraqê veqetînin û di avabûna we de ew mehkûmî jiyana kulek kiriye” Îro jî faşîzma AKP û MHP’ê qaşo xwe dispêre Mîsak-i Mîllî û hewl dide Başûrê Kurdistane dagir bike. Di vê çarçoveyê de hûn ê li ser durûtiya propagandaya Mîsak-i Mîllî ya faşîzma AKP û MHP’ê çi bibêjin?

Di warê dîrokî de divê mirov baş li bûyer û pêvajoyan binihêre yên ku di Şerê Cîhanê yê 1’emîn, piştî şer, bûyerên ku tevgera Kemalîst a ku Dewleta Komara Tirkiyeyê ava kiriye û bi serweriya Îngîlîz û Fransizan re li hev kiriye. Li hemberî tifaqa Îngîltere û Fransayê, tifaqa Tirk û Elmanan têk çû. Împaratoriya Osmaniyan têk çû û parçe bû. Ji dêvila wê bi pêşengiya Mistefa Kemal, Komara Tirkiyeyê ava bû. Sînorên dewletbûnê vê axa ku Tirk û Kurd li ser wê dijîn, hate diyarkirin û ji van sînoran re gotin ‘Mîsak-i Mîllî’ û li gorî vî tiştî dest bi têkoşînê kirin. Piştî ku di vê têkoşînê de gihiştin astekê, êdî li hev kirin. Hevdîtinan dest pê kir û çend caran çûn Lozanê. Tevgera Kemalîst a ku bi tifaqa Îngîlîz û Fransizyan re xwe xurt kiribû, dest bi lihevkirinekê kirin. Xwestin şerê li eniyan bigihînin encamekê.

Di dawiya dawîn de li hev kirin. Sînorên Komara Tirkiyeyê hate diyarkirin. Sînorên serweriya Îngîlîz û Fransizan hate diyarkirin. Berê di sala 1920’an de bi Peymana Enqereyê re sînorê Tirkiye û Sûriyeyê diyar kirin. Piştre di Hezîrana 1926’an de sînorê Komara Tirkiyeyê û Îngîlîzan hate diyarkirin a ku îro jê re tê gotin ‘Sînorê Iraqê’ Sînorê ku di dîrokê de tu carî nehate xêzkirin lê her dem hebû, rêveberiyên Îngîltere û Komara Tirkiyeyê li hev kirin. Di nav van sînoran de Mîsak-i Mîllî tune. Axa ku Tirk lê dijîn tê de hate bicihkirin û lê hemû axa Kurdan tê de nehate bicihkirin. Beşeke axa Kurdan kete bin serweriya Fransizan û beşeke girîng jî kete bin serweriya Îngîlîzan. Ya rast piştî Şerê Cîhanê yê 1’emîn şerê li Rojhilata Navîn bû şerê parvekirina Kurdistanê. Şerê li ser Kurdistanê hate li ser kêşeya Mûsûl û Kerkûkê li hev kirin. Ya ku Împaratoriya Osmaniyan diyar kiribû wîlayeta Mûsûlê bû, ji ber ku hemû Başûrê Kurdistanê Wîlayeta Mûsûlê bû. Piştre li bajaran belav kirin û parçe kirin. Ev hemû jî li ser bingeha qirkirinê hate kirin. Dema ku tu hemûyan bînî ba hev û tu wan bikî Wîlayeta Mûsûlê, beşeke zêde ya nifûsê Kurd in. Lê gelo te wekî Kerkuk, Duhok, Hewlêr, Silêmanî û Mûsûl ji hev belav kiriye ku îro li Mûsûlê Kurd hindik bin. Cihên wekî Hewlêr û Silêmanî yên ku Kurd lê gelek in ji hev tên parçekirin û bi vî awayî tê xwestin ku kêşeya Mûsûlê were parçekirin. Parvekirina evqas wîlayetan jî parçeyekî şerê parvekirina mêtinger e. Bi vî awayî qirkirin tê domandin. Domandina wê ya bi metodên îdarî, parçekirina yekbûna Kurdan û ji bo pêşîlêgirtina serweriya Kurdan a li qadeke berfireh, ev tişt hatin kirin.

Têkoşîna li ser Mûsûl û Kerkûkê tê zanîn. Pergala ku ‘Cemîyet-î Akvam’ dixwest li qada navneteweyî ava bike, herî zêde li ser vê meseleyê disekinî. Tirkiye berê hatibû pênasekirin lê ji ber şerên navxweyî, şerê parvekirina li ser Kurdistanê, belavbûna emperyalîst, şerê serweriya li ser Kurdistanê rê li ber guherandina ve rewşê vekir. Feraseta faşîst, nîjadperest û qirker a ku li ser Komara Tirkiyeyê serwer bû, hemû axa Kurd û Tirkan wekî qada avakirina neteweya Tirkan a di bin serweriya nîjadperestiya Tirkan dît. Bi lezgînî xwe hêzeke wekî li dijî Kurdan da diyarkirin. Dema ku bi ser xwe hat xwest qirkirina Ermen, Rûm, Asûr, Siryan, Kurdan bidomîne ya ku ji dema Îttîtat û Terakkî dest pê dike. Dema ku Kurdan dîtin ew tên xapandin, bertek nîşan dan. Di sala 1920’an de li Qoçgiriyê hate destpêkirin, di 1925’an de li Amedê û derdora wê li qadeke berfireh Berxwedana Şêx Seîd hate destpêkirin. Feraseta şoven, faşîst û nîjadperest a ku li ser Komara Tirkiyeyê serwer bû dema ku berxwedana Kurdan dît, ji vê berxwedanê tirsiya. Ji aliyekî ve bi Îngîltere û Fransayê şerê parvekirinê dikir û dema ku berxwedana Kurdan jî dît, tirsa windakirina Kurdistanê li wan çêbû.

Herî dawîn li ser vî tiştî li hev kirin. Bi Fransizan re peymanek çêkirin. Di sala 1926’an de bi Îngîltereyê de peymanek çêkirin. Mûsûl dan Îngîlîzan û xwestin Îngîltere piştgiriyê nede berxwedana Kurdan; derdora Qamişlo û Kobanê dan Fransizan û xwestin ku Fransa piştgiriyê nede berxwedana Kurdan. Li hemberî vî tiştî li axa ku jê re tê gotin Mîsak-î Mîllî, xwestin ji destê Komara Tirkiyeyê derkeve. Peyman li ser vî tiştî bû. Nîqaş, têkoşînên navxweyî û aloziyên ku di sala 1920’an de li Qahîreyê dest pê kiribû, berê wan da lihevkirineke emperyalîst a ku Kurdistanê înkar dike. Kurdistan hate parçekirin û hate parvekirin. Di warê qirkirina wan de hemû dewletan biryar dan. Li ser vî esasî rêveberiyeke hevpar derkete holê. Em nizanin gelo ku belgeyên nivîskî yên vî tiştî hene yan ne, lê di warê pratîk de derkete holê ku rêveberî û lihevkirineke hevpar heye. Ev çi ye? Yek, tu dewlet bêyî destûra dewletên din wê li qada xwe mafekî nede Kurdan. Dudu, wê piştgiriyê nedin Kurdên di nav sînorên dewletên din de dijîn û wê piştgiriyê nede berxwedanên Kurdan. Çawa ku berê împaratoriyên Osmanî û Îranê bûbûn yek û berxwedanên Kurdan ên li Zagrosê têk birin. Vê carê jî wê dewletên Îngîlîz û Fransiz, wê bi Komara Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê bibin yek û ew ê êrîşî berxwedanên Kurdan bike. Bi vê re wê Kurdistanê bi hev re bi rê ve bibin. Berê Pakta Bexdayê û piştre jî navê wê kirin CENTO. Li ser vî esasî di warê rêveberiyê de li hev kirin. Şerekî girîng ê parvekirinê heye. Dema ku aliyek tena serê xwe nebû serwer, îcar jî li ser bingeha qirkirina Kurdan li hev dikin.

Dijminatiya li ser Kurdan, parçekirina Kurdistanê, înkar û îmhakirina neteweya Kurdan pergaleke global e. Di serdema bidestxistina hegemonyaya global a pergala modernîteya kapîtalîst de ev feraset û siyaset derket holê. Bi pergala Şerê Cîhanê yê 1’emîn re Kurdistan hate parçekirin. Divê mirov vî tiştî bibîne. Niha jî her kes li gorî vî tiştî tevdigerin û li gorî pêwistiyên vê peymanê li hev dikin. Lê Kurdan ev tişt qebûl nekirin. Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava li ber xwe dan. Têk çûn lê piştî 5, 10 salan dîsa li ber xwe dan. Herî dawîn di nîveka salên 1970’î de li Bakurê Kurdistanê, bi pêşengiya Rêber Apo berxwedana PKK’ê bi pêş ket. Ev ne berxwedaneke herêmî û ji bo parçeyekî ye. Ev berxwedan xwe dispêre netewe û welat û sînorên di Şerê Cîhanê yê 1’emîn de pûç kir. Bi vê pûçkirina sînoran re desthilatdarî û dewletan nekarîn wekî berê rêveberiyeke hevpar bidomînin, serweriya xwe biparêzin û nekarîn xwedî li sînorên xwe derkevin.

