'Jiyana gundan bi wate û xweş e'

Gundiyên li gundê Eksipakê yê navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li hemberî kapîtalîzmê li xwe ber xwe didin û jiyana komunal û xwezî ya gund diparêzin. Malbata Kaya dibêje jiyana gundan ji ya bajaran xweştir e.

Gundiyên li gundê Eksipakê yê navçeya Rêya Armûş a Wanê li hemberî pergala kapîtalîzmê li ber xwe didin, jiyana komunal û xwezayî li gund diparêzin. Gundî li gorî xwezayê dijîn û reng didin jiyana xwe. Gundî bi çandinî û xwedîkirina sewalan debara xwe dikin. Gundî dibêjin, jiyana li gund ji ya li bajêr xweştir e.

BI XWEZAYÊ RE DIJÎN

Ji gundiyan Mehmet Kaya diyar kir ku çavkaniya herî mezin a debara wan sewalkarî û çandinî ye. Kaya anî ziman ku di mehên havînê de sewalên xwe diçêrînin û wiha axivî: "Li Wanê sir û seqem gelekî zêde ye. Li Wanê tenê du mehên havînê hene, ji bo zivistanê jî ji zozanan giha diçinin û ji bo zivistanê dikin ka. Salê carekê mihiyên me dizên û di heman demê de goşt, şîr, penêr û mask dide me. Em ji jiyana xwe razî û bi kêfxweşin. Em nikarin li bajaran wiha bijîn. Jiyana gundan ji ya bajaran xweştir e."

JIYANA KOMUNAL

Helîme Kaya anî ziman ku ew li şûna nanê firinê nanê tenûrê tercîh dikin û ev tişt got: "Her sibe ez radibim û nanê tenûrê çêdikim. Nanê ku çêdikim bi cîranên xwe re jî parve dikim. Li aliyê din ez sewalan xwedî dikim. Li gundan hê jiyaneke hevpar heye. Em li gund bêyî ku cudahî bixin nav hevdu alîkariyê didin hev. Em ji jiyana gund hez dikin û dibêjin bila her kes vegere gundê xwe."

'JIYANA GUNDAN BI WATE Û XWEŞ E'

Jina bi navê Asya Kaya jî diyar kir ku ew li gund li dijî pergala ku ne xwezayî ne çanda xwe diparêzin û wiha got: "Niha ez hem sewalan xwedî dikim hem jî çandiniyê dikim. Jin li vir hilberînê dikin û jiyana gund di her warî de ji jiyana bajêr xweştir e. Jiyana gundan bi wate û xweştir e."