Jinên li Amedê dest bi amadekariya zivistanê kirin

Jinên li Amedê zend û bend badan û dest bi amadekariya zivistanê kirin. Ji bo xwarina 'babaqenûç' ku yek ji xwarinên herêmî yên Amedê ye û zivistanê gelekî tê xwarin, jinan dest bi biraştina balîcanan kirin.

Jinên Amedî bi hev re dest bi amadekariya zivistanê kirin. Yek ji xwarinên sereke yên ku li Amedê ji bo zivistanê tê amadekirin 'babaqenûç' e. Ji bo amadekirina vê xwarinê jî jin balîcanan dikirin û bi hev re li ber xaniyên xwe balîcanan dibirêjin.

Jina bi navê Aynûr Tûran da zanîn ku xwarina 'babaqenûç' ji bo wan xwarineke xweş a dema zivistanê ye û got, "Berî demsala zivistanê zebzeyên ku di dema zivistanê de nînin, niha em dikirin. Divê balîcanên baş bên neqandin. Reng û teşeyê wan tehma wan nîşan dide. Divê reş û mezin bin. Balîcanên li ser êgir tên biraştin gelekî bi tehm e û ji bo tenduristiya mirovan baş e. Borek û lehmecûn jî jê tê çêkirin. Bi mast û sîrê gelek xweş e."

'BABAQENÛÇ BI MAST Û SÎR XWEŞ E'

Jina ciwan a bi navê Dîlan Yumlu jî anî ziman ku babaqenûç xwarineke herêmî ya gelên Kurdistanê ye û der barê babaqenûçê de jî ev tişt got: "Berî demsala zivistanê em balîcanên xwe ji bazarê dikirin û li ser êgir dibirêjin. Babaqenûç xwarinek herêmî ya gelên Kurdistanê ye û di nava rûn de bi hêk û sîrê tê çêkirin. Em balîcanan dibirêjin, piştre dixin kîsikan û dixin sarincê. Bi vî rengî ji zivistanê re amade dikin."

'KRÎZÊ BUHAYÊ BALÎCANAN JÎ ZÊDE KIR'

Yumlu bal kişand ser krîza aboriyê û got: "Ji ber krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê îsal ti welatiyan zebze nestandiye. Sala bihurî kîloya balîcanê bi 1 lîreyî bû. Îsal bûye 3 lîre. Krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê bandor li gelên Kurdistanê jî kir. Em nikarin li bazarê êdî tiştek bikirin û ev rewş me hemûyan bêzar dike. Ji xwe ev hefteyeke buhayê zebze û fêqî gelekî zêde bûye. Kes naxwaze biçe sûkê. Gelek kes nikare kîloyeke balîcan jî bikire."