Di rewşeke wisa de li ser esasê yekgirtîbûna Kurdistanê û azadiya Kurdan, derfeta demokratîkbûna dewletên herêmê û yekîtiya neteweyî derkete holê. Rêber Apo ev nirxand, PKK’ê nirxand. Derxistin holê ku dev ji Mîsak-î Mîllî hatiye berdan û rêveberiya Komara Tirkiyeyê Kurd firotine. Derkete holê ku dewlet çawa bi Kurdan re xayîn ketine û piştre li ser wan qetlîam û qirkirin pêk anîne. Li ser vê bingehê rastiya dîrokî ronî kirin.

Ji bo tepisandina van tiştan û tunekirina vê ronakkirinê pergala modernîteya kapîtalîst a global jî êrîş dike. Herî zêde jî rêveberiyên faşîst ên Komara Tirkiyeyê vî tiştî dikin. Di demê dawîn de AKP vî tiştî dike. Xwest bi MHP’ê re tifaqê bike. AKP mûxalifê dewletê bû, ji ber vê jî qadên mûxalefetê yên dewletê baş nas dikir. Dizanibû ku li hemberî pergala Komara Tirkiyeye hêza ku dikare encamê werbigire Kurd in. Ji ber vê jî bala xwe da ser Kurd û Kurdistanê. Tayyip Erdogan dema ku şaredarê Stenbolê bû “Rapora Kurdan” amade kir û diyar kir ku kêşe meseleya Kurdistanê ye. Bal kişand ser vî tiştî heta ku Kurd azad nebin wê feraset û siyaseta faşîst a di vê dewletê de neguhere. Lê dema ku deriyê desthilatdariyê ji AKP’ê re hate vekirin, ev hêz bûn yek. AKP’ê peywira feraset û siyaseta faşîst û qirker a li ser Kurdan wergirt û ev tişt ji xwe re kir esas. Dewletê jî deriyên desthilatdariyê ji AKP’ê re vekir.

Lê AKP’ê ev tişt dît: Bi siyasetên demên berê de bi siyasetên pasîf ên ku di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de asê maye, êdî nikarin pêşiya berxwedana Kurdan bigirin û nikarin pêşveçûna Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bidin sekinandin. Ji ber vê jî helwesta xwe ya siyasî û leşkerî guherand. Bala xwe bir ser vî tiştî, berê çima bi Îngîlîz û Fransizan li hev kiribûn? Ji bo ku berxwedana Kurdan tune bikin. Ji bo têkbirina berxwedana Kurdan li hev kirin. AKP dît ku bi lihevkirinên heyî re nikare, Kurdan têk bibe. Wê demê derdora Qamişloyê dabûn Fransayê, Mûsûl dabûn Îngîltereyê û derfet dîtibû ku berxwedanên li Amed, Dêrsim û Agiriyê têk bibe. Niha rewş berevajî bûye. Heta ku Başûr û Rojava wisa be wê nikaribe berxwedana li Bakur bitepisîne. Berxwedana li Bakur li Başûr û Rojava jî qadên azad ava kir. Iraq û Sûriye neçar man. Fransa, Îngîltere û Emerîka yên ku wan bi rê ve dibin, ew jî neçar hiştin.

Niha Rojava derketiye holê. Heta ku ev hebin wê nekaribin li Bakur Kurdan qir bikin. Ew ê nikarin çand û zimanê Kurdan û Kurdistanê înkar bikin. Ji bo ku qirkirinê bidomîne divê çi bike? Divê Rojava û Başûr bitepisîne. Tişta ku Erdogan digot “Me şaşî kir” jî ev e. Li Başûr bi rêveberiya Hewlêrê re li hev kirin û li dijî PKK’ê şer û tifaq kirin. Hebûna wê nas kirin. Destûra Bingehîn a Iraqê qebûl kirin. Bi qebûlkirina Destûra Bingehîn re, rêveberiya Herêma Kurdistanê jî hate qebûlkirin. Naxwazin heman tiştî li Rojava bikin. Ji bo astengkirina van tiştan û rewşê berevajî bikin PKK’ê dikin hincet. Li ser navê ku ez li dijî ‘Terora PKK’ê şer dikim’ dixwze sînorên Mîsak-î Mîllî bi dest bixin. Çima? Dixwaze Başûr û Rojava ji hole rake û nehêle ku berxwedana Kurdan a li Bakur sûdê ji vê derê bisîne.  Di sala 1925’an de di parçekirine berxwedana Kurdan a li Bakur tepisandibû lê êdî bi firotinê ev tiş pêk nayê. Kurd bi pêş ve çûne û xwe birêxistin kirine. Azadiya Kurdan bû hêzeke girîng. Rêbertî bû ‘stêrkeke biriqok’ Di têkoşîna siyasî û leşkerî ya li Rojhilata Navîn bû hêzeke girîng. Di vê rewşê de nikarin berxwedana li Bakur bitepisînin. Ji bo ku wê bitepisînin divê hebûna Kurdan a li Başûr û Rojava jî tune bike. Bi dagirkirinê re dixwaze qirkirinê li vê derê jî bike. Ji ber vê jî dagirkirina ji Efrînê dest pê kir û heta Xakurkê didome, tê wateya ku Komara Tirk dixwaze hemû axên Kurdan dagir bike.

Dît ku Ewropa û Emerîka wekî berê qirkirina Kurdan qebûl nake. Heke dewleta Kurdan qebûl nekin jî xweseriya Başûrê Kurdistanê qebûl kirin, niha jî xweseriya Rojava qebûl kirin. Wekî berê nikare bitepisîne lê dixwaze qir bike û dagir bike. Ne ji bo avakirina war û rêveberiya Kurd û Tirkan a hevpar, ji bo qirkirina Kurdan û êrîşên li Efrîn û Bradostê dixwaze Mîsak-î Mîllîyê pêk bînîn. Ev êrîşeke dagirker û mêtinger e.

Ocalan  gotibû “Komara Tirkiyeyê xwe dispêre Mûsûl-Kerkûk ya ku parçeyekî girîng Mîsak-i Mîllî ye û dixwaze wê ji Kurdistana Iraqê veqetînin û di avabûna we de ew mehkûmî jiyana kulek kiriye” Îro jî faşîzma AKP û MHP’ê qaşo xwe dispêre Mîsak-i Mîllî û hewl dide Başûrê Kurdistane dagir bike. Di vê çarçoveyê de hûn ê li ser durûtiya propagandaya Mîsak-i Mîllî ya faşîzma AKP û MHP’ê çi bibêjin?

Di warê dîrokî de divê mirov baş li bûyer û pêvajoyan binihêre yên ku di Şerê Cîhanê yê 1’emîn, piştî şer, bûyerên ku tevgera Kemalîst a ku Dewleta Komara Tirkiyeyê ava kiriye û bi serweriya Îngîlîz û Fransizan re li hev kiriye. Li hemberî tifaqa Îngîltere û Fransayê, tifaqa Tirk û Elmanan têk çû. Împaratoriya Osmaniyan têk çû û parçe bû. Ji dêvila wê bi pêşengiya Mistefa Kemal, Komara Tirkiyeyê ava bû. Sînorên dewletbûnê vê axa ku Tirk û Kurd li ser wê dijîn, hate diyarkirin û ji van sînoran re gotin ‘Mîsak-i Mîllî’ û li gorî vî tiştî dest bi têkoşînê kirin. Piştî ku di vê têkoşînê de gihiştin astekê, êdî li hev kirin. Hevdîtinan dest pê kir û çend caran çûn Lozanê. Tevgera Kemalîst a ku bi tifaqa Îngîlîz û Fransizyan re xwe xurt kiribû, dest bi lihevkirinekê kirin. Xwestin şerê li eniyan bigihînin encamekê.

