Jinên li Ceyhanê xwedî li çand û nanê tenûrê derdikevin

Tenûr yek ji çandên Rojhilata Navîn e ku li ber tinebûnê ye. Jinên li Ceyhanê hem xwedî li vê çandê derdikevin hem jî bi jinên li Edeneyê didin naskirin.

Jinên Kurd ku salên 90'î ji Kurdistanê koçî navçeya Ceyhanê ya Edeneyê kirin, bi lêdana nanê tenûrê hem xwedî li vê çanda xwe derdikevin, hem jî bi jinên il Edeneyê didin naskirin.

Maşallah Altûn (36) dixwaze ev kevneşopî her tim bidome. Altûn hîn 15 salî bû ji dayika xwe hînî lêdana nanê tenûrê bû. Ji hingî ve her hefte nanê tenûrê lê dixe. Altûn balê dikişîne ser zehmetî û metirsiya vî karî, lê bi kêfxweşî vî karî dike. Altûn dibêje, "Vê sibehê hişyar bûm. Min av germ kir, hevîrtirşkê xwe amade kir, xwê xist nava ard. Û piştre bi hevîrtirşk min hevîr stra. Piştî ku hevîrê min nepixî, min tenûra xwe amade kir. Nanê tenûrê nadim bi tiştekî din."

Altûn diyar dike ku hevser û zarokên wê jî gelekî ji nanê tenûrê hez dikin û dibêje, "Ev nan çanda me ye. Dayikên me ji dayikên xwe, em jî ji wan hîn bûn. Hêvîdar im wê bi vî rengî dewam bike."