Jinên Kurd li Swîsreyê mehfûrê xwe raxistin

Jinên Kurd ên ciwan bi nîşandana mehfûran çand û dîroka Kurdan bi Swîsriyan didin naskirin.

Mehfûrên ku jinên Kurd ên ciwan, ên ji ber ku çeteyên AKP-MHP’ê gundên wan şewitandin neçar man ku ji Colemêrgê koç bikin, mehfûrên ku li Atolyaya Mehfûran a Rûnas çêkirin li Frîboûrgê didin nîşandan. Çand û dîroka Kurd bi neqşên li ser mehfûran bi Swîsreyiyan didin nasandin.

Bernameya ku li Frîboûrg a Swîsreyê ji hêla Swîss Kurdîsh Allîance (FSK) ve hatî organîzekirin, li Centre le Phenîxê (Mala Çandê ya Frîboûrgê) bi tevlêbûna 100 kesî dest pê kir. Di pêşangeha mehfûran de ku Swîsreyiyan pi bala xwe danê, roja pêşî bi Kurdî û Fransî hatin danasîn hate kirin û piştre bi nîşandana fîlm çîrokên mehfûran ên ku jinên ciwan çêkiribûn hatin vegetin, bi nîşandana slaytê jî çîrokên neqş û motîvan hatin vegotin.

Mehfûrên ku li Atolyeya Mehfûran a Rûnas hatine çêkirin, hem ji bo ku debara malbatên ku ji welatê xwe hatine pê bibe û hem jî ji bo ku çanda Kurd bi Swîsriyan were vegotin 3 rojan li Mala Çandê ya Frîboûrgê sê rojan wê vekirî bimîne.

 ‘HEVGIRTIN Û BERXWEDAN TÊ NEQIŞANDIN’

Endama FSK’ê Marîanne Mejer ji ajansa me re got: ‘’Jinên Kurd bi mehfûrên ku çêkirine hevgirtina jinên Kurdan û berxwedana wan jî bi motîvên ku lê kirine vegotine. A ku tê vegotin çîroka wan e. Heke mirov bizanibe binere, mirov dikare bibîne ku di her mehfûrê de hevgirtina jinan û berxwedana Kurdan ta bi ta hatiye danîn. Her Mehfûra ku li Mala Mehfûrê ya Rûnas tê çêkirin, romana wan jinan e ku bi destê xwe nivîsîne.’’

Ez bang li her kesî dikim ku werin vê pêşangaha li Mala Çandê ya Frîboûrgê ku wê rojan bidome, xwedî li jinên Kurd û malbatên wan derkevin.’’