Di dawiya dawîn de li hev kirin. Sînorên Komara Tirkiyeyê hate diyarkirin. Sînorên serweriya Îngîlîz û Fransizan hate diyarkirin. Berê di sala 1920’an de bi Peymana Enqereyê re sînorê Tirkiye û Sûriyeyê diyar kirin. Piştre di Hezîrana 1926’an de sînorê Komara Tirkiyeyê û Îngîlîzan hate diyarkirin a ku îro jê re tê gotin ‘Sînorê Iraqê’ Sînorê ku di dîrokê de tu carî nehate xêzkirin lê her dem hebû, rêveberiyên Îngîltere û Komara Tirkiyeyê li hev kirin. Di nav van sînoran de Mîsak-i Mîllî tune. Axa ku Tirk lê dijîn tê de hate bicihkirin û lê hemû axa Kurdan tê de nehate bicihkirin. Beşeke axa Kurdan kete bin serweriya Fransizan û beşeke girîng jî kete bin serweriya Îngîlîzan. Ya rast piştî Şerê Cîhanê yê 1’emîn şerê li Rojhilata Navîn bû şerê parvekirina Kurdistanê. Şerê li ser Kurdistanê hate li ser kêşeya Mûsûl û Kerkûkê li hev kirin. Ya ku Împaratoriya Osmaniyan diyar kiribû wîlayeta Mûsûlê bû, ji ber ku hemû Başûrê Kurdistanê Wîlayeta Mûsûlê bû. Piştre li bajaran belav kirin û parçe kirin. Ev hemû jî li ser bingeha qirkirinê hate kirin. Dema ku tu hemûyan bînî ba hev û tu wan bikî Wîlayeta Mûsûlê, beşeke zêde ya nifûsê Kurd in. Lê gelo te wekî Kerkuk, Duhok, Hewlêr, Silêmanî û Mûsûl ji hev belav kiriye ku îro li Mûsûlê Kurd hindik bin. Cihên wekî Hewlêr û Silêmanî yên ku Kurd lê gelek in ji hev tên parçekirin û bi vî awayî tê xwestin ku kêşeya Mûsûlê were parçekirin. Parvekirina evqas wîlayetan jî parçeyekî şerê parvekirina mêtinger e. Bi vî awayî qirkirin tê domandin. Domandina wê ya bi metodên îdarî, parçekirina yekbûna Kurdan û ji bo pêşîlêgirtina serweriya Kurdan a li qadeke berfireh, ev tişt hatin kirin.

Têkoşîna li ser Mûsûl û Kerkûkê tê zanîn. Pergala ku ‘Cemîyet-î Akvam’ dixwest li qada navneteweyî ava bike, herî zêde li ser vê meseleyê disekinî. Tirkiye berê hatibû pênasekirin lê ji ber şerên navxweyî, şerê parvekirina li ser Kurdistanê, belavbûna emperyalîst, şerê serweriya li ser Kurdistanê rê li ber guherandina ve rewşê vekir. Feraseta faşîst, nîjadperest û qirker a ku li ser Komara Tirkiyeyê serwer bû, hemû axa Kurd û Tirkan wekî qada avakirina neteweya Tirkan a di bin serweriya nîjadperestiya Tirkan dît. Bi lezgînî xwe hêzeke wekî li dijî Kurdan da diyarkirin. Dema ku bi ser xwe hat xwest qirkirina Ermen, Rûm, Asûr, Siryan, Kurdan bidomîne ya ku ji dema Îttîtat û Terakkî dest pê dike. Dema ku Kurdan dîtin ew tên xapandin, bertek nîşan dan. Di sala 1920’an de li Qoçgiriyê hate destpêkirin, di 1925’an de li Amedê û derdora wê li qadeke berfireh Berxwedana Şêx Seîd hate destpêkirin. Feraseta şoven, faşîst û nîjadperest a ku li ser Komara Tirkiyeyê serwer bû dema ku berxwedana Kurdan dît, ji vê berxwedanê tirsiya. Ji aliyekî ve bi Îngîltere û Fransayê şerê parvekirinê dikir û dema ku berxwedana Kurdan jî dît, tirsa windakirina Kurdistanê li wan çêbû.

Herî dawîn li ser vî tiştî li hev kirin. Bi Fransizan re peymanek çêkirin. Di sala 1926’an de bi Îngîltereyê de peymanek çêkirin. Mûsûl dan Îngîlîzan û xwestin Îngîltere piştgiriyê nede berxwedana Kurdan; derdora Qamişlo û Kobanê dan Fransizan û xwestin ku Fransa piştgiriyê nede berxwedana Kurdan. Li hemberî vî tiştî li axa ku jê re tê gotin Mîsak-î Mîllî, xwestin ji destê Komara Tirkiyeyê derkeve. Peyman li ser vî tiştî bû. Nîqaş, têkoşînên navxweyî û aloziyên ku di sala 1920’an de li Qahîreyê dest pê kiribû, berê wan da lihevkirineke emperyalîst a ku Kurdistanê înkar dike. Kurdistan hate parçekirin û hate parvekirin. Di warê qirkirina wan de hemû dewletan biryar dan. Li ser vî esasî rêveberiyeke hevpar derkete holê. Em nizanin gelo ku belgeyên nivîskî yên vî tiştî hene yan ne, lê di warê pratîk de derkete holê ku rêveberî û lihevkirineke hevpar heye. Ev çi ye? Yek, tu dewlet bêyî destûra dewletên din wê li qada xwe mafekî nede Kurdan. Dudu, wê piştgiriyê nedin Kurdên di nav sînorên dewletên din de dijîn û wê piştgiriyê nede berxwedanên Kurdan. Çawa ku berê împaratoriyên Osmanî û Îranê bûbûn yek û berxwedanên Kurdan ên li Zagrosê têk birin. Vê carê jî wê dewletên Îngîlîz û Fransiz, wê bi Komara Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê bibin yek û ew ê êrîşî berxwedanên Kurdan bike. Bi vê re wê Kurdistanê bi hev re bi rê ve bibin. Berê Pakta Bexdayê û piştre jî navê wê kirin CENTO. Li ser vî esasî di warê rêveberiyê de li hev kirin. Şerekî girîng ê parvekirinê heye. Dema ku aliyek tena serê xwe nebû serwer, îcar jî li ser bingeha qirkirina Kurdan li hev dikin.

Dijminatiya li ser Kurdan, parçekirina Kurdistanê, înkar û îmhakirina neteweya Kurdan pergaleke global e. Di serdema bidestxistina hegemonyaya global a pergala modernîteya kapîtalîst de ev feraset û siyaset derket holê. Bi pergala Şerê Cîhanê yê 1’emîn re Kurdistan hate parçekirin. Divê mirov vî tiştî bibîne. Niha jî her kes li gorî vî tiştî tevdigerin û li gorî pêwistiyên vê peymanê li hev dikin. Lê Kurdan ev tişt qebûl nekirin. Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava li ber xwe dan. Têk çûn lê piştî 5, 10 salan dîsa li ber xwe dan. Herî dawîn di nîveka salên 1970’î de li Bakurê Kurdistanê, bi pêşengiya Rêber Apo berxwedana PKK’ê bi pêş ket. Ev ne berxwedaneke herêmî û ji bo parçeyekî ye. Ev berxwedan xwe dispêre netewe û welat û sînorên di Şerê Cîhanê yê 1’emîn de pûç kir. Bi vê pûçkirina sînoran re desthilatdarî û dewletan nekarîn wekî berê rêveberiyeke hevpar bidomînin, serweriya xwe biparêzin û nekarîn xwedî li sînorên xwe derkevin.

Di rewşeke wisa de li ser esasê yekgirtîbûna Kurdistanê û azadiya Kurdan, derfeta demokratîkbûna dewletên herêmê û yekîtiya neteweyî derkete holê. Rêber Apo ev nirxand, PKK’ê nirxand. Derxistin holê ku dev ji Mîsak-î Mîllî hatiye berdan û rêveberiya Komara Tirkiyeyê Kurd firotine. Derkete holê ku dewlet çawa bi Kurdan re xayîn ketine û piştre li ser wan qetlîam û qirkirin pêk anîne. Li ser vê bingehê rastiya dîrokî ronî kirin.

Ji bo tepisandina van tiştan û tunekirina vê ronakkirinê pergala modernîteya kapîtalîst a global jî êrîş dike. Herî zêde jî rêveberiyên faşîst ên Komara Tirkiyeyê vî tiştî dikin. Di demê dawîn de AKP vî tiştî dike. Xwest bi MHP’ê re tifaqê bike. AKP mûxalifê dewletê bû, ji ber vê jî qadên mûxalefetê yên dewletê baş nas dikir. Dizanibû ku li hemberî pergala Komara Tirkiyeye hêza ku dikare encamê werbigire Kurd in. Ji ber vê jî bala xwe da ser Kurd û Kurdistanê. Tayyip Erdogan dema ku şaredarê Stenbolê bû “Rapora Kurdan” amade kir û diyar kir ku kêşe meseleya Kurdistanê ye. Bal kişand ser vî tiştî heta ku Kurd azad nebin wê feraset û siyaseta faşîst a di vê dewletê de neguhere. Lê dema ku deriyê desthilatdariyê ji AKP’ê re hate vekirin, ev hêz bûn yek. AKP’ê peywira feraset û siyaseta faşîst û qirker a li ser Kurdan wergirt û ev tişt ji xwe re kir esas. Dewletê jî deriyên desthilatdariyê ji AKP’ê re vekir.

