Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Jin û zarok xwedî li muzîka Kurdî derdikevin

Jin û zarok hewl didin bi derfetên xwe li kolanên Wanê xwedî li muzîka Kurdî derkevin.

Tevî qedexe û zextên dewleta Tirk jî li gelek tax û kolanên Wanê stranên Kurdî tên gotin.

Li kolana Cûmhûriyetê ku kolana herî qelebalix a Wanê ye, zarokên Kurd xwedî li zimanê xwe derdikevin û bi gotina stranên Kurdî li ber qedexeyan radibin. Bêyî amûreke muzîkê zarok dewlikên avê ji xwe re dikin amûrên muzîkê û li ber wê distirên.

Xecî ku li kolanên Wanê bi Kurdî distirê, anî ziman ku zext û qedexe wê nikaribin bi ziman û muzîka Kurdî. Xecî got, şert û merc çi dibin bila bibin wê bi Kurdî bistirên.