Ji Heskîfê hişyariya li AKP'ê, banga li raya giştî kirin

Li Heskîfê li dijî hilweşandinê daxuyanî hate dayin, hate diyarkirin bendav hilweşîna civakî, aborî, çandî û ekolojîk bi xwe re tînin. AKP hate hişyarkirin û banga li raya giştî hate kirin.

Helkefta Jiyandina Heskîfê û Tevgera Ekolojiyê ya MezopotamyaYê li Heskîfê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hemû rayedarên hikûmetê diyar dikin 10'ê Hezîrana 2019'an, piştî du rojên din wê ava Bendava Ilisûyê were girtin, gelê herêmê û gelek komên li deverên cuda yên cîhanê li dijî vê projeyê ev 20 sal in hewlesta xwe nîşan didin lê rayedarên dewletê bi rikdarî yasa neguherandine, kanên nû dîtine û proje domandine.

'PROJE HILWEŞANDINA CIVAKÎ, ABORÎ, ÇANDÎ Û EKOLOJÎK E'

Di dadxuyaniyê de hate gotin Projeya Ilisûyê ji serî heta binî projeyeke hilweşîner e, bi vê projeyê re di serî de Heskîf mîrateyeke çandî ya girîng a herêma Mezopotamyayê wê di bin avê de were hiştin, 80 hezar mirov wê hejar bibe û her wiha wê bi xwe re Geliyê Dîclê jî ku xwedî pirrengiyeke biyoyê ye tine bike.

Bi berdewamî hate gotin projeya Bendava Ilisûyê wê bi xwe re hilweşîna civakî, aborî, çandî û ekolojîk jî bîne.

HELWESTA LI DIJÎ UNESCO Û DMME'YÊ

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Heskîf ji 10 krîterên ku UNESCO'yê ji bo mîrateya açndî ya mirovahiyê diyar kiriye xwedî 9'an jê ye, li gel vê jî UNESCO û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bêdeng dimînin,  DMME bi biryara ku nakeve ber Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê bûye hevkarê sûc.

HIŞYARIYA LI AKP'Ê Û BANGA LI RAYA GIŞTÎ

Helkefta Jiyandina Heskîfê û Tevgera Ekolojîk a Mezopotamyayê hişyarî da AKP'ê, got, ''hilweşandinê rawestîne'' û wiha bang li raya giştî kir: ''Ji bo Heskîfê ne dereng e. Li vî cîhanê hin santralên nukleer û projeyên din hene ku avakirina wan qediyaye û pêk nehatiye. Li wan deran heta kêlîka dawî jî têkoşîn hatiye kirin û serkeftin çêbûne. Ji bo ku em jî têkoşînê bi ser bixin, em bang li her kesî û hemû saziyan dikin ku li rex me bin.''

Ji bo vê banga me ji bo raya giştî ya demokratîk; hewceyî bi têkoşîneke civakî ya tevlêkar heye ku nehêle Heskîf û Geliyê Dîclê di bin avê de bimîne.''