Jin: Em bêzar nebin û berxwedanê geş bikin

Jinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê daketin qadan. Di çalakiyan de sepanînên dijminê jinê AKP’ê hat protestokirin.

Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi munasetebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan bi bername û çalakiyên cur bi cur şîdeta li ser jinan şermezar kirin û peyama wê li her derê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe ya li dijî şîdetê bênavber bidomînin.

ŞIRNEX

Li navçeya Silopiya Şirnexê jinên ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li avahiya HDP'ê hatin cem hev, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê daxuyanî dan. Endama TJA'yê Fatma Gunduz daxuyanî xwend û diyar kir ku jinên Kurd yên li hember her cure tundiya li ser jinê têdikoşin gehiştine astek wisa ku bikaribin koka tundiyê tune bikin. Gunduz bal kişand ser tundiya li ser tevahiya civakê û da zanûn heya tundiya li ser jinê bi dawî nebe wê tundiya li ser civakê jî berdewam bike. Gunduz, destnîşan kir ku tunekirina tundiya li ser jinê wê bi têkoşîna xeta azadiya jinê bi dawî bibe û bang li hemû jinan kir ku têkevin nava berxwedanê.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî hevparên TJA'yê bi heman armancê li avahiya DBP'ê ya bajêr daxuyanî da. Rêvebera HDP'ê Eylem Amak diyar kir ku ger daxwaziya aşitiyê û wekhêviyê sûc be ew ê vî sûcî her tim pêk bînin û wiha got: "Di roja 25 Mijdarê de jin her roj li hemberî tundî, zilm û tunehesibandinê sekna xwe ya berxwedêrî nîşanî vê hişmendiyê dide û ev sekna jinan wê encamek mezin bigire. Ev tarîbûn wê bi jinê bibe ronahî di rojên dawi bibe. Em berxwedan û têkoşîna jinan slav dikin."

Herî dawî di daxuyaniyê de hat gotin ku, jin wê li hemberî hemû êrîşên hikumetê li ber xwe bidin. Daxuyanî bi dirûşmeyên 'Jin jiyan Azadî' bi dawî bû.

Piştî daxuyaniyê jinan ji bo girtiyên siyasî jî name şandin Girtigeha Tîpa T a Mêrdînê.

STENBOL

Komîsyona ÎHD'ê ya Stenbolê rapora ku der barê şîdeta li hemberî jinan amade kiriye parve kir. Di civîna çapemeniyê ya li avahiya ÎHD'ê hat dayîn de ji Komîsyona ÎHD'ê ya Jinê Hatun Îldemîr axivî û anî ziman ku ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinan li her derê cihanê jin dadikevin kolanan, lê îro jî li welatê wan jin rastî şîdetê tên.

Têkîldarî rapora ku hatiye amadekirin de wiha hat got: "Hemû çapemeniyên muxalîf hatine girtin, rojnamegerên jin hatine binçavkirin, mafê jinan ên gihandina rastiyan hatiye astengkirin, ji meha çileyê heta niha di encama şîdeta zilaman de 251 jin hatine kuştin.

MÊRSÎN

Platforma Jinê ya Mêrsînê li Ozgur Çocuk Parki daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta "Em li dijî tacîz û tecawîzê di berxwedanê de ne" hate vekirin. Di çalakiyê de wêneyê Zehra Eplî ya li Girtîgeha Gebzeyê agir berdabû bedena xwe û wêneyê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel ê dema hatibû binçavkirin hatin hilgirtin.

Endama Platformê Tuna Şahîn axivî û anî ziman ku li vî welatî bedenên zarok û jinan tê hedefkirin û wiha axivî: "Roj hat ji bo guhertina sîstemê êrîşî beden û îradeya jinan kirin. Roj hat kenê jinan şerm hate dîtin, xebata jinê ya di qada cemaweriyê de şerm hate dîtin, roj hat îstismara zayendî ya li dijî 45 zarokan pak hat nîşandan. Ev pêkanîn bi OHAL û KHK'ê ve zêdetir bûn."

AGIRÎ

Li Agiriyê jî bi pêşengiya jinên HDP û DBP'ê de jin hatin cem hev û şîdet şermezar kirin. Di daxuyaniya ku jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn de Hevseroka HDP'ê Olcay Ozturk axiv^ û bal kişand li ser îstismara zayendî û kuştinên jinan.

Parlamentera HDP'ê Dîrayet Taşdemîr jî wiha got: "Me ji Sakîne Cansizan, Sêvê, Kader Ortakkaya, Zehra Epliyan têkoşîn dewr girtiye. Ew wan silav dikim. Em dizanin îro desthilatdarîa AKP'ê têkoşîna jinan kiriye hedef. Em bi zayendperestiya rêxistinkirî ve rû bi rû ne. Em ê tu caran dev ji têkoşînê bernedin."

