Ji Xirabreşkê delîlên nû

Di keşfên nû yên Xirabreşkê de, têkildarî kulta qoqê serî delîlên nû hatin dîtin.

Di xebatên kolandinê yên Xirabreşkê de bi hezaran hestiyên ku hatine parçekirin hatin dîtin. Di nav van qoqê serî jî hene yên bi şopên lûlikê, qulik an jî rengandî.

Li gorî gotareke di Scîence Advancesê de hatî weşandin, piştî ku lêkolîn li ser sê qoqên sdrî yên mirovên gihaştî hatine kirin, pêşî çermê wan hatiye rakirin û piştre goştê serî jê hatiye veqetandin, piştre jî bi kevirhestem li ser hestiyan lûlik hatine vekirin. Dane nîşan didin ku ne ew çend hêsan e ku mirov goştê qoqê serî ji ser rake, ji ber ku li cihê ku masulke bi hestî ve têne zeliqandin, li ser hestiyan, ji ber xiritandinê gelek xêz hene.

Nîşaneyên ku bi qestî hatine hiştin, ji şopên ku bi bêhemd çêbûne diyar dibin.

Ji Enstîtûya Arkeolojiyê ya Berlîn Elmanyayê Julîya Gresky diyar kir ku di van her sê qoqên sêrî de şopên xiritandinê bi zanebûn in û li ser hestûyên şopên beloq mane. Li gorî Gresky ev sê qoqên sêrî yên li Xirabreşkê hatine dîtin, di dinyayê de ew qoqên sêrî ne ku beriya ku yên têne zanîni ji hemûyan zûtir hatine qewartin.