Ji xwarina ji muzeyê têr nabin

AKP'yiyên ku bi navê "Bernameya Desteka ji bo Navenda Dilkêşiyê" li Wanê sextekariyeke mezin kirine, muzeya ku diviyabû di nava salekê de bihata çêkirin ev 6 sal in naqedînin û ji xwe re kirine cihekî rantê.

Li Wane, piştî 2 erdhejên mezin ên sala 2011'an, xisareke mezin li Muzeya Wanê ya li navenda bajêr bû. Muzeya ku bi qasî 50 hezar berhemên xwe yên dîrokî zerar dîtin hate girtin. Ji ber ku xisar li muzeyê bû, li quntara Keleha Wanê hîmê Muzeya Ûrartû ya Wanê hate danîn. Muzeya ku sala 2012'an hîmê wê hate danîn, dihate plankirin ku sala 2013'an bê vekirin. Tevî ku 6 sal di ser re derbas bûne jî Muzeya Ûrartû ya Wanê hê venebûye. Zêdeyî 20 mîlyon TL heta niha lê çûne, lê muze hê venebûye. Dîwarê muzeyê ji niha ve diherife.

Ji ber ku Muzeya Ûrartû ya Wanê nayê vekirin, bi qasî 50 hezar berhemên dîrokî yên li muzeya kevn, li ber rizandinê ne. Avahî û berhemên dîrokî ku ji bo tûrîzma Wanê gelekî girîng e, bi salan li tûrîzm û welatiyan hatin qedexekirin. Ev yek rê li ber nerazîbûnan vedike. Welatî dibêjin, muzek bûye navendeke nû ya jêxwarinê ji bo AKP'ê û alîgirên wê.

Serokê Komeleya Parastina Berhemên Dîrokî û Hawirdorê ya Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçik diyar kir, ti eleqeya Muzeya Ûrartû ya Wanê bi berhemên Ûrartû û mîrateya Wanê re nîne. Kalçik got, "Muzeya ku diviyabû di nava salekê de biqediya, ev bû 6 sal lê hê neqediya ye. Bi qasî 50 hezar berhemên dîrokî kêm maye birizin. Ev 6 sal in kesek nikare muzeya berê ziyaret bike. Ewqas pere li muzeya nû dan, lê muze hê nebûye muze. Li gorî yên muze çêkirine, muze qediya ye. Eger muze qediya be, çima venakin? Berhemên dîrokî li pêş çavan dirizin."