QERS

Bi pêşengiya HDP'ê û DBP'ê li avahiya DBP'ê daxuyanî hat dayîn. Hevseroka DBP'ê ya Qersê Yelîz Çapur li hemberî girtina Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û gelek siyasetmedarên jin nerazîbûn nîşan da û got ku ev terora dewletê ye. Çopur anî ziman ku 5 hezar sal in li dijî şîdeta zilam li ber xwe didin hêza xwe ji rêxestibûna xwe ya cewherî digirin û ew ê tu caran dev ji têkoşînê berderin.

AMED

Bi sedan jin bi pêşengiya TJA'yê li Parka Koşuyolu hatin cem hev. Ligel dorpêça polîsan bi sedan jin ketin parkê. Polîsan bi hinceta ku Walîtiya Amedê çalakî qedexe kiriye xwest daxuyaniyê asten bikin. Jinan astengkirina polîsan bi tîlîliyan şermezar kirin û dowîzên "Ji kuştina jinekî re jî tehamula me nemaye" "Hûn nikarin îradeya me mohr bikin" vekirin. Li ser navê jinan parlamentera HDP'ê Feleknas Uca axivî û got ku 25'ê Mİjdarê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye qebûlkirin û jin wê li dijî şîdetê her tim li qadan bin. Uca wiha got: "Em weke jin her tim li dijî şîdetê têkoşîna xwe bidomînin. Bekna me ya li dijî şîdetê ji aliyê Walîtiya Amedê ve tê astengkirin. Ev astengkirin rûreşiya Walîtiya Amedê ye."

Piştî daxuyaniyê bi sedan jin bi tîlîliyan ji parkê derketin. Ligel anonsa polîsan wê mudaxale bikin jinan bi dirûşmên "Jin jiyana azadî" "Qatil Erdogan" û çepikan nerazîbûna xwe nîşandan.

Jin bi dirûşman heta rêxistina DBP'ê ya Amedê meşiyan û piştre belav bûn.

HER ROJ HERÎ KÊM 3 JIN TÊN KUŞTIN

Baroya Amedê û Weqfa Mafê Mirovan (TÎHV), Komeleya Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD), komîsyonên jinan ên komeleyên hatine girtin li ajahiya Alîkariya Edlî ya Baroyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê jinan Kordînatora Navenda Jinê ya Baroya Amedê Nûşîn Uysal daxuyanî xwend. Uysal got ku li cihanê hê jî jin rastî şîdet, pêkûtiyê tên ligel vê cudakariyê jî jin têkoşîna xwe didomînin.

Uysal anî ziman ku li gorî daneyên Forma Aborî ya Cihanê (WEF) tevlîbûna jinan a jiyana aborî û siyasî, sûdgirtina mafê perwerdehî û tenduristiyê de Tirkiye di nava 145 welatan de di rêza 130'emîn de ye.

Uysal destnîşan kir ku zimanê ku desthilatdarî li dijî jinan bi kar tîne rê li şîdeta li hemberî jinan re vedike, mafê jiyanê ya jinan ji destê wan tê girtin. Uysal bilêv kir ku li Tirkiyeyê her roj herî kêm 3 jin tên kuştin. Uysal bal kişand li ser saziyên jinan ên ku hatine girtin jî û got ku ev li dijî têkoşîna jinan hewldana darbeyê ye. Uysal got ku piştî îlankirina OHAL'ê welat bi KHK'yan ve tê rêvebirin û binpêkirinên mafan ên di dema darbeyan diqewime, di dema binçavkirina 30 rojan de bûyerên taciz û tehdîda zayendî yên diqewimin divê baş bên lêkolînkirin.

DERSÎM

Platforma Jinê ya Dersîmê li ber Postaxanê kom bûn, piştî ji jinên girtî re kart şandin, li Kolana Hunerê li hev civiyan û peyama, “Dest bi îrade, beden, keda min nede.”

Jinan li kolanan bi tenekeyan çalakiya dengderxistinê li dar xistin û dirûşm berz kirin. Nûrten Yeşîl a ku banga “Em li dijî tundiyê bibin yek” wiha axivî; “Tundiya zilam dewam dike, hem jî bi berfirehbûnê. Hikûmeta AKP’ê li dijî tundiya li ser jinê tênakoşe, berevajî komaleyên jinan mohr dike. Bi darbeyê û hinceta Rewşa Awarte kolan û qadan ji jinan re digre. Em jin jî ji bo xwedîderketina mafê xwe yên îfade, rêxistinbûyîn û azadiya xwe û kolanan xwe li vir in.”

Çalakî bi tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.