Lê AKP’ê ev tişt dît: Bi siyasetên demên berê de bi siyasetên pasîf ên ku di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de asê maye, êdî nikarin pêşiya berxwedana Kurdan bigirin û nikarin pêşveçûna Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bidin sekinandin. Ji ber vê jî helwesta xwe ya siyasî û leşkerî guherand. Bala xwe bir ser vî tiştî, berê çima bi Îngîlîz û Fransizan li hev kiribûn? Ji bo ku berxwedana Kurdan tune bikin. Ji bo têkbirina berxwedana Kurdan li hev kirin. AKP dît ku bi lihevkirinên heyî re nikare, Kurdan têk bibe. Wê demê derdora Qamişloyê dabûn Fransayê, Mûsûl dabûn Îngîltereyê û derfet dîtibû ku berxwedanên li Amed, Dêrsim û Agiriyê têk bibe. Niha rewş berevajî bûye. Heta ku Başûr û Rojava wisa be wê nikaribe berxwedana li Bakur bitepisîne. Berxwedana li Bakur li Başûr û Rojava jî qadên azad ava kir. Iraq û Sûriye neçar man. Fransa, Îngîltere û Emerîka yên ku wan bi rê ve dibin, ew jî neçar hiştin.

Niha Rojava derketiye holê. Heta ku ev hebin wê nekaribin li Bakur Kurdan qir bikin. Ew ê nikarin çand û zimanê Kurdan û Kurdistanê înkar bikin. Ji bo ku qirkirinê bidomîne divê çi bike? Divê Rojava û Başûr bitepisîne. Tişta ku Erdogan digot “Me şaşî kir” jî ev e. Li Başûr bi rêveberiya Hewlêrê re li hev kirin û li dijî PKK’ê şer û tifaq kirin. Hebûna wê nas kirin. Destûra Bingehîn a Iraqê qebûl kirin. Bi qebûlkirina Destûra Bingehîn re, rêveberiya Herêma Kurdistanê jî hate qebûlkirin. Naxwazin heman tiştî li Rojava bikin. Ji bo astengkirina van tiştan û rewşê berevajî bikin PKK’ê dikin hincet. Li ser navê ku ez li dijî ‘Terora PKK’ê şer dikim’ dixwze sînorên Mîsak-î Mîllî bi dest bixin. Çima? Dixwaze Başûr û Rojava ji hole rake û nehêle ku berxwedana Kurdan a li Bakur sûdê ji vê derê bisîne. Di sala 1925’an de di parçekirine berxwedana Kurdan a li Bakur tepisandibû lê êdî bi firotinê ev tiş pêk nayê. Kurd bi pêş ve çûne û xwe birêxistin kirine. Azadiya Kurdan bû hêzeke girîng. Rêbertî bû ‘stêrkeke biriqok’ Di têkoşîna siyasî û leşkerî ya li Rojhilata Navîn bû hêzeke girîng. Di vê rewşê de nikarin berxwedana li Bakur bitepisînin. Ji bo ku wê bitepisînin divê hebûna Kurdan a li Başûr û Rojava jî tune bike. Bi dagirkirinê re dixwaze qirkirinê li vê derê jî bike. Ji ber vê jî dagirkirina ji Efrînê dest pê kir û heta Xakurkê didome, tê wateya ku Komara Tirk dixwaze hemû axên Kurdan dagir bike.

Dît ku Ewropa û Emerîka wekî berê qirkirina Kurdan qebûl nake. Heke dewleta Kurdan qebûl nekin jî xweseriya Başûrê Kurdistanê qebûl kirin, niha jî xweseriya Rojava qebûl kirin. Wekî berê nikare bitepisîne lê dixwaze qir bike û dagir bike. Ne ji bo avakirina war û rêveberiya Kurd û Tirkan a hevpar, ji bo qirkirina Kurdan û êrîşên li Efrîn û Bradostê dixwaze Mîsak-î Mîllîyê pêk bînîn. Ev êrîşeke dagirker û mêtinger e.

Ocalan nirxandinek wiha kiribû; ''Kurd ji hêla ti dewletê ve nehatine fetihkirin. Li ser wan ti statûya fetîhê, dagirkeriyê, mêtingeriyê tine. Divê netewdewletên têkildar vê rasteqîniyê rast tê bigihin, siyaseta înkar û îmhayê ya ku ferz kirine berdin, bi dîrok û civakê re li hev bên û nirx bidin heqîqetê. An na, weke ku ji mêj ve hatiye fêhmkirin, ne ku wê tenê bikulin, weke hatî serê her netew-dewleta faşîst, wê feleketa xwe jî bi vê siyaseta îmha û înkarê û sepenînan bijîn''. Dema ku mirov bîne ber çavan ku netewdewleta Tirk ku ji 1923'yan û wir ve dikule û bi desthilata faşîst a AKP-MHP'ê her roj ber bi bobelatê ve diçe, heke ev bloka faşîst bidome, wê çi were ber gelên herêmê?

Divê em vê rewşê li ser du xalan binirxînin. Ya pêşî; ew xala ku Kurdistan nehatiye fetihkirin. Ev sîsika înkarê ye. Înkarkirina Kurdan bi rengê hişmendî û siyasetê bi vî rengî dertê holê. Fetihbûyin statûyek e. Hêzeke cuda, cihekî cuda heye, welatek heye, civak, neteweyek heye û tu wr fetih dikî, civakê dixî bin nîr, li ser wê serweriyê datînî, zextê dikî, mêtingriyê dike, ji ber vê ev statûyek e. Dagirkerin, fetîh statûyek e. Mêtingerî statûyek e. Hişmendî û siyaseta qirker a dewleta Tirk a faşist ku Kurdistanê tine dihesibîne û dixwaze tine bike vê qebûl nake. Heke qebûl bike wê hebûna Kurd qebûl bike, ji ber ku hebûna Kurd qebûl nake. Dibêje, a rast Kurd ‘’kok in, bûne Tirk’’.Pênaseyeke miletî ya Tirk bi dehbetî ye. Dibêje, ‘’Tirkîtî hebûna dewletekê ye ku ji gelek neteweyan pêk hatiye’’. TC’ê Tirkîtî afirand. Beriya TC’ê Tirk jî nebûn. Dibêje, ‘’Miletê Tirk yeksanî dewleta Komara Tirkiyê ye’’. Hişmendî û siyaseta netew-dewletî ew çend xwedî kok e, ji bo ku Kurdan, Ermenan, Rûman, Sûryaniyan tine bike, Tirkan jî ji hêla dîrokî ve tine dihesibîne. Her tiştî bi xwe dide destpêkirin. Tirkîtiyeke sedsalî heye, ji ber ku ev 100 sal in dewleta Tirk heye, têne wê derê.

Ji ber vê Rêbertî dema ku dibêje, ‘’fetîh tine’’ dixwaze bale bikişîne ser vê rasteqîniyê. Ango serweriya li Kurdistanê, qirkirin naşibe ên din. Înkar heye, îmha li ser vê înkarê geş dibe û tine tê hesibandin. Diyardeyek, her tiştê heyî tine tê hesibandin. Jixwe Tayyîb Erdogan got, ‘’Heke hûn lê nefikirin Kurd nînin’’. Heke hûn hebûna Kurd neyînin bîra xwe, Kurdistan jî tine, Kurd jî nînin ji ber vê pirrsgirêka Kurd jî nine. Hişmendî ev e. Ev hêl jî heye. Ev jî hişmendî û siyaseteke pir taloke ye. Diyardeyeke tin bihesibîne û piştre jî ji bo ku tine bikî, her cure hişmendî û siyaseta faşîst-qirker tê bikî, her komkujiyê bikî. Ji ber ku tu yê vê ji bo xwe mina heq bibînî. Mînak niha ev dewlet hemû tiştên ku li Kurdan tê kirin ji bo xwe mîna heqekî dibîne. Heke mirov bala xwe bidiyê, êrîş û komkujiyên nedîtîn têne kirin, Kurd têne kêmkirin. Bi rengekî ku nebe xwedî ti mafî ev tê kirin. Vê disperse vê hişmendî û siyasetê û dike. Ev rewşeke pir taloke û neçê ye.

Ji aiyê dî ve dema ku hewl dide ku bi vê hişmendî û siyasetê hebûna xwe bidomîne, dema ku Kurdan înkar dike, xwe jî înkar dike. Beriya niha jî me got, dibêje, beriya TC’ê Tirk nîn in. Tayyîb Erdogan niha dibêje, ‘’pêşiyên me hene, ecdadê me hene’’. Kîjan ecdat? Beriya TC’ê hebûn? Heke hebûne, wê demê heke ew dewletên Tirk bûne, Kurdistan li kûderê ye? Behsa 16 dewletên Tirk têne kirin, ev 16 dewletên Tirk li Asyaya Navîn hatine avakirin.. Naxwe ya dawî, TC’ya berdest, hebûna wê ya li Mezopotamyayê çiye? Mêtinger e, dagirker e, serwer e. Naxwe xwediyê van deran kî ne? Kîjan gel in, kîjan civak, kîjan netew li van deran jiyan, van bibêje, divê mirov rastiyê deyne hole.’’

Mijara dî ya kulekbûnê ye, em bala xwe bidinê dewleta TC’ê ya li ser bermahiy ên Osmaniyan, avakirina dewletê ya tevgera Kemalîst bi xwe spartina Kurdan pêk hat. Mustafa Kemal rasterast çû destê serekeşîrên Kurd maç kir, xwe avête ber piyê wan, bi wan re tifaq danî. Weke kralê Silêmanî çend name ji Şêx Mehdû re şandin, banga yekîtiyê kir. Çima? Ji ber ku heke ew destek nestanda jixwe têk çûbû, ji dîrokê radibû, nikarîbû vejiya. Destek stand, hinekî bû xwedî hêz, piyên wî gihaştin erdê, ji hêla siyasî û leşkerî ve hêza xwe geş kir û vê care ev veguheranda ser dijminatiya li Kurdan.

Bi firotina Mûsil-Kerkûkê, bi firotina Kobanê û Qamişlo, li Amed-Derim-Agiriyê bi qirkirina Kurdan, bi pejirandina hişmendî û siyaseta înkar û îmhaya Kurdan jê weye wiha wê hebe. Lê hebûna xwe spartibû ser Kurdan. Şerê Melezgirê yê 1071’an bi şervanên Kurdan bi ser xistibû.. Bi desteka Kurdan di ser Mezopotamyayê re sedsala 10’an hatibû Anatoliyê. Di nîveke sedsala 16’an de bi desteka Kurdan bûbû Împaratorê Rohjilata Navîn. Di hemû şeran de şervanên herî mezin ên artêşa Yavûz Selîm Kurd bûn, ev her kes bi vê dizane. Mustafa Kemal, li dijî dagirkeriya Yewnan, li dijî serweriya Ingiliz- Fransizyan a li ser Kurdistanê, di sere avakirina TC’ê de destek ji Kurdan stand. Mîsak-Î Millî weke ‘’Welatê Tirkan û Kurdan’’ li ser du lingan pênase kiribû. Xakên ku Kurd û Tİrk lê dijîn, dema ku Kurd tine hate hesibandin û hewl hate dayin ku were tinkirin, tu lingekî pênaseya welêt ku li ser du lingan hatî kirin, yekê jê jê dikî, wê demê bi lingekî dimînî.

Ev komar bû komara ku şerê qirkirinê sed salekê bidomîne, kete rewşeke wiha ku her tiştî bide ber bazarê, li gel ku ev çendî xwedî rabirduya dîrokî, xwedî hêz û derfetan jî, kete rewşeke ku heta dawiyê pêgir be, noker be. Niha ber bi bobelatekê ve dibe. Rêber Apo got, ‘’Bêyî Kurdan Tirk û bêyî Tirkan Kurd nabin’’ û bi zelalî pênase kir. Li Mezopotamyayê qedandina Kurdbûnê li Enatoliyê tê maneya qedandina Tirkbûnê. Tirk bi Kurdan hatine Enetoliyê, bi Kurdan împaratorî ava kirin, TC ava kirin. Ev rastiyeke dîrokî ye. Divê her kes vê wiha bibîne û li xwe mikur were. Naxwe, Tirkîtiyeke ku bi Kurdan çêbûye, heke Kurdan tine bike wê xwe jî tine bike. Binerin, jib o ku Kurdan înkar bike, hebûna Tirkan a beriya komarê jî înkar dike. Hişmendî wiha dibe. Niha heke rê li tinebûna Kurdan vekî, tu yê gora xwe jî vekî. Gelek jê hay ji vê nînin. Ber bi bobelateke wiha ve dibe.

Niha hişmendî û siyaseta qirker a mêtingeriya faşîst a AKP-MHP’ê civaka Tirkiyê ne ku tenê ber bi şer ve dibe, ne ku tenê komkujiyê li ser dike, ne ku tenê dibe sedem ku her roj bi dehan ciwanên Tirk li meydanan bimirin. Ne ku tenê derfetên Tirkiyê li ber hêzên derve dide bazarê, ne ku civak Tirkiyê tenê birçî, tî, bêkar, hejar dike, xwîna wê dimije û zextê li ser dike, dahatuya wê tarî dike, tine ber talokeya tinebûnê, ber bi bobelateke mezin ve dibe. Ev rasteqiniyek e. Encama ku hişmendiya qirker û mêtinger a berdest bi mîsogerî ev e.

Ji ber vê, civaka Tirkiyê heke bi azadî, bi demokratî wê hebe, ev ê encex bi Kurdistana azad, bi civaka Kurd a azad pecan be. Tenê bi azadbûna Kurdan dikar hebe, an na, bi dijminatiya li Kurdan, bi komkujiya Kurdna, bi qirkirina Kurdan, tenê hişmendî û siyaseta faşîst a yek reng dikare hebe. Li ber çavan e ku ew hişmendî bi Enwer Paşa çi jê hat.

Dawiya kesên ku dixwazin bibin Enwer Paşayên nû jî wê ji ya Enwer Paşa ne cudatir be. Tayîb Erdogan li kerê Dewletê Bahçelî siwar bû, wê wî bibe aqûbeta dîktatorê herî har a Rojhilata Navîn.

Wê bikeve rewşa Sedam Hisên. Kete xeteke wiha û çûyina wî wiha ye, ev ji bow î jî felaket e, ji bo civaka Tirkiyê jî. Heke mirov bala xwe bidiyê, civak ew çend diêşe, hejar e, zext û teror li ser heye. Vê nabîne. Li qadeke wiha ku jiyaneke herî azad û demokratîk lê ava bibe, pergala zext û mêtingeriya giran ava dibe. Ev ji ber hişmendî û siyaseta berdest e. Ev ne qeder e, ne divêtiyek e. Bi temamî encama faşîzma AKP-MHP’ê

Heke mirov bala xwe bidiyê civakê tine dike, komkujiyan dike, mêtingeriya giran dine. Bi rojane, qesaya xwe tije dike, xwe mezin dike, Tayyîn Erdogan ê ku nan bi dest nediket, kete rewşeke ku li qesrê bijî, xanedanî daye avakirin, lê dawiya wî wê ji dîktatoriyên faşîst ne cuda be.

Ocalan di hevdîtinên dawî de her wiha dibêje, "Di têkiliyên Kurd-Tirk de parastina hevgirtina jiyana li bingeha çandî ya hevpar a dîrokî pîvaneke sosyalîstbûnê ye". Ev sekna sosyalîst û rewşa hevgirtî di parêznameya xwe de jî ya beriya çend salan nivîsî bû destnîşan kiribû. Di vê çarçoveyê de, der barê modernîteya kapîtalîst bi taybetî di têkoşîna dijî faşîzma AKP-MHP'ê de asta ku hêzên demokrasiyê li Rojhilat Navîn xwe gihandine hûn dikarin çawa binirxînin?

Sosyalîzm tê wateya civakparêzî. Esasê wê jî sîstema xwerêxistinkirin û xwerêveberiya bi rengekî azad e, yanî demokrasî ye. Demokrasî tê wateya xwerêvebirina gel, civakê, xwebirêxistkirina civakê. Nêzîkatiya di çarçoveya berjewendiyên civakê de ye. Ev yek jî sîstemeke demokratîk îfade dike ku yekîtiya rêxistinbûna bi rengekî azad a hemû cihêrengiyan îfade dike. Wekheviyeke xwe dispêre cihêrengiyan. Bi rengekî din nabe. Azadî, wekheviya xwe dispêre cihêrengiyê, parvekirin cewhera vê civakîparêziyê ye.

Li Tirkiyeyê ji bo mirov bibe civakîparêz divê mirov di asta herî bilinde de azadî, wekheviya xwe dispêre cihêrengiyê û parvekirinê biparêzin. Eger tu azadî û hebûna Kurdan neparêze wê li Tirkiyeyê azadî, wekhevî, demokrasî hebe? Nabe. Kurdîtiya tine tê hesibandin tê wateya Tirkîtiya di bin dîktatoriya faşîst de. Kurdîtiya azad wê bibe Tirkîtiya demokratîk. Heman tişt ji bo Rojhilata Navîn jî derbas dibe. Rêber Apo ev formasyon baş pênase kir. Got, 'Kurdistana azad, Rojhilata Navîn a demokratîk'. Çareserî ev e. Pîvan û projeya berbiçav a çareseriyê ev e. 'Tirkiyeya demokratîk, Kurditana azad', 'Iraq a demokratîk, Kurdistana azad', 'Îran a demokratîk, Kurdistana azad', 'Kurdistana azad, Rojhilata Navîn a demokratîk', azadiya Kurdan û demokrasiya Rojhilata Navîn di zikhev de ne, bûne yek. Ya ku azadî û demokrasiyê diparêze sosyalîzm e. Sosyalîzmeke ku vê nabîne, vê pêk nîne, di vê çarçoveyê de tevnagere nabe sosyalîzm. Ferasetên sosyalîst ên heta niha xwe di asta dijwar de xwe dispartin paradîgmaya desthilatdarî û dewletê. Bûn partiyên xwe dispêrin dewletê û desthilatdariyê. Xwe spartin dewletê û bi vî rengî xwestin azadî û wekheviyê bînin, lê nekarî vê bikin. Di dawiyê de xwe spartin îdeolojiya netewe-dewletê. Neteweperestî afirandin. Nekarîn azadî û demokrasiyê biafirînin. Li hemberî Kurdan her tim sekneke sosyal şoven nîşan dan. Li pêşberî têkoşîna azadiyê ya Kurd bi nêzîkatiyeke sosyal şoven piştgirî dan sîstema mêtinger. Bername, têkoşîn û zîhniyeteke demokratîk nekarîn derxînin holê.

Pêşketina têkoşîna azadiyê li Kurdistanê, zanebûna civaka Kurd û rêxistinbûna wan di vê astê de, parastina azadiya xwe di serî de li Tirkiyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn rê li ber tevgerkee ku demokratîkkirinê veke, şoreşa demokratîk pêk bîne, şoreşa zîhniyetê û çandê biafirîne. Tevgereke ronakbîriyê, tevgereke veguherîn û guherînê ya ronesansê diafirînin. Di çand, zîhniyet, hest û siyasetê de van ferz dike. Li Tirkiyeyê ferz dike, li Erebîstanê ferz dike, li Îranê ferz dike. Di vê çarçoveyê de li her kesî ferz dike. Ev yek rastiyeke vekirî ye. Ev yek ne ferzkirineke ji rêzê ye, di rewşa şênber de bi pêşketinê re, bi pêşketina Kurdên azad re di pratîkê de nîşan dide ku li Tirkiyeyê, Erebîstanê, Îranê civak dikarin azad bin, bi hev re di nava demokratîk û biratiyê de bijîn, siyaset û zîhniyeta netewe-dewlet bê şikandin, li şûna wê siyaset û zîhniyeteke demokratîk azadîparêz bê afirandin. Her kesî perwerde dike, feraseteke nû dide her kesî. Di pratîkê de nîşan dide û vê dike. Guherîn û veguherîneke bi vî rengî heye. Bi taybetî têkoşîna ku li Bakur, Rojava û Bşaûr li dijî rêxistin û êrîşkariya El Qaîde, DAÎŞ, AKP-MHP'ê tê kirin, di vê mijarê de rê li ber pêşketinên girîng vekir. Rewşa berbiçav û rastî nîşan da. Nîşanî her kesî da ku dîktatoriya netewe-dewletê çi ye, siyaset û zîhniyeta ku Kurdan tine dibîne û dixwaze tine bike ji bo Tirkiye, Erebistanê û Îranê tê çi wateyê, wan çawa ber bi felaketê ve dibe; azadiya Kurdan jî wekhevî, biratî û parvekirineke çawa tîne. Nîşan da ku azadiya Kurdan parêzvanî û misogeriya gelên Tirkiye, Erebistan û Îranê ye, misogeriya jiyana demokratîk azad e. Ev yek pêşketineke girîng e. Tevgereke ronakbîriyê ye.

Di vê çarçoveyê de têkoşîna ku li Kurdistanê li dijî siyaset û zîhniyeta mêtinger-qirker faşîst ê meşandin, bandorê li her devera herêmê dike. Bala rewşenbîr, nivîskar, herunermend û siyasetmedarên civakan, yên herêmê hîn bêhtir diçe ser rewşa li Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de têkoşîna li dijî faşîzmê rast û kûrtir tê fêhmkirin, her wiha tê fêhmkirin ku yê ev têkoşîn afirandiye rastiya Rêber Apo ye, paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk û azadîparêziya jinê ye û hîn bêhtir bala mirovan diçe ser taybetmendiyên vê paradîgmayê. Ev rastiyek e. Li gorî rewşa berê nûbûn pêk tê, guherîn-veguherîn pêk tê. Hem hişmendiya demokratîkbûnê li Tirkiye, Erebistanê, Îranê rû dide hem jî ev yek li ser bingeha rast pêk tê. Çepgiriya sosyal şoven a berê ji holê radike. Bi rastî jî rêxistinbûneke siyasî ya bi helwesta demokratîk û hişmendiya demokrasiyê derikeve holê ku xwe dispêre azadiyê, cihêrengiyê û wekheviyê. Divê ev yek bê dîtin. Gelo ev têrker e, çiqasî bi bandor e? Civak çiqasî hembêz kiriye? Vediguhere rêxistin û çalakiyê? Divê di çarçoveya van pirsan de bê nirxandin.

Dema ku di çarçoveya pirsên din de mesele bê nirxandin, bêguman em hîn li destpêka kar in, pêşketin jî lawaz e û têrker nîne. Pêşketinên nû yên girîng hene. Pêşketin jî xwedî destpêkekê ne, lê belê hîn gelekî lawaz e, bandora xwe ya siyasî kêm e, di pratîkê de hêza xwe ya guhertinê têrker nîne. Dikare bê gotin ku di vê mijarê de em hîn li destpêkê ne. Divê ya heyî bê rexnekirin, têrker neyê dîtin, di vê mijarê de helwestên teng, sekna ku şovenîzm û sosyal şovenîzm di ruh, hest û fikir de têk nebiriye tên dîtin. Divê ev bê rexnekirin û hîn bêhtir mirov di vê mijarê de radîkal bin. Pêwîstî pê heye ku şoreşa zîhniyetê, şoreşa wijdanê hîn bi kûrahî bê jiyîn. Gihaştiye asteke girîng, eger bi giranî û cidî ev yek bê nirxandin û hewldan bê domandin dibe ku pêşketinên xurt pêk werin. Lê belê bi rewşa heyî hîn pêşketineke wiha nehatiye afirandin, li hemberî vê yekê jî têkoşîn divê.

Ocalan di parêznameya DMME'yê de got, "Hem çanda şaristaniya bi çîn, bajar û şaristaniya dewletê, hem jî çanda civaka ku li dijî van her sê hêzan hebûna xwe diparêze, hevgirtî ne. Hevgirtî hem li dijî hev in, hem jî di nava xwe de ye." Eger mirov dijberiya li şaristaniya dewletê weke eniya hevpar a gelan, weke bloka demokrasiyê bibîne, wê demê HBDH ku ji bo bidawîbûna tecrîdê, hilweşandina faşîzmê, azadiya Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiyeyê têdikoşe, ji aliyê dîrokî ve xwedî rol û mîsyoneke çawa ye?

Divê mirov pênaseyan rast fêhm bikin. Civak yekpare ye, civakîbûn yekpare ye. Parçekirina civakê ne rast e. Mînak cihêbûna çînî, cudahiya neteweyî, ziman û çandê heye, lê belê ev yek yekparetiya civakê ji holê ranake, rastiya jiyana mirovan bi civakê re ji holê ranake. Ji ber vê yekê divê mirov yekparetiya civakê ji van cihê nebînin. Rastiyên ku di nava civakê de derketine holê ye, berhemên yekparetiya civakî ne.

Rastiya dewlet-desthilatdariyê yekpare ye. Rêbertî got, 'Ji Sumeran heta vê serdemê mîna goga ji berfê mezin bû û xwe gihand vê serdemê'. Yanî divê neyê dîtin ku 'filan dewlet hilweşiya, ew dewlet ava bû, bi hev re şer kirin, bûn dijberê hev, demên ji hev cuda bûn'. Çima ev tê gotin, ji ber ku hinek bi vî rengî dibînin. Gotin, 'dewletên cihê ne'. Halbûkî navê wan cuda be, devera ku jê derketibin cuda bin, yên wan bi rê ve dibin cuda jî bin, cewhera wan yek e. Dewlet dewlet e. Li ku dibe bila bibe rol û mîsyona wan yek e. Çeteyeke zext û mêtingeriyê ye ku li dijî civakê serdest e. Rewşa xwe ewqasî vekirî ye. Li Sumeran jî bi vî rengî bû, niha jî wiha ye. Divê ev rastî were dîtin. Ji bo mirov di têkoşîna dijî vê sîstemê de bi ser bikevin divê destpêkê xwedî feraseteke rast bin û pênaseyên rast bikin. Piştre jî bi rêbaz û tempoya rast, bi cesaret û fedakariyê têkoşîneke rêxistinbûyî bê meşandin. Nêzîkatiyeke ji bilî vê nepêkane ku bi ser bikeve. Destpêkê kêmasî hebe û amator jî be hişmendî û tecrûbeya vê yekê bi pêşengiya Rêber Apo û rêxistiniya PKK'ê gelê Kurd, ciwan û jinên Kurd afirandin. Gihandin asteke girîng. Gihandin wê astê ku li dijî paşverûtiya dinyayê û modernîteya kapîtalîst şer bike. Di çarçoveya komploya navneteweyî de wan êrîş kirin. Li dijî komployê 21 sal in gelê Kurd bi pêşengiya PKK'ê têkoşîneke bi lehengî ya mezin dimeşîne. Pêngava 'em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin, Tirkiyeyê demokratîk bikin', ji Mijdara 2018'an û vir ve weke pêngava hevgirtî ya vê têkoşîna mezin bi rê ve diçe. Hewldana ji bo înkar û tinekirina Kurdistanê, bêparhiştina Tirkiyeyê ji demokrasiyê û avabûna dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê ya di çarçoveya darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê de, hemû xwe dispêrin sîstema tecrîdê û êşkenceya li Îmraliyê. Komploya navneteweyî û sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ku ji ber wê derkete holê, şêweyê êrîşê yê sala 1998'an ê siyaset û zîhniyeta tinekirin û înkarkirina Kurdan e.

Têkoşîna bi pêşengiya PKK'ê ji bo têkbirina vê siyaset û zîhniyetê derkete holê. Ya ku tê kirin jî hewldana ji bo tasfiyekirina vê têkoşîna bi pêşengiya PKK'ê ye. Ji bo vê jî xwestin Rêber Apo îmha û tasfiye bikin, di vê çarçoveyê de êrîş kirin û di encamê de sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê derxistin holê. Şerê înkar û tinekirinê yê li Kurdistanê, dîktatoriya faşîst a li Tirkiyeyê niha bi vê sîstema êşkence û tecrîdê ava dikin. Sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê li Tirkiye û Kurdistanê vediguhere şêweyê sîstemeke tecrîd û êşkenceyê. Ji bo têkbirina vê jî têkoşîneke mezin tê meşandin. Bi pêşengiya Leyla Guven du sed rojî greva birçîbûnê hate kirin, rojiya mirinê pêk hat. Li zindanan û derve şehîd hatin dayin. berxwedana gel li zindanan û Ewropayê şehîd da. Gerîla bê rawestan şer kir, bi dehan şehîd da, şehîdan hîn jî dide. Hîn jî bi lehengî li ber xwe dide.

Bi berxwedaneke wiha hewl tê dayin siyaset û zîhniyeta qirker mêtinger faşîst bê têkbirin. Berxwedan berxwedana gel e. Berxwedana jin û ciwanên Kurd e. Berxwedaneke şoreşgerî ye. Îdeolojîk e, polîtîk e, leşkerî ye. Bi pêşengiya gerîlayên leheng berxwedan didome. Divê ev rastî were dîtin. Di rêya ku Rêber Apo ronî kiriye de, bi pêşengiya Partiyê û gerîla berxwedaneke gel a demokratîk a topyekûn heye. Berbiçavbûna vê berxwedanê li qada siyasetê tê wateya qada siyaseta demokratîk. Ev berxwedan derbê li siyaset û zîhniyeta qirker-mêtinger faşîst dixe, êrîşkariya faşîst têk dibe, rastiyan derdixîne holê. Çareseriya demokratîk ferz dike. Çareserî jî afirandina siyaseta demokratîk e. HDP ku tevgereke siyaseta demokratîk e, girîngiya xwe di vir de derdikeve holê. Di vir de rol dikeve ser milê HDP'ê. Divê rastiya HDP'ê baş were xwendin, fêhmkirin, pejirandin û di heman demê de neyê nepixandin. Mesela eger ne ji berxwedana gel a topyekûn a bi pêşengiya partiyê û gerîla bûya, HDP nikarîbû hebûya, ti wateya xwe nedibû. Her tiştî di çarçoveya vê berxwedanê de dike.

Siyaseta demokratîk weke encama meşa lehengî ya Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an a Gerîla ji destpêka salên 1990'î derkete holê. Xwe dispêre hebûna gerîla, bêyî gerîla siyaseta demokratî nabe, lewma tevgera siyaseta demokratîk jî nabe. Beriya her tiştî divê bê dîtin ku xwe dispêre çi û ku derê. Di vê mijarê de divê nêrîn û nirxandinên şaş neyê kirin. Ji ber ku nêzîkatiyên bi wî rengî şaş derdikevin holê. Halbûkî ne berxwedana gerîla nebûya HDP nikarîbû rojekê jî hebûya. Li Tirkiyeyê navê siyaseta demokratîk jî nayê ser ziman. Em wan serdeman baş zanin.

Li aliyê din berxwedaneke bi vî rengî siyaseta demokratîk derdixîne holê, derbê li faşîzmê dixe, derfetan diafirîne, lê belê çareseriya mayinde divê ji aliyê siyaseta demokratîk ve bê dîtin. Divê siyaseta demokratîk kar bike. Eger siyaseta demokratîk bi rola xwe tevnegere, eger bi wesf tevnegere hingî êrîşkariya faşîst û berxwedana gel a şorşegerî wê bidome. Rewşa şer didome, çareserî dernakeve holê. Di vir de rol û mîsyona siyaseta demokratîk a HDP'ê çi ye? Yek; divê zanibe ku ji ku derketiye holê, xwe dispêre çi. Du; wê wezîfe û berpirsyariyên ku rastiya datîne pêşiya wê pêk bîne. Ev yek jî afirandina çareseriya siyaseta demokratîk a pirsgirêka Kurd e ku xwe dispêre pêşketinên berxwedana gel a şoreşgerî; pêkanîna rola xwe ya bi vî rengî ye. Wê civakê di xeta konfederalîzma demokratîk de bi rêxistin bike, li hemberî dewletê wê çareseriya dewlet+demokrasiyê biafirîne; civaka demokratîk derxîne holê, bi rêxistin bike, bixe nava çalakiyan, veguhere hêzeke bi vî rengî ya danûstandinan, lihevkirina destûra bingehîn derxîne holê, bibe aliyek, aliyê civaka demokratîk bi rêxistin bike. Rol, mîsyon û wezîfeya demokratîk wiha ye. Eger HDP xwe bigihîne vê astê wê rola xwe pêk bîne. Naxwe ji bo her tiştî li hêviya dewletê be wê nikaribe tiştekî bike, wê nikaribe xwe rast pênase bike, ji ber ku ew ji nava dewletê derneket, ji nava berxwedana şoreşgerî derket, ji nava berxwedana gel derkete holê. Wezîfeya wê ye ku li hemberî dewletê xwe bi siyaseta demokratîk bi rêxistin bike û çareseriya destûra bingehîn biafirîne. Ev yek çiqasî pêk anî hingî wê rol, wezîfe û berpirsyariya xwe pêk bîne, rola xwe ya dîrokî pêk bîne.

Rêbertî di vê mijarê de got, 'Valahiyeke mezin a teorîk heye'. Ji rêxistinkirina civakê, zanekirin û perwerdekirina civakê bêpar, ji çavkaniyên ku ji nav derketiye bêpar; yanî neafirînerî, ne têkoşerî û nerêxistinî ye. Jê heye ku li qadeke teng, marjînal, li qada dewletê dikare siyaset bike. Jê heye ku wê karibe pê li ser piyan bimîne, ev yek şaştiyeke mezin e.

Ocalan got, "Çi serdest bin, çi jî yên bindest, ji bo hemûyan hevgirtin esas e. Mijareke din ku divê tevî hevgirtinê bê fêhmkirin cihêrengiya xwecihî ye." Her wiha got, "Eger netewe-dewlet van rastiyan û çareseriya destûra bingehînî qebûl nekin, xwedî wê hêzê ne (gel) ku dikarin di nava otorîteya siyasî ya xweseriya demokratîk de bijîn û xwe biparêzin." Di vê çarçoveyê de xuya ye wê faşîzma AKP-MHP'ê ku tekperestî, înkar û tinekirinê esas digire bi nêzîkatiya ku vê hevgirtinê înkar dike nikare hebûna xwe mayinde bike. Di vê çarçoveyê de di atmosfereke ku çareseriya siyasî demokratîk jinedîtî ve tên de divê helwesta gelê Kurd û hêzên demokrasiyê çawa be?

Ez pir zelal bibêjim; nîqaş li ser vê rewşê nabe. Helwesta Kurdan û hêzên demokrasiye, wê ne bi wî rengî be ku bibêje, ‘’AKP çi dike, MHP çi dike, dewlet çi dike?’’ ku xwe li van pirsan asê bike, li wan dinere, ji dewletên bendewar be; berevaî wê tim xwe perwerde bike, rêxistiniya xwe bike, jiyana demokratik a civakê organize bike, bidomîne, mezing bike û wiha berê xwe bide hebûna civakî ya azad û demokratik û li dijî her cure êrîşê şer bike, li ber xwe bide, têkoşîneke wê bişkîne nîşan bide. Bê têkoşînê demokrasiî nabe. Rêber Apo dibêje, ‘’zimanê demokrasiyê çalakî ye’’. Bê çalakî demokrasî nabe. Bi demokrasiya radîkal jî, xwest ku demokrasiyê ji pênaseyên şaş cuda bike. Xwest ku hişmendiyeke rast a demokrasiyê bîne. Ji ber vê wê têbikoşe. Ne tenê ji bo ku dewlet min qebûl bike, ez bi dewletê bidim qebûlkirin.

Dixwazim vê bibêjim; em bibêjin geşedanek bû, rêxistiniya civakî ya demokratik bû, bi astekê lihevkirinek bû, hevdîtin çêbû, lihevkirina dewlet + demokrasiyê çêbû, lê ev nayê maneya ku têkoşîn qediya, nokokî rabûn. Tê maneya ku nakokiyên nû, têkoşîneke li ser vê derkeve holê. Tê maneya rengên nû yên têkoşînê derkevin holê, ango têkoşîn dîsa heye. Ji ber ku nakokî heye, cihêtî hene. Dewlet heke tiştek dabe, heke tiştek ji dest çûbe, wê bixwaze ku derfetê bi dest bixe û dîsa wê bistîne. Ji ber vê, 1; ji bo ku li bara hemû êrîşên ku ji aliyê dewletê ve tên xwe biparêze, divê demokrasî li ber xwe bide. 2; Mirov ne mecbûr ku tim bi dewletê re li hev bike. Dewleta bi qasî ku heye, jiyana azad û demokratik asteng dike. Ji bo ku jiyana azad û demokratik geş bibe, dewlet divê time were bertengkirin, sînordarkirin, biçûkkirin û dawiyê were tinekirin. Ango rasteqîniya ku tê gotin, civaka bê dewlet nabe, ne rast e, bê civak dewlet nabe lê bê dewlet civak dibe. Berê hebû, niha jî dikare hebe. Dewlet rengekî averêbûnê yê mêtingeriyê ye ku piştre derketiye holê, ne civak e. Ji ber vê, ji bo pêkanîna civaka azad û demokratik, divê li dijî dewletê têkoşîneke ku dewletê tine bike mirov bide.

Ji vî alî ve helwesta Kurdan û hêzên demokrasiyê divê ew be ku tim xwe perwerde bikin, bîrewer bikin, rêxistiniya xwe bikin û têbikoşin. Divê mirov rasteqînî û rastiyan bîbîne û divê mirov bersiva pirsên, ‘’rêxistineke çawa, çalakiyeke çawa’’ bibine û bi çalakî, bi wêrekî û fedekarî têbikoşe. Ev bi mîsogerî hewce ye. Vaye hilbijartin dibe, faşîzm derbê dixwe. Sibe wê hilbijartina Stenbolê bibe, dibe ku faşîzma AKP-MHP’ê derbê bixwe. Dibe ku bi paş ve biçe û hilweşe, rêveberiya Tayyîb Erdogan dibe ku ji desthilatê bikeve.

Rêveberiya Tayyîb Erdogan piştî hilbijartina 23’yê Hezîranê ji desthilatê ket,ev nayê maneya ku têkoşîn qediya, her tişt rabû. Têkoşîna azadî û demokrasiyê bê rawest bi rengên nû wê bidome. Geşkirina jiyana azad û demokratîk wê tim bidome. Derbek xwar, hinekî paş ket, ji bo ku xwe bihêz bike, êrîşên faşist didomîne, li dijî wê têkoşîn wê hebe. Ji ber vê, têkoşîn esas e. Bê têkoşî nabe. Bê têkoşînê jiyan nabe. Bê têkoşînê azadî û vîn nabe, giyan û hîs nabe.

Ji ber vê jî bi têkoşînê, bi xebatê, bi geşkirina hişmendî û rêxistinê em ê hebin û bijîn. Hişmendiya ku jiyanê bê têkoşîn dibine nexweş û mirî ye. Divê pêşî em xwe ji wê hişmendiyê rizgar bikin. Hêzên faşist ên serwer dixwazin civakê ji vê hişmendiyê dûr bigirin. Talokeya herî mezin a qirkirina ser civakê ev e. Hebûna jiyaneke bê têkoşîn, rehet, mîna giyayan –giya jî tevdigerin-, weke ku jiyaneke wiha hebe, bi rengekî ku civak li vê bigere, di mêjiyê mirov de çêdikin. Takekes û civak ji hêla hişmenidya faşist ve, herî pir ji vî alî ve têne qelskirin û bi paş xistin. Ev şaş e, divê mirov xwe ji vê xilas bike. Bi mîsogerî divê ev hişmendî were şikandin.

Divê felsefeya me ya jiyanê rast be . Divê were zanîn ku mirov bê têkoşîn nikare hebe, jiyaneke azad û demokratîk bê têkoşînê nae, divê rastiya jiyaneke têkoşer em deynin ber xwe. Lê di têkoşînê de didê mirov ne xeyalperest, sekter be. Divê mirov rê û rêbazên têkoşîne, şêl û şêwaza wê rast deyne. Tê gotin, ‘’piyê wî li erdê dikevin’’, ya esas ew e ku mirov rasteqîniya berbiçav bibine, xwe jî û dijberê xwe jî baş nas bike û bi rastî jî, mirov têkoşîneke encamgir , sekeftî, avakar deyne ber xwe. Divê şêwaza afirîner be, deskeftinê bîne. Divê avaker, geşker û hêzkar be. Têkoşeriyeke wiha, têkoşeriyeke wiha ye ku mirov bi ser dixe. Em ji Rêber Apo hîn bûn, em tevger û gel hewl didin ku pêk bînin. Kêmasiyên me hene, em li bin bandora ya çûyî dimînin. Rêber Apo bi rengekî mafdar vê rexne dike, dixwaze me ji şaşitiyan xilas bike, ji bandora pergalê xilas bike û bîne ser ya rast. Em jî hewl didin ku bi vê çarçoweyê rasteqîniyan zêdetir fêhm bikin, bi rexnedayinê xwe xurt bikin, li ser xeta Apogerî hewl didin ku têkoşîneke wiha bidin ku tim bi ser dikeve, tim dibe sedema geedanan û serfiraizyan tîne. Em niha wiha ne, em ê sibe jî wiha bin. Çendî geşedan çêbibin, çendî serkeftin çêbibin jî, em ê wiha bidomînin, em qesl bibim jî bêhêvî nabin, em ê dîsa bi rexnedayinê xwe bidin ser hev û bigihin rastiya têkoşînê ya ku bi ser dikeve. Ya ku jiyanê hînî me kirî ev e, li ber çavan e ku ev şêwaz jî serkeftinê tîne.

Bi vê çarçoweyê em giringiyê pê didin ku zêdetir li ser pareznmayên rawestin, em ji bo ku bibin takekes û civakên ku felsefe, helwesta îdeolojîk-siyasî, şêwaza têkoşînê û tempoya Rêber Apo rast û bi rengekî têrkar fêhm bikin û bi serkeftî bibin, lêkolînan bikin, lê hûr bibin û nîqaşan bikin. Me ev nîqaş jî parçek ji vê dît û me nirxand, bi qasî ku me fêhm kir me hewl da ku bi çarçoweyeke berteng tiştekî lê zêde bikin. Heke bi ser ketibe, heke tiştek lê hatibe zêdekirin em dibêjin, em şad in û bi vê çarçoweyê, em bang li her kesî dikin ku rasteqînniya jiyanê, bi çarçoweya ku Rêber Apo danî ber me, û bi rengekî ku girêdana wî ya bi têkoşînê re fêhm bike û wiha, di têkoşîna azadî û demokrasiye de, zêdetir rêxistinî, karîger û bi yekereyî cih